Bi amadebûna birêzan Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, Dr Kurdistan Mukriyanî kesayetiyê akademî û nivîskar û ronakbîr, Dr Viyan Silêman Sekretera Yekîtiya Afretên Kurdistanê, Îsmaîl Berzencî Nivîskar û Rojnamevan, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hejmarek kesayetiyên siyasî û çandî û hunerî û çalakvanên medenî, rêkefta 08/03/2023 hevdem li gel roja cîhaniya jinan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Navenda Xanimên Xanenişîn li Parka Şar ya li Hewlêrê vekir.
Li destpêka vê rêwresmê da birêz nivîskar û rojnamevan Îsmaîl Berzencî ji bilî pîrozbahî û bixêrhatina amadebûyan, behsa projeyê kir û got: Ev cih (Parka Şar ya li Hewlêr) li nav dilê vê paytexta me ya xweşdiviye cihê bîranîn û soza derbasbûyiya çendîn nifşane, ev navend jî destexuşka muzexaneya perwerdeye, ev navend ji bo wê yekê hate dirust kirin, xanimên xanenişîn cîheke xwe hebê ku demên xwe têda bi ser bibin, li vir jî dikarin çi kombûn û rêwresmên wan heye, bi cîh bikin, ez piştrastim li paşerojê da dikarin vê navendê berfirehtir bikin û hemu pêkve rûyê xweşika paytexta me xweşiktir nîşan bidîn”. Ewe jî xisterû ku parka şar ya li Hewlêrê sala 1936 li ser destê Kurdekî Bakûr bi navê Xelîl Efendî hatiye avakirin.
Paşê Dr Kurdistan Mukriyanî, kesayetiyê akademî û sekreterê berê yê Yekîtiya Afretên Kurdistanê, ji bilî pîrozbahiya roja 8ê adarê, li axaftina xwe da ji bo amadebuyan bi vî awayî raya xwe derbirî: “Dixwazim gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikim ji bo ku gelek merdane hatin pêş ji bo vê projeyê, her wiha birêz Kak Umêd Xoşnaw ku herdem bi dengê me ve hatiye, ji bo her daxwaziyeke ku me hebuye, em ku bi navê xanenişîn têne bi navkirin, ji ber eweye li derveyê malê me kar kiriye, ji bo wê yekê em ne xanenişînîn û xaneya ezmûnîn, xaneya zanist û zanyarîne, gencîneyekî dewlemendîn tijî li hizr û bîrîn, li gel ewan da jî em dapîrîn, dayikîn, xûşkîn, xelatîn… Ji bo wê yekê em kaniya avekîn herdem xweşdivî û lêborînî û bexşîn li me belavdibe, em darekîn ku li bin siha me da hûn genc radiwestin. Ev navende çêtirîn û xweşiktirîn û hêjatirîn cihe bo ku em hevtemenên xwe re li vir danustandina bîr û ramanan bikin. Mumê ji dayikbûna xwe li vir pêbikîn. Semîneran rêk bixîn, gencan bînîn cem xwe û ji wan re bibêjîn em kîne?… Em jîla sala 1963 ne, li xwendingeha navendî û piştî navendiya keçan ya Hewlêrê ku me piştgiriyê li şoreşa mezina eylûlê dikir. Me li raperînê da bi ber û dar her çi xwînmijê Kurd hebû, ji Hewlêrê derxist. Eve navendeke xweşike, me kom dike, lê belê em hêjayî gelek ji vê zêdetirîn”.
Paşê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di derbarê wan projeyên ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû têçunê li stûyê xwe girtiye, got: “Mixabin kar û erkê me li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî zêdetir eweye bi hanaya lêqewimiyan ve biçîn, lê belê îro gelek dilxweşîn ku xizmeta dayik û xuşkên xwe dikîn”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez li wê yekê kir ku xanimên xanenişîn, xanimên kedkarin, hêjayî zêdetirin û mafê wane ku cîheke hêja ji bo hewandin û bîhnvedanê hebê.
Ji aliyê xwe ve birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê li gotarek da ji bo rojnamevanan, spas û pêzanînên xwe ji bo bi cîhkirina wê projeyê derbirî û rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li xizmetguzariyên cûr bi cûr de bilind nirxand. Her wiha got: “Dema me wê hizrê li gel xweşdiviyên li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behs kir, ewan hîç derfetek nedan, guftûgo bikîn, yekser biryarê dan û gotin em amadene û têçûya dirustkirina wê navendê li stûyê xwe digrîn”.
Navenda Xanimên Xanenişîn li nav “Parka Şar” ya Hewlêrê daye û ew parke sala 1936 li ser destê Kurdeke Bakûr bi navê Xelîl Efendî hatiye avakirin. Cihê taybetî jî têda ji bo zilamên xanenişîn hatiye avakirin, çendîn sale zêdetirê bi salçûyî rojane li vê parkê da bi dîtina hevdû şad dibin.
Li roja cîhaniya jinan da BCF navenda xanimên xanenşîn vekir
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest