Li rêwresma ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku li Dihokê birêveçû, rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roja çarşem rêkefta 28.09.2022 kilîla 420 yekîneyên nîştecîhbûnê li ser malbatên serbilindên şehîdan da dabeş kir.
Di destpêka rêwresmê de bi rawestana û yek xulek bêdengî ya ji bo rêzgirtin li şehîdan destpêkir. Piştî nîşandana vîdeoya 16 sal çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kertên cûr bi cûr û li navxweya Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê û welatên derve, birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û ji bilî rêzgirtina li malbatên serbilindên şehîdan û bi xêrhatina birêzan Serokê Hikumeta Herêmê û Wezîr û konsolên welatan û sermayedar û xêrxwazan gotî: “Gelek spasî sermayedarên Kurdistanê dikîn ku herdem wekî çiyayek piştevanê me bûn. Îro jî bi şanaziyê ve li xizmeta malbatên serbilindên şehîdan dayîn bo ku bikarîn xizmeta wan bikîn”. Paşê spasî hêsankariyên berpirsên leqên Partiya Demokrata Kurdistanê û parêzgeha Dihok û îdareya serbixwe û bi taybetî Birêveberiya Şehîdan kir.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eve jî xisterû ku li hemû kombûnên wan li gel Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve, hatine rênimayî kirin ku xizmeta zêdetirê malbatên serbilindên şehîdan bikin. Her wiha got: “Tu carî ew dîmen ji bîra min naçê, dema min wê peyamê bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihand û min got: Şîret û plana we bi cîh buye û niha 420 şuqe(apartman) amadeye ji bo dabeşkirinê, çavê cenabê wî pir bû ji av û şîretê kir ku bi baştirîn awayî û zûtirîn demê de û bê cûdahî dabeş bikîn. Her ji bo wê yekê destnîşankirina malbatên şehîdan ya ji bo wergirtina wan 420 yekîneyên nîştecîhbûnê bi pênc fîlteran da derbasbûye û piştî wê jî me dûvdaçûnê kiriye bo ku xanî ji bo van malbatan bin ku “zarokên wan yê biçûk heye û li xaniyên kirêdane”. Li dawiya axaftina xwe de jî got: “Hêvîdarim em bikarin wê daxwaziya cenabê Serok pêkbînin û malbatên serbilindên hîç şehîdekê bê xanî nebê”.
Piştî gotara Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, du raportên vîdeoyî di derbarê projeya 420 yekîneyên nîştecîhbûnê û çawayiya destnîşankirina wergirtiyên yekîneyên nîştecîhbûnê hate nîşandan. Paşê daxwaz ji Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin, piştî gotarên wan kilîlên xaniyan li ser malbatên serbilindên şehîdan da dabeş kirin.
Rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gotara xwe de piştî bi xêrhatina amadebûyên rêwresmê, xizmetkirina bi malbatên serbilindên şehîdan cihê bextewerî û serfiraziyê bi nav kir û got: “Cenabê Barzaniyê Nemir serwerê me û bavê neteweyî, hemû jiyana xwe li xizmeta gelê xwe û ji bo azadiya gelan terxan kir, me jî bi ferz zanî wekî wefadariyek û padaşta xizmeta cenabê wî, bi navê wî xizmeta kesukarên şehîd û xelkê hejar bikîn, piştî şêwirîna li gel cenabê Serok û bi emrê cenabê wî me Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî damezrand”.
Rêzdar Mesrûr Barzanî behsa ewe jî kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye cihê baweriya xelkê navxwe û parêzgehên Iraq û navçeyê û cîhanê û bûye dezgeheke navdewletî û got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li (UN) hatiye nasîn û gelek rêkxistinên dinên biyanî jî alîkariya vê dezgehê dikin”. Spasî kertê taybet û hemû kompanya û sermayedaran û xwêrxwazan jî kir ku alîkarî û palpiştê projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûn. Her wiha got: “Ji bilî wan hemû xedir û zulm û nexweşiya ku mîlletê me dîtî, cihê şanaziye dezgehek dabimezrê ku destê alîkariyê ji bo xelkê lêqewimî û kêmderamet û hejar dirêj bike”. Paşê jî spasî Serok û Fermanberan û karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û hêviya berdewamî û xizmeta zêdetir ji bo wan xwest. Li beşa dawiya gotara xwe de rêzdar Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez li wê yekê kir ku şehîd bilindtirîn û mezintirîn pileye û nabê hîç kesek cûdahiyê li navbera wan bike. Eve jî dûpat kir ew hejmara malbatên şehîdan ku hatine destnîşan kirin, “li ser wê bingehê bûye ku kî li kî zêdetir pêwîstiyê pê heye”. Hêvî xwest: “Rojek bê hemû malbatên şehîdan xwediyê mal û xaniyên xwe bin û eve jî mafê wane û hîç minnet têda nîne”. Her wiha got: “Xwedê derfeta me bide, xizmeta şehîdan dikîn û her çi ji bo wan bikîn, bi dilopek xwîna şehîd nîne”.
Paşê rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kilîla yekîneyên nîştecîhbûnê li ser malbatên serbilindên şehîdan da dabeş kir û li dawiya rêwresmê da jî keç û kurekî zarokên şehîdan bi nûnerayetiya malbatên şehîdan deste gulek pêşkêşî rêzdar Mesrûr Barzanî kirin.
Hêjayî gotinêye projeya dirustkirina 420 yekîneyên nîştecîhbûnê (Roj City) li navenda parêzgeha Dihokê ye du salan de temam bûye ûbi mezintirîn projeye ku heta niha ji bo malbatên serbilindên şehîdan hatiye dirust kirin. Ev proje 29.400.000 bîst û neh milyon û çar sed hezar dolar têçûye. 1.758 kes jê sûdmend bûn û şehîdên van deverên li xwarê li xwe girtiye:
Navenda parêzgeha Dihokê: 80 malbat.
Zaxo: 75 malbat.
Amêdî: 61 malbat.
Şêxan û dewrubera wê: 44 malbat.
Akrê û Berdereş: 92 malbat.
Ev proje ji 25 avahiyan 20 tebeqeyan bi awayeke serdemiyane û standardên avahiyê hatiye dirust kirin. Li qonaxa yekem 368 yekîneyên nîştecîhbûnê hatin dabeş kirin û li qonaxa duyem 52 yekîneyên din jî têne dabeş kirin. Proje jî hemû xizmetguzariyek ji bo wê hatiye dabîn kirin, wekî: kehrebeya 24 demjimêrî û paqijiya berdewam û sîstema kamêraya çavdêriyê û xwendingeh, nexweşxane, mizgeft, bazar, hola werzîşî, hêla veguhestinê.