Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Desteya Hawar Hatina Kuweytî encam didin
Roja yekşem rêkefta 12.09.2021 li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi amadebûna birêzan (Omer Elkendirî Konsolê Giştî yê dewleta Kuweytê û Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tendirûstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) du projeyên girîng ragihandin ku projeya yekem ji dabînkirina kelupelên pizîşkiye ku ji aliyê Desteya Hawar Hatina Kuweytî ve hatiye bexşîn û li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve radestî Wezareta Tendirûstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin ku xwe ji 10 ton û nîv hevkarî û amêrên pizîşkî dibîne ku nirxê pêdiviyan bi yek milyon Euro pêktê û hemû ji welatê Almanya hatine kirîn. Heman demê de her li civîna rojnamevaniyê da projeya duyem hate ragihandin ku bi hevbeşî di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Komeleya Hawar Hatina Kuweytî ve ku ew jî li dabeşkirina (7.100) paketên xorekê dibîne û li bajarên (Kerkûk, Nînowa, Hewlêr, Diyale, Dihok, Silêmanî, Helebçe û Bexda) têne dabeş kirin.
Li destpêka civîna rojnamevaniyê da birêz Musa Ehmed bi navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi xêrhatineke germ li Konsolê Dewleta Kuweyt û mîhvanan kir û tîşk xiste li ser wan hevkariyên dewleta Kuweytê ya ji bo koçber û penaberan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kiriye. Îro ji bo du projeyên girîng li virin ku ew jî xwe ji projeya dabeşkirina 7.100 paketên xorekê û projeya dabînkirina kelupelên tendirûstiyê dibîne. Bi spasiyê ve her du proje ji aliyê Desteya Hawar Hatina Kuweytî ve hatiye sponser kirin.Her wiha balkişand li ser wê yekê: Li projeya dabeşkirina paketên xorekê da li 7 parêzgehên Herêma Kurdistan û Iraqê têne dabeş kirin, heman demê de projeya duyem xwe ji dabînkirina kelupel û pêdiviyên pizîşkî digre ku bi 1 milyon Euro hatiye pêşbînîkirin û hemûyan pêşkêşî Wezareta Tendirûstiyê dikîn.
Paşê birêz (Omer Elkendirî) Konsolê Giştî yê Kuweyt li Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û ragihand: Spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikîn ku berdewam palpiştê me bûn li pêşkêşkirina projeyên me yên ji bo xelkê navxweya Kurdistanê û koçber û penaberên li wargehan da. Em girîngiyeke taybet bi kerta tendirûstiyê didîn, bi taybetî piştî serhildana pejika virusa Korona ku pêwîstiyeke zêde bi kelupelên pizîşkî û pêdiviyên din ji bo rûbirûbûna wê pejika cîhanî heye. Em bi erkê cîranî dizanîn wekî hevsûyeke Iraqê û berdewam hewl didîn hevkarî li warên cûda de pêşkêş bikîn. Pişt bi xwedê berdewam dibîn li ser pêşkêşkirina wan hevkariyan.
Paşê birêz Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirûstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gotarek da tîşk xiste li ser girîngiya wê projeyê û ragihand: Spasî dewleta Kuweyt û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn ji bo pêşkêşkirina hejmareke zêdeyê li kelupelên neştergerî û çavdêriya çir û kelupelên pizîşkî bi Wezareta Tendirûstiyê, em destxweşiyê li wan dikîn û hêviya berdewamî û serkeftina wan dixwazîn. Her wiha tîşk xiste li ser berdewamiya pejika Korona li Herêma Kurdistanê û ragihand: Ji ber belavbûna virusa Korona kêşe ji bo kerta tendirûstiyê dirustbûye û zexteke zêde li ser nexweşxaneyan heye û eve jî pêwîstî bi amêr û kelupel û pêdiviyên dinê tendirûstiyê heye bo ku baştirîn xizmetê pêşkêş bikîn.
Birêz (Umêd Xoşnaw) Parêzgerê Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û ragihand: Dewleta Kuweyt roleke gelek xweşik li Herêma Kurdistanê da heye û ji berê da xizmeteke ber bi çav pêşkêş kiriye û berdewam piştevanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye, îro jî dibînîn ku dewleta Kuweyt û Konsolxaneya Kuweyt li Herêma Kurdistanê berdewamin li pêşkêş kirina hevkariyên cûr bi cûr yên li warê xorekî û tendirûstiyê da, em destxweşiyê li wan dikîn û hêviya berdewamiya wan palpiştiyan dixwazîn. Me pêwîstiyeke zêde bi amêrên pizîşkî heye ku li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê da kêşe û giriftên kêmbûna amêran heye, weku Parêzgehê Hewlêrê spasî dewlet û Konsolxaneya welatê Kuweyt û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn ku berdewam hewla palpiştîkirina kertên girîngên Hikûmeta Herêma Kurdistanê didin.