2000 ziyaretkarên Îranî ji Hewlêrê ber bi Kerbelayê diçin

Yekemîn care ku ziyaretkarên rêwresma matemêniya çileya Îmam Husên li rêya Herêma Kurdistanê ve serdana Necef û Kerbelayê kirin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çalakiyeke bi rêkûpêk da, bi pêşwaziyeke germ û dabînkirina cihên mayîn û xwaringeh û pêdiviyên tendirustî û pizîşkiyê li parka Şehîd Samî Abdulrehman hêsankariyê ji bo seferên ziyaretkaran kir.
Êvariya roja çarşem rêkefta 07.09.2022 li civîneke rojnamevaniyê da her yek ji birêzan Parêzgerê Hewlêr û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serkonsolê Komara Îslamiya Îranê ji bilî bi xêrhatina ziyaretkaran, gotara xwe pêşkêş kirin.

Di destpêkê de birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêr balkişand li ser wê yekê ku yekemîn care ziyaretkarên Îranî li derbasgeha Hacî Omeran ve serdana Necef û Kerbelayê dikin. Eve jî xiste rû ku demjimêr 7ê sipêdê heta 7ê êvariya îro (07.09.2022), 1.183 ziyaretkar û li roja derbasbûyî jî zêdetirê 1.000 kes bi selametî gihîştine Hewlêrê û paşê got: “Me pê baş bû li gel tîmên hikûmetê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Axayê Reşnûdî Serkonsolê Îran li Hewlêrê, serdana wan xweşdiviyan bikîn. ”Her wiha got: “Em ji aliyê birêz Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve hatine raspardin bi baştirîn awayî li xizmeta wan xweşdiviyan da bîn. “
Parêzgerê Hewlêr li dirêjahiya axaftina xwe de spasî hemû birêveberiyên Parêzgeha Hewlêr û Asayîş û Polîs kir, di derbarê bi rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wê pêşwaziyê da got: ”Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkar û sedemeke esasî ya serkeftina proseyêne”. Li dawiya gotarê de jî hêvî xwest ”Nizaya ziyaretkaran ku diçine cihên pîroz qebûl bê”.

Paşê birêz Nasrula Reşnûdî Serkonsolê Giştî yê Komara Îslamiya Îran li Hewlêrê, ji bilî spasiya berpirsên hikûmî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo vê pêşwaziya germ û tekez li wê yekê kir ku her çende yekem care ezmûna hatin û çûna ziyaretkaran ji Hewlêrê ji bo cihên pîroz dikin, lê belê “bingehên pêwîst yên ji bo baştirbûna vê hatin û çûnê dirust buye”. Daxwaz jî ji ziyaretkarên Îranî kir, li derbasgeha Hacî Omeran ve seferê xwe bikin, ji ber ku li Hewlêr amadekariyên baş hatine kirin”.

Paşê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gotarek de balkişand li ser wê yekê ku li gel dam û dezgehên Hikumeta Herêmê bi serpereştiya Parêzgerê Hewlêrê li dabînkirina xizmetguzariyan ya ji bo ziyaretkaran berdewam dibin û heman demê de got: “Em dixwazin wê wêneya xweşika Herêmê nîşana cîranên xwe bidîn. ” Her wiha got: “Em berdewamiya wê rêyêne ku li felsefeya Barzaniyê Nemir ve avabûye”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behsa ewe jî kir, her wekî Serkonsolê Îranê balkişande ser, amadekariyên Hewlêrê beramber bi cihên din serkeftîtir buye, ewe jî bi “cihê şanaziyê” bi nav kir. Li beşeke gotara xwe de spasî xelk û Hikumeta Îranê kir, bi taybet ku li karesatan da xelkê koçberan li xwe girtiye, her wiha tîşk xiste li ser salên koçberî û kîmyabarana Helebce û pêşwaziya xelkê Îranî bilind nirxand û salên 1979 û 1993 bi bîranîn ku ewê ji bo gihîştina Mezarê Barzaniyên Nemir û Kak Îdrîsê herdem zîndî li ser warê xwe hatibû kirin, tu carî nayê ji bîr kirin. Li dawiyê de jî hêvî xwest xwedayê mezin dua û nizaya ziyaretkaran qebûl bike û bi dilê wan ziyaretkaran jî wan vegerîne cîhên wan.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest