Bi armanca zêdetir girîngîdana rola ciwan û lawan li dirustkirina peywendiyeke bihêz ya pêkvejiyan û aştevayî li Iraq û Herêma Kurdistanê, (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) bi hevbeşî li gel (Navenda Fransî ya lêkolînan li Iraqê) û (Rêxistina Geşepêdana Medeniyet) paneleke hevbeş ya yek rojî di derbarê (Rola ciwanan li pêkvejiyan û aştevayî) li rêkefta 21.02.2022 li bajarê Hewlêrê birêvebirin. Heman demê de ji aliyê birêzan Dr. Adil Baxewan Berpirsê Navenda Fransî ya lêkolînan li Iraqê û Bextiyar Ehmed Birêveberê Giştî ya Rêxistina Geşepêdana Medeniyet û Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Sîtav Aso Birêvebera Panelê ve birêveçû.
Birêveberê Giştî yê Rêxistina Geşepêdana Medeniyet:
Bi min girînge CDO û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî vê hengavê ji bo pêkvejiyana aştî bi piştevanî û bi hevbeşî avêtine
Li destpêkê de birêz Bextiyar Ehmed Birêveberê Giştî yê Rêxistina Geşepêdana Medeniyet gotarek pêşkêş kir û ragihand: Ev proje bi hevbeşî li navbera van rêxistinan hatiye pêkanîn ji ber ku hem CDO hem hemû rêxistinên din hewl dane ji bo diyarkirina hişyarî û jiyana aştevayî ku eve jî beşeke ji civaka medenî û aştiyane û kar kirina CDO zêdetir kar li ser du waran de kiriye, hişyarî û binyatnana şiyanê, wate zêdekirina hişyariyê ji bo xelkê bi giştî û binyatnana şiyanê jî ji bo Dezgehên Hikumetê. CDO û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Navenda Fransî ya Lêkolînan li Iraqê metodeke nû anîne li ser asta Iraqê û ku hemû ciwanan kom dikîn û dawiyê de CDO û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Navenda Fransî ya Lêkolînan li Iraqê me biryar daye em li vir ranewestîn û bikarîn zêdetir kar li ser wan bikîn zêdetir bikarin li navçeyên xwe bi aştiyê de bijîn.
Berpirsê Navenda Fransî ya Lêkolînan li Iraqê:
Divê ji Basra heta Zaxo beşdariyê li vê projeyê bikin û wekheviya regezî jî bê diyar kirin.
Paşê birêz Dr. Adil Baxewan Berpirsê Navenda Fransî ya Lêkolînan li Iraqê gotarek pêşkêş kir û ragihand: Pêwîste ev proje beşêk Şîe û beşek Sûnne û beşek Turkmen û beşek Mesîhî bê, hemû aliyên siyasî hebê û asta civakiya wan mamnavend bê û hemû xwedî bawernameya Bekaloryos û Masterê nebê, belku dîblom jî têda hebê û hemû xelkê Fîrauniyan nebin û xelkê hejar jî têda hebê, heta bê kirin xelkê rastî dibin neku xelkek li welatên din xwendibin û li xwendingehên nehikumî temam kirine, heta bikarîn wergerên raste rast deynîn heta ku hemû bi zimanê xwe bikarin bipeyvin, divê ji Basra heta ku Zaxo beşdariyê li projeyê bikin û wekheviya regezî jî bê diyar kirin û îşê CDO û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye ku dinyayê biguherin û em li wan xalan da hevdû temam dikîn.
Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî:
Em divê şiyan û hêza ciwanan bibînîn bi çi awayekê kar bike ku bandora xwe li ser civakê hebê
Paşê birêz Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotara xwe pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê ku Iraq bi giştî welateke fireh kultûre û eve jî eşkereye ku Şîe û Sûnne û çend neteweyên din heye, çawa bikarin van ol û mezheb û neteweyên cûda bi pêkve biguncênîn çawa wê rastiya em têdayîn wiha bikîn ciwan jiyaneke baştir bijîn, bi ciddî dikarin îşê zêdetir li ser şiyanên ciwanan bê kirin. Em wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sala 2005 ku damezrayîn heta îro me hêvî kiriye bikarîn li warê geşepêdana mirovî û li warê pêkvejiyanê de karê zêdetir bikîn. Em rêxistineke Kurdistanîne li asta hemû Iraqê navş dengê me heye, lê belê dezgehekî li ser debara Kurdistanê ne, xelkê Kurdistanê ji ber wan hemû êşan çavê wan li wê yekê bûye rêxistinek hebê û di demên nexweş û karesatbaran da hevkariyê pêşkêş bike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bîr dike çawa bikarê peyama mirovdostan û pêkvejiyanê bigihîne bi cîhanê, ev peyame ji wê yekê çavkaniya xwe digrê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî navê li Barzanî ve wergirtiye ku Barzaniyê Nemir li jiyana siyasî û civakiya xwe da baweriyeke bi hêz ya pêkvejiyanê hebûye û berdewam têkilî netewe û ol û mezheban buye. Me hewl daye îş li ser ewe bikîn ku vê peyama ciwana Barzaniyê Nemir bigihînîn civakê û tevahiya mirovayetiyê.
Li salên derbasbûyî ku li Iraqê ew hemû şer û pevçûn rûdan mixabin hejmareke zêdeyê koçber û penaberên me hebû, eve jî cûreyek li têkilbûnê rûda ku eve wiha kir kultûrên cûda bê nav civaka Kurdistanê, wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî me hizra ewe kiriye ku wan koçber û penaberan çawa têkilî kultura Kurdan bikîn û çawa bikarîn li gel hevdû bipeyvîn û lêborînî bîn, çawa siyaseta zimanê beramber bi hevdû rêk bixîn, bihayên giştiyên civakê biparêzîn û bihayên xwe ji dest nedîn, em rabûn me navendeke kultûrî li hemû wargehan vekir ku têda bikarîn çawa behre û bihayên wan peyda bikîn û pêş bixîn. Em divê hêza ciwan û şiyana lawan ku bibê fişarek li ser civak li ser siyasetê, ku civakê wiha dike nehêle bi pêkve bijîn, ev proje projeyeke xweşike û destpêkeke ku behsa ciwan û lawan dike em divê şiyan û hêza lawan bibînîn bi çi awayekê kar bike ku bandora xwe li ser civakê hebê, proje ku paşerojeke baştir ava dike û pêwîstî bi hevkariya hemû aliyekî jî heye.
Paşê ji aliyê mîhvanên amadebûyî ve, çendîn pirsiyaran pêşkêşî her sê panelîstan kirin û bersîva hemû pirsan hate dayîn.