Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Akademiya Eduyna ya Amerîkî û bi terxankirina dahata projeyek, ji bo heta dema sê salan li Hewlêrê hevkariya darayî û kargêrî pêşkêşî Navenda Awat ya ji bo çareserkirina bi tîşk kir.
Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, her li vî derbarî de ragihand: “Li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û girîngîdana bi kerta tendirustiyê li Herêma Kurdistanê, li nav wan de jî tûşbuyên nexweşiya şêrpence, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi erkê xwe zanî, li gor şiyana xwe erkê Wezareta Tendirustiya li Herêma Kurdistanê sivik bike, li heman demê de girîngiyê bi tûşbûyên nexweşiya şêrpence bide, ji ber ku li arîşeya wan nexweşan û girîftên malbatên wan bi başî têdigihîn û dizanîn wan bi hevkariyê heye. Me jî bi erkê xwe zanî, li wê yekê piştrast bibîn bi rewşa wan ber bi baştir biçe”.
Karzan Nûrî eve jî xiste rû ku “sala derbasbûyî (2022) bi hemahengî li gel Akademiya Eduyna dahata projeyek ji bo hevkarîkirina tûşbûyên şêrpenceyê terxan kiriye.
Her li vî derbarî de got: “Me konsereke hunerî li sala 2022 rêkxist û dahata wê ji bo tûşbûyên şêrpence hate terxan kirin. Her li vî warî da me hemahengiyê li gel Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê û Birêveberiya Tendirustiya Hewlêrê kir, dahata konserê me terxan kir ji bo Navenda Awat, ku taybete bi nexweşiyên şêrpence. Di destpêka sala 2022 piştî rêkeftinnameyeke hevdû têgihiştinê biryar hate dayîn, tevahiya têçûna îdarî û kargêriya wê navendê heta sê salan li stûyê xwe bigrîn”. Tekez jî li wê yekê kir ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dergehê wê vekiriye ji bo hevkarîkirina xelkê hejar û kêmderamet û koçber û penaberan û girîngiyeke zêde bi kerta tendirustiyê dide”.
Ji aliyê xwe ve Mihemed Reşad Ehmed Birêveberê bi cîh karê li Akademiya Eduynaya Amerîkî, taybet ji bo ragihandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, zanyariyên zêdetir bi me dide û dibêje: “Akademiya Eduynaya Amerîkî li sala 2018 damezraye, ji aliyê rêxistina CEA ya Amerîkî ku wekî beşek ji Wezareta Perwerdeya Amerîkaye, bawerpêkiriye û take hevbeşa Encumena Şahaneya Brîtaniye li bajarê Hewlêrê ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên taqîkirina navdewletiya (IELTS), li Herêma Kurdistanê jî li pêş karên xwe yên salane ya ji bo xizmetkirina civakê, çendîn projeyên zêde taybetiyên xêrxwaziyê bi hemahengiya li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî encam dide”.
Birêveberê bi cîhkarê li Akademiya Eduyna, eve jî xisterû ku “yek ji wan projeyên ku bi hemahengiyê li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane encam didin, projeya (Music beats cancer) ku komek muzîkjenên ji netewe û welatên cûda kom dibin û mûzîk dijenîn, bi navê komkirina hevkariyê ji bo tûşbuyên nexweşiya şêrpence û ji bo wê yekê hêviyeke nû bi wan bê dayîn”. Her wiha got: “Roja 29.11.2022 li civîna me ya li gel birêz Kak Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, me biryar da, salane dahata vê projeyê ji bo (Navenda Awat ya çareseriya nexweşiya şêrpence bi tîşk) bê terxan kirin.”
Hêjayî gotinêye Navenda Awat ya çareserkirina bi tîşk rojane li demjimêr 8ê spêdê heta 16:30 ê êvarî, 130 nexweşan werdigre ku li Herêma Kurdistanê û navîn û başûrê Iraqê ji bo wergirtina çareseriyê serdana wê dikin.
Çareseriya nexweşan li vê navendê de bê beranbere, di demek da têçûya heman çareseriyê ji bo her nexweşek ji derveyê navendê, nêzîkî 24 hezar dolare.
Navenda Awat ya çareserkirina bi tîşk, ji heft beşan pêkhatiye, 58 pizîşk û karmendên xwe heye, ku bi sê demên cûda rojane kar dikin.