Çend peyvek di
Derbarê Me
Dîrok
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li jêr ronahiya gotineke Barzaniyê Nemir "Şanaziya ji bo mirov ku xizmetkarê gelê xwe be" li sala 2005 damezraye.
- 2005 - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hate damezrandin
- 2009 - Projeya Ezîzan hate destpêkirin
- 2014 - Hevkariyê gihande koçberên li ser çiyayê Şingalê
- 2015- Dezgehê birêvebirina hemû wargehên li parêzgeha Hewlêrê wergirt
- 2016 - Dezgeh bûye Endamê Şêwirmend li ECOSOC
- 2016 - Li Wezareta Derveya Kuweytê wekî rêxistine xêrxwaziyê hate pejirandin.
- 2018 - Dezgeh bû Nûnerê Sphere li Herêma Kurdistanê
- 2020 - Bi fermî ji aliyê Komîsyona Rêxistinên Xêrxwaziyên Brîtanya ve muhleta karkirinê wergirtiye.
- 2020 - Birêvebirina wargehên koçber û penaberan li parêzgeha Dihokê
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî saziyeke nehikumî û nesiyasî û qazanc nexweste û li sala 2005 li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin û birêz Mesrur Barzanî Serokê Bordê Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniye û raste rast serpereştiyarê karên vê saziyê dike.
Dezgeh ji bo destpêkê îş û karên xêrxwaziyê, muhleta karkirinê ji aliyê Hikumeta Iraq û Hikumeta Herêma Kurdistanê li çarçêweya rêxistinên nehikumiyan wergirtiye. Bi sedema berfirehbuna kar û çalakiyan û bi alîkarîkirina koçber û penaberan li sînoran û navxweya Herêma Kurdistanê da wiha kir rêxistinên cîhaniyên navdar jî peywendiyekî bi hêz li gel da bibestin û hevkarî û hemahengiyeke zêdetir li navbera her dû aliyan da dirust bibê. Berev pêşveçûna peywendiyan û bi rêxistîbûna îş û karên dezgehê bûye sedema wê yekê ku li civîna meha 4 ê 2016 ê kargêrî û hemahengiya Neteweyên Yekgirtî, biryar hate dayîn Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî rêxistineke nehikûmî bibê endamê Şêwirmendê Taybet li Encûmena Aborî Civakî (ECOSOC) ya ser bi Neteweyên Yekgirtî.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bingehê da kar ji bo gihandina hevkariyê ji bo xelkê lêqewimî û kêmderamet û koçber û penaberan dike. Girîngiyê bi pêşxistina warê perwerde (bi taybetî perwerdeya zarokan) û baştirkirina rewşa tendirustiyê û dabînkirina pêdiviyên xwediyê pêdiviyên taybet li Kurdistanê dide.
Her wekî ku çawa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi navê (Barzaniyê Nemir) ve (1903-1979) hatiye bi navkirin, gotineke wî kesayetiyê siyasî û neteweyî û civakî û dîrokiye ku dibêje (Şanaziye bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê) felsefeya karê dezgehê pêktîne. Navenda projeyên xêrxwaziyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (mirove). Ji bo wê yekê li her civak û sînorekî cografî da mirovan pêwîstî bi hevkariya mirovî hebê li sekterên (xorekî, perwerde, rewşenbîrî, tendirustî, civakî û hunerî) Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi erkê xwe zaniye û dizanê ku hevkariyê pêşkêş bike û kemterxemiyê jî nekiriye.
Li encama nebûna saziyeke xêrxwaziya xwemalî li Kurdistanê bo ku hevkariya xelkê hejar û kêmderametê Kurdistanê bike, damezrandina (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) pêwîstiyek bû. Ji bilî wê piştî têkçûna rewşa aramiya navçeyên navîn û başûrê Iraqê û welatê Suriye ya cîran, penaber û koçberan pêwîstiyeke zêde bi hevkariyê hebûye wekî (xorek û ciluberg û derman û keresteyên tendirustiyê û hwd). Ez sazî di destpêka damezrandinê ve wê valahiyê pirkiriye û roj bi roj bi bernameyên pêşketîtir û li sekterên cûr bi cûr da xizmeta wan kesan kiriye ku pêwîstiya wan bi xizmetkirinê hebûye.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo encamdana vê erkê pîroz zêdetir pişt bi xelkên xêrxwaz û mirovdostên Kurdistanê ve bestiye, dikarîn bibêjîn bi awayeke serekî xelkê xêrxwaz û dewlemendên Kurdistanê hevkarê malî ya projeyên vê dezgehê dikin ku cihê destxweşî û pêzanînê ye. Her wiha bi hevbeşî li gel ajansên Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên xêrxwazî û miroviyên navdewletî û welatên alîkarbexş rojane yarmetiyên mirovî pêşkêşî penaber û koçberên welatên Sûriye û Iraqê dikin.
Nivîsîngeha serekî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêre û nivîsîngehên xwe li parêzgehên (Dihok, Hewlêr, Silêmanî) jî heye. Her wiha li Îdareya Germiyan û parêzgeha Kerkuk û hemû kamp û wargehan da nivîsîngeh, navend, yan nûnerê xwe heye. Kar û çalakiyên me ji aliyên tîmekî profesyonal û şareza ve têne bi cîh kirin.
Peyam
Gihandina xizmetguzarî û hevkariya bi navê aştî û aramiya ji bo jîngeh û mirovayetiyê.
Nêrîn
Hewl didîn ji bo pêkanîna cîhanekî bê hejarî ku têda, mirov ji xizmetguzariyên pêwîst ji bo perwerdeyekî bingehîn li jîngehekî parastî da, bi awayekî wekhev sûdmend bibin.
Siyaseta cûrî
EM ÇI DIKÎN
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li 10 kertên cûda de hevkariyên mirovî
pêşkêşî koçber, penaber û xelkê hejar û kêmderamet dike
Asayîş xorek
Ev kert li gor rênimayiyên programa Xoreka Cîhanî (WFP) kar li ser dabînkirina xorekê dike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berfireh li vê kertê da kar dike, di demên karesatan da xoreka amadekirî û paşê xoreka hişk li ser lêqewimiyan da dabeş dike, her wiha hewla zêdekirina berhema xorekê li rêya rahênanê û xaniyên plastîkî ve dide.
Kel û pelên nexorekî
Ev kerte bi awayeke giştî pêktê li dabînkirina pêdiviyên seretayiyên jiyanê wekî (xwaringeh, kelupelên zivistanê, betanî, doşek,
Pereyê kaş, ciluberg û neft). Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kar li ser her pêdiviyeke rojane ya ji bo jiyana asayî bikarbê dike û hewla dabînkirina ji bo kêmderametan dike, wekî: Pêdiviyên xwaringeh, pêxef, sedemên germkirinê û sarkirin û ciluberg û hwd) dike.
Av û Avero
Ev kerte kar li ser dabînkirina av û xizmetguzariya avero û girîngîdana bi paqijiya tak û civakê dike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kar li ser dabînkirina ava paqij ya ji bo navçeyên ziyan lêketiyan, dirustkirina tora av û lêdana jêrav, danîna avdestan, helmeta paqijiyê, belavkirina rewşenbîriya paqijiyê û dabeşkirina pêdiviyên paqijiyê dike.
Perwerde û pêşxistin
Ev kerte girîngiyê li warê fêrkirinê dide û ji dabînkirina pêdiviyên (xwendin, xulên hişyarî perwerdeyî, binyatnan û nûjenkirina xwendingehan pêktê.
Navendên rahênana perwerdeyiyê, xwendina fermî, belavkirina rênimayî û handana ji bo berdewamîdana bi xwendinê. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kar li ser dirustkirin û nûjenkirina xwendingeh, dabînkirina pêdiviyên xwendinê salane ji bo xwendekar û belavkirina rênimayî û handan û hevkarîkirina xwendekar û mamostayan ji bo berdewamî dana bi xwendinê dike.
Jiyanevanî
Ev kerte pêkhatiye ji programeke demdirêj ya pêşxistina şiyanên takekesî bi mebesta (fêrkarî, dirustkirina behre, rexsandina derfetên kar û ferahemkirina dahatê ji bo takekes û malbatan ya di dema qeyranan da dike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêya navendên rewşenbîrî û meşqên pîşeyiyane salane bi sedan kes beşdariyê têda dike û ji xulên (komputer, duritin, mecarî, berhemhênana xorek, karên destî û hwd) pêktê û her wiha projeyên sîstema (pere beramber kar) karkirina li projeyan bi cîh dike.
Yarmetiya nexdîne
Ev kerte kar li ser programa dabînkirina hevkariyê ya bi mebesta desteber kirina xizmatguzarî û pêdiviyên destpêkî yên jiyanê ji bo malbatên kêmderamet û ferahemkirina dahatê ji bo takekes û malbatan ya di dema qeyranan da dike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêya navendên rewşenbîrî û meşqên pîşeyiyan salane bi sedan kes beşdariyê têda dikin û ji xulên (komputer, duritin, mecarî, berhemhênana xorekê, karên destî û hwd… pêktê, her wiha projeyên sîstema (pere beramber kar) li projeyan de bi cîh dike.
Parastin
Kar li ser bihêzkirina asayîşa laşî û cesteyî û derûnî û kêmkirina tirs ya wan kesên li jêr gef û metirsiyêdane dike.
Li rêya rahênanan û parastina mafê mirov, mafê zarokan, jinan, hişyariya civakî û dûrketina ji tundutîjiyê li ser bingeha regez û destdirêjiya seksî.Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî girîngiyê bi parastina jinan û zarokan li rêya navendên xwe ve li nava wargeh û derveyê wargehan dide, kar ji bo dûrxistina xelkê lêqewimî ji kêşeyên civakî û tundutîjiya derûnî û cesteyî dike.
Tendirustî
Ev kerte girîngiyê bi kerta tendirustî û cesteyî û derûnî û civakî li rêya dabînkirina xizmetguzariya pizîşkiyê dide.
Xizmetguzariyan wekî (derman, pizîşk, binkeya tendirustî, pêdiviyên tendirustiyê ji bo parastina xelk û belavkirina hişyariya tendirustiyê li gor rênimayiyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî WHO. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kar li ser dirustkirin û nûjenkirina binkeyên tendirustî û dabînkirina pêdiviyên tendirustî û helmeta hişyarkirina xweparastin û dirustkirina nexweşxaneyên gerok, her wiha li projeyeke berdewam ya kursiyên livandinê li ser xwediyê pêdiviyên taybet dabeş dike.
Penageh
Ev kerte kar li ser şêwaza nîştecîhkirina koçber yan penaberên di dema qeyranan dike.
Li gel dabînkirina (Kon, kerevane, xaniyên beton û konkrîtî, nûjenkirina xaniyên navçeyên wêranbûyiyên ceng, hola pêşwaziyê û hewandina lêqewimiyan dike.
Li sala 2014 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekem wargeha li parêzgeha Hewlêrê birêvebir û heta sala 2021 bi hemahengiya li gel Komîsyona Bilinda Penaberên Cîhanê li her du parêzgeha Hewlêr û Dihok 30 wargehên koçber û penaberan birêve dibe.
Birêvebirin û hemahengiya wargehan
Ev kerte pêktê ji birêvebirin û hemahengiya wargehan ku li jêr rênimayî û bi hevbeşî li gel Komîsyona Bilinda Penaberan (UNHCR) û navenda hevbeşiya qeyranan bi mebesta ferahemkirina xizmetguzariyan ji bo nîştecihên wargehan.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariyê hemû civînên hemahengî û birêvebirina wargehên Herêma Kurdistanê dike ku armanca wê zêdetir pêşxistina xizmetguzarî û pêşkêşkirina hevkariyên cûr bi cûr û xistinerûya têbînî û pêşniyarên nû yên di derbarê rewşa nîştecihên wargehan dike.