Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Konsolê Ermenîstanê 870 konên wargeha Şêxanê diguhere

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Konsolê Ermenîstanê li Hewlêr, piştî rûniştina hevdû têgihiştina li roja dûşema rêkefta 10.10.2022 biryarê dan 870 konên wargeha Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Dihokê bigûherin.
Girêbesta projeyê ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û birêz Erşak Monkyan Konsolê Ermenîstanê li Hewlêrê ve hate wajo kirin. Piştî konferansê ji bo medyakaran birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî bi xêrhatina şanda mîhvan û amadebûyan tîşk xiste li ser çawayî û çendayetiya projeyê û balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 217500 dolar ji bo kirîna konan dabîn kiriye, her wiha birêz Konsolê Ermenîstanê 24070 dolar ji bo têçûya guherîna konên wargeha Şêxan girt stuyê xwe û eşkere jî kir bi giştî têçûya projeyê 241570 dolar dike.

Birêz Musa Ehmed li dirêjahiya axaftina xwe de spasî hevkariya welatê Ermenîstanê kir û got: “Konsolxaneya Ermenîstanê projeyên din jî heye li nava wargehan da û pêwîste spasiyeke taybet li wan bikîn. Bi taybetî li vê rewşê da ku hê jî zêdetirê 35 wargehên koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê hene ku li rewşeke gelek dijwar da dijîn û hevkariya nevdewletî jî gelek kêm kiriye, hevkariya hikumeta Iraqê jî her ji serî de alîkarî nebûye. Lê belê welatê Ermenîstanê ji bilî rewşa xwe ya xerab, Kurdistan û koçberên Kurdistanê ji bîr nekiriye, berê jî projeyên din li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo koçber û penaberan hebûye, niha jî em wê hevkariya Ermenîstanê bilind dinirxînîn”.
Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eve jî eşkere kir ku zêdetirê şeş mehe hevkariya mehaneya xorek ku ji aliyê Wezareta Koç û Koçberên Hikumeta Iraqê ve dihate dabîn kirin, heta niha nehatiye dayîn. Hêvî jî xwest hemû aliyk bêne ser hêl û ji bo xizmetkirina koçber û penaberan palpişt û hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bin. Spasî Hikumeta Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Hikumeta Herêma Kurdistanê hemû şiyanên xwe xistiye holê ji bo xizmetkirina koçber û penaberan, lê belê eve erkeke girane û pêwîstî bi wê yekê heye welatên alîkarbexş û rêxistinên navdewletî û ajans û rêxistinên UN li gel me da berdewam bin”.

Paşê birêz Erşak Monkyan Konsolê Ermenîstanê li Hewlêrê li gotarek da piştî ku spasî amadebuyan û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir got: “Ermenîstan welateke biçûke û berî mehekê kêmtir ji aliyê welatê Azerbaycanê ve rastî êrîşê bu û artêşa wî welatî hemû cûre çekêkê li dijî Ermenîstanê bikaranî. Zêdetirê 200 kesan jiyana xwe ji dest dan, sedan xanî jî wêran kirin û bi hezaran welatî jî koçber bûn. Lê belê wekî sirûşta mirovî ya Ermenîstanê me bi pêwîst zanî li vê projeyê de erkeke biçûk ya hevkariya biraderên me yên li wargeha Şêxan li stuyê xwe bigrîn. Wajokirina girêbesta vê projeyê jî nîşaneke ji bo rêxistinên navdewletî û konsol û balyozxaneyan û her aliyekî dîplomasiyê ku ew jî ranewestin li warê dabînkirina hevkariyên ji bo wan kesên ku bi rastî pêwîstiya wan bi hevkariyê heye”. Her wiha got: “Li wargeha Şêxan 42 azîz (sêwî) hene ji bo her yek ji wan çekek ji bo dabînkirina pêdawîstiyên xwe dabîn dikin”.
Li bersîva rojnamevanek ku ji bo çi fişarê naxin ser Hikumeta Iraqê bo ku yarmetiya koçber û penaberan bide? Di destpêkê de birêz Musa Ehmed tekez li wê yekê kir ku çareseriya dawî eweye koçber û penaber “bi awayeke bi dilê xwe” vegerin cihên xwe. Ew zêdetir welatiyên Iraqîne û Hikumeta Iraqê diviya hevkariya welatiyên xwe bikira, eve jî xisterû ku li rêya guftûgoyê li gel parlementerên Iraqê hewl didin, Hikumeta Iraqî ji wê “xedra” li koçber û penaberan dikin, agahdar bikin, her wiha got: ” UN û rêxistinên navdewletî ku li Herêma Kurdistanê ne û ew bi xwe wê rastiyê dibînin û pêwîste ew jî fişarek dirust bikin”.
Birêz Erşak Monkyan Konsolê Ermenîstanê li Hewlêrê li bersîva heman pirsiyarê da got: “Li gor prensîpa dîplomasiya navdewletî hîç konsolgerî û balyozxaneyek mafê wê yekê nîne destwerdanê karubarê navxweya welatek bike, em jî ku li Herêma Kurdistanê ne erkê me tenê hevkarî û şêwirîne, lê belê dahata Iraqê gelek bilind buye û hêvîdarîn ew jî karên miroviyan ranegrin, bi taybetî ku dahat gelek buye û kêşe her berdewame”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest