Roja sêşemê 05.10.2021 li civîneke rojnamevaniyê da bi amadebûna Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê û Ehmed Elzahîrî Konsolê Giştî yê Îmarata Yekgirtiya Erebî li Hewlêrê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, projeya dabeşkirina tebax û soba û ciluberg û paketên xorekê û kon li ser 100 malbatên koçberên Êzdî yên li bajarê Hewlêrê kirin.
Li civîna rojnamevaniyê de birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê gotareke pêşkêş kir û ragihand, piştî ku hinek zanyarî li rêya kanalên medyayî ve gihîştin me, di derbarê wê yekê ku rewşa jiyana 100 malbatên koçberên Êzdî li wargehên Hewlêrê xerape, li wê peywendiyê da spas ji bo tîmên Navenda Qeyranên Hewlêr û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku dûvdaçûnê kirin û derket wan malbatan pêwîstî bi hevkariyê heye, spas ji bo birêz Konsolê Giştî yê Îmaratê jî ku îro bi hevkariya wan vê hevkariyê pêşkêşî wan malbatên serbilind tê kirin.
Umêd Xoşnaw tekez li wê yekê jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tu awayekê li gel bi zorê vegerandina koçberan da nîne, belku bi dilê xwe heta wê rojê biryar didin, ragihand: Em li gor şiyanê li xizmeta wan da dibîn û careke din jî spas ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku bûne sedema wê yekê Hikûmet bikarê bi awayeke baştir xizmeta koçberan da bê.
Her li vê civîna rojnamevaniyê da, Dr Ehmed Elzahirî Konsolê Giştî yê Îmarat spasî dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, parêzgerê Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir bo ku herdem hewl dane xizmetê bi koçber û penaberan bikin. Her wiha got: Îro li vir çend prensîpek li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê me kom dike ji bo xizmeta koçberan û pêkvejiyana aştiyane li navbera pêkhatên vî welatî da. Eve rêya berdewamiya Îmarate ji bo hevkariya koçberan li Herêma Kurdistanê, her wiha Herêma Kurdistanê bi giştî û hewlên me li gel parêzgerê Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam dibe.
Li beşeke dinê civîna rojnamevaniyê da birêz Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî spasî welatê Îmarat û Konsolê Îmarat û parêzgerê Hewlêr û Navenda Qeyranên Parêzgeha Hewlêrê kir û got: Niha li demsala zivistanê nêzîk dibîn û dabînkirina pêdiviyên vê demsalê ji bo koçberan gelek girînge. Got: Li wan hemû deman de ku koçber û penaber li vir mêhvanê me bûn, cihê destê hevkariyên dewleta Îmaratê diyare, neku her ji bo koçber û penaberan, belku ji bo hemû xelkê Herêma Kurdistanê bi giştî û neku her li warek da, belku li hemû warên jiyanê da, warê tendirustî, perwerde, xorek û avadankirinê hevkar û piştevan bûn. Musa Ehmed balkişand li ser kêmbûna hevkariyên navdewletî û got: Hê jî hejmareke zêdeyê koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ne û heta niha zêdetirê 35 wargeh li Herêma Kurdistanê heye. Em hêvîadarîn hemû aliyek hevkar bin bo ku xelkê Herêma Kurdistanê berdewam li xizmeta koçber û penaberan da bin.