Encamdana workşopek li çarçêweya plana herêmî ya mafên mirovan

Piştî wajokirina yaddaşteke li hev têgihiştina li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêkxerê Raspardeyên Navdewletî ya li Hikumeta Herêma Kurdistanê li rêkefta 16.01.2023 encamdana 12 workşop li ser mafên mirovan li sala 2023 li çarçêweya plana herêmî ya mafên mirovan hate ragihandin.
Rêkefta 01.02.2023 li semînerek da ku li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêveçû, li hengava yekem da kerta perwerde û mafên xwendinê li çarçêweya mafên mirovan û asteng û berbestên li ber proseya perwerdeyê hate guftûgo kirin.

Di destpêkê de birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî bixêrhatina amadebûyan: Birêzan (Nûnerên rêxistinan, Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî ya li Hikumeta Herêma Kurdistanê û Parlementerên lîjneya perwerde û xwendinê li Parlemena Kurdistanê), balkişandin li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji dema damezrandinê ve li sala 2005 heta niha, yek ji kertên kar û çalakiyên xwe de girîngîdaneke taybet buye bi perwerde û fêrkirinê. Heman demê de got: “Me hizra Barzaniyê Nemir kiriye bingeha karkirinê li ser perwerdeyê ku kerem kiriye: “Çekê zanistê bikin ser milên xwe û hemû şiyanên xwe bixin kar ji bo rizgarkirina gelê xwe ji nexwendewariyê”, Eve jî selmandiye ku hîç gelek nikare veberhênana mirovî bike, eger girîngiyeke tevahî bi kerta perwerde û fêrkirinê nedabê, her perwerdeye jî pêşketina aborî û binyadnana paşerojeke geş û bi rûmet ji bo civakê mîsoger û desteber dike”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê ku dema birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêmê bû, daxwaz kiriye “li her gundeke Kurdistanê eger du malbat jî hebin, pêwîste xwendingeh ji bo wan bê vekirin”.
Eve jî xiste rû ku piştî hatina bi lehî ya koçber û penaberan û mayîna wan ya li wargehan de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî girîngiyê bi bingehtirînê mafê wan daye, ku desteberê fêrbûn û xwendinê buye. Ewe jî eşkere kir ku tenê li sê salên derbasbûyî 51 projeyên cûr bi cûr li warê perwerde û fêrkarî û pêşxistina şiyana xwendekaran hatine encamdan ku 147.746 xwendekar jê sûdmend bûn.
Yek ji wan mijarên ku Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêdagiriyê li ser kir, pirsa veqetandina xwendekaran ji xwendinê bû. Sedema wê jî vegerand ji bo koçberbûna welatiyan ji ber kirdarên terorîstî, penaxwaziya li welatên dûrî li şer, her wiha topbaranên komara Îslamiya Îranê û bombebarankirina gundên ser tixûb ji aliyê Tirkiyê ve ku bi neçarî hejmareke zêdeyê wan gundan hatine vala kirin.
Birêz Musa Ehmed, eve jî ragihand ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya darayî ya zêdetir li 18.000 zarokên azîz (sêwî) dike û yek ji mercan jî eweye ku zarok li temena şeş salî biçê ber xwendinê û palpiştiya xwendingehê jî ji bo dezgehê bînin. Her wiha salane jî ew hemû azîzên ku nimreya wan li ser 90 bê têne xelat kirin. Behsa ewe jî kir ku her li dirêjahiya xizmetkirina proseya perwerde, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser çiyayê Qendîl, xwendingehek ji bo zarokên koçber avakiriye, bo ku ji xwendinê neyên veqetandin. Li gelek cihan jî ku xwendekaran kêşeya veguhestinê hebuye, bi hanaya wan çûyîn û me hêsankariyê ji bo wan kiriye.
Di derbarê zarokên di nava kampan jî eşkere kir, li wan kampan da ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serpereştiya wan dike, zêdetirê 90 navendên xwendinê û 68.000 xwendekar hene. Lê belê hevkariyên navdewletî gelek kêm kiriye û hinek ji wan jî her nemane.
Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di dawiya gotara xwe da daxwazê ji hikumet û xêrxwazan û rêxistinên mirovî û navdewletî kir, bi hemû awayekê palpiştiya proseya xwendinê bikin.

Paşê birêz Dîndar Zêbarî Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî ya li Hikumeta Herêma Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir. Ji bilî bixêrhatina amadebuyan û piştî pênaseyeke kurt ya bihaya perwerdeyê, ragihand: Yekem care li ezmûna hukimraniya li Herêma Kurdistanê û li kabîneya nehem hatiye, her çi têbîniyên navdewletî ji (UPR) ku xuleke giştî ya Neteweyên Yekgirtî ya ser bi Encumena Mafên Mirovan û her wiha li wê rêkeftinname û peymannameyên navdewletî yên ku Iraq li salên derbasbûyî wajo kiriye, hemû bi paketek û lîsteke Herêm û Bexda buye planek ku kabîneya nehema Hikumeta Herêma Kurdistanê pesend kiriye. Cenabê Serokê Hikumetê gelek bi ciddî palpiştiya me ya serekî buye ku li warê mafên mirovan hem me plan hebê, hem jî bikevê warê bi cîhkirinê. Ev plan jî tenê hewleke navxweyî nîne, madem daxwaziyeke navdewletiye û ji bo Herêmê hatiye, Herêma Kurdistanê jî dixwaze xwe li gel vê daxwazî û prensîpa navdewletî biguncênê”.
Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî ya li Hikumeta Herêma Kurdistanê, li dirêjahiya gotinên xwe de tekez li wê yekê kir ku perwerde û fêrbûn divê girîngiyeke zêdetir pê bêdayîn. Heman demê de got: “Me li gor programeke çar salî ku li berdeste, sala yekem tenê ewe buye ku nikarîn kêmasiyan li gor wan raspardeyên navdewletî destnîşan bikîn, paşê bîra ewe bikîn mekanîzmek ji bo çareseriyê peyda bikîn”.
Birêz Dîndar Zêbarî eve jî dûpat kir ku pêwîste Hikumet û Parlemena Kurdistanê ji bo bi cîhkirina planê hevkar bin. Xwendina mafên mirovan li kertên perwerde li destpêkê heta xwendina bilind, pêwîste cihê wê bê vekirin.
Li beşa dawî ya encamdana wê workşopê da, her yek ji birêzan Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Medya Hişyar Şêwirmenda Yasayî ya Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî li Hikumeta Herêma Kurdistanê û Konay Kîrkonay Nûnera Unesco, bi têr û tije behsa astengiyên li ber proseya xwendinê û rêkarên wê yên çareseriyê li warên cûr bi cûr ve guftûgo kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest