Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roja çarşem rêkefta 14.09.2022 li civîneke rojnamevaniyê de dawî hatina nûjen kirin û radest kirina 20 xwendingehên li Kerkûkê ragihand.
Di destpêka rêwresmê de bi gotara birêz Rêbwar Mihyedîn Berpirsê Nivîsîngeha Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destpêkir, piştî derbirîna spas û pêzanînên ji bo hemahengiyên Birêveberiya Perwerdeya Kerkûkê û her wiha birêz Perwîn Fatih Birêvebera Yekîneya Serpereştiyarê li Perwerdeya Kerkûkê û Birêz Şêrzad Reşîd Birêveberê Perwerdeya Xwendina Kurdî li Kerkûkê û amadebuwayên rêwresmê got: “Îro Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dilxweşe bi wê soza ku yek meh berî niha ji bo nûjen kirina 20 xwendingehan bi we yên birêz dabû, bi cîh kir. Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Endamên Desteya Kargêrî berdewam xizmeta Kerkûk û Kerkûkiyan li ewlewiyeta karên wan daniye. Berdewam jî tekez li wê yekê dikin ku ev bajar divê girîngiyeke tevahî pê bê dayîn”. Ewe jî xisterû ku li vê projeyê da ku li yek mehê da bi dawî hatiye, 12.240 xwendekar û 1.014 mamosta û fermanber sûdmend bûn. Her wiha hela kar ji bo 533 hosta û karkeran rexsaye.
Paşê birêz Şêrzad Reşîd Birêveberê Perwerdeya Xwendina Kurdî li Kerkûkê, li gotara xwe de di destpêkê de spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û piştî rêzgirtina li birêveberên xwendingeh û karmendên nûjen kirina xwendingehan, behsa ewe kir ku piştî civîna wan ya li gel Wezareta Perwerde, hatine agahdar kirin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî biryar daye çend xwendingehan nûjen bike. Her li vî derbarî de got: “Di destpêkê de 6 xwendingeh û paşê 10 û li dawiyê de jî 20 xwendingeh hatine destnîşan kirin. Hemû xwendingeh du dewamîne û gelek jî pêwîstiya wan bi nûjen kirinê hebû. Ji bo wê yekê dikarîn bibêjîn 40 xwendingeh hatine nûjen kirin. Her wiha gelek cihê xweşhaliye ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi tu awayekê li navbera pêkhatan û xwendekarên Kurd û Ereb û Turkmen cûdahiyê nekiriye, cihê serbilindiye ku bi bê cûdahî karê baş kirine, daxwaz dikîn li paşerojê de jî li karên xwe yên ji bo perwerdeya Kerkûk berdewam bin”. Daxwaz jî kir Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî zêdetir serdana wan malbatên kêmderamet bikin û ji bo xwendekaran cil û berg û pêdiviyên xwendinê dabîn bikin.
Paşê birêz Perwîn Fatih Birêveberê Yekîneya Serpereştiyarê Bingehîn li Perwerdeya Kerkûkê, spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û tekez li wê yekê kir ku li wê projeyê da karê baş û bi kalîteyeke baş hatiye kirin. Her li vî derbarî de mînakeke anî û got: “Her ev cîh berê hola taqîkirinê bû, tenê panke û û keresteyên wê yên karebayî jî nebûn” Daxwaz jî kir: “Her wekî çawa li berê Kerkûk û xwendina Kurdî nehatiye ji bîr kirin, li paşerojê jî ji bîr nakin û karên zêdetir ji bo wê bikin”.
Paşê bersîva peyamnêrên dezgehên ragihandinê da û li dawiya rêwresmê da kilîla nûjen kirina 20 xwendingehan radestî birêveberê beşa xwendina Kurdî li Kerkûkê kirin.