Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dixwaze ruhê mirovdostiya Kurdistaniyan bi cîhanê binasênê

Rêxistina Neteweyên Yekgirtî sala 2012 wekî bîranîneke salane li “Dayika Teresa”, 5ê Eylûlê wekî roja cîhanî ya ji bo karên xêrxwaziyan destnîşan kir. Her li salvegera vê roja pîroz da, birêz Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li hevpeyvînek da li gel kanala asmaniya Kurdistan 24, ji bilî pîrozbahiya li hemû xêrxwazên Kurdistan û cîhanê, got: “Îro rojekî pîroze ji bo wan hemû kes û alî û rêxistinan ku karê mirovî û xêrxwaziyê dikin. Spas ji bo wan hemû mirovan ku li warê karê xêrxwaziyê da kar dikin, bi taybetî xelkê Kurdistanê ku herdem ruhê karê xêrxwaziyê hebûye. Damezrandina dezgehekî xêrxwaziyê ji bo wê yekê xizmetê bi mirovayetî û xelkê hejar û kêmderamet bike, xizmetê bi jîngeh û kultûra neteweyek bike, karekî pîroze”.
Paşê tîşk xiste li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl daye, alîkariyên mirovî ku li nav xelkê Kurdistanê da tê kirin, bi awayekê rêk bixe û bi sîstmatekî bike, bo ku bikarîn baştirîn xizmet û karê mirovî pêşkêşî wan xelkan bikin ku hêjayî ewene xizmeta wan bê kirin. Heman demê de got: “Felsefeya karê me yê xêrxwazî li çarçêweya gotineke Barzaniyê Nemir da ye ku kerem kiriye: [şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bêt]. Her ji bo wê yekê me herdem gotiye xizmetê dikîn û xizmetkarê xelkê xwe ne.”
Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tekez li wê yekê kir ku li karên xêrxwazî, ji bo wê yekê ku dibê amrazek ji bo dilxweşkirina xelkê niyazmend, ji bo wê yekê ji bilî li wê karê, hevdem cûrek xoreka ruhî ye jî ji bo bextewerî û aramî û dilxweşiyê. Her li vî derbarî de got: “Ji bo me dilxweşiyeke du cûre ye, yekem bi wê yekê dilxweşîn ku karê xêrxwaziyê li hest û nesta civaka me da li astekî gelek bilinde, duyem bi wê yekê dilxweşîn ku em dibîne pirek ku wan hevkariyan bi emanetê ve bi wan xelkan digihînin ku pêwîstiya wan pê heye. Lê belê li gel ewe da jî gelek car tûşî dilgiraniyê dibîn ku dibînîn hevkariyên me li asta xwesta lêqewimiyan de nebuye”.
Birêz Îbrahîm Semîn ewe jî tekez kir ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dixwaze ruhê mirovdostiya Kurdistaniyan bi cîhanê binasênê”. Her wiha got: “Li 17 salên derbasbûyî peyama Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ewe bûye ku dezgehekî xêrxwaziya qazanc nexweste û palpiştê serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xelkê xêrxwazên Kurdistanê ye û sal bi sal zêdetir xelkê Kurdistanê baweriyê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dike bo ku li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî karên xêrxwaziyên wan bêne encamdan. Her wiha rêxistinên cîhanî yên ku li warê karên mirovî da kar dikin, alîkar bûn, lê belê zêdetirê 70 heta % 80ê hevkariyan ji aliyê xêrxwazên Kurdistanê ve buye”.
Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li beşa dawî ya hevdîtinê de, got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî navekî pîroz hilgirtiye ku Barzanî ye. Barzaniyê nemir li jiyan û xebata xwe da li gel hemû çînan da bi xweşikî û sadeyî muamele kiriye, me jî peyama Barzaniyê Nemir pêye ji bo wê xelkê û dixwazîn bi awayeke Barzaniyane, Pêşmergane xizmeta xelkê bikîn”. Ewe jî xisterû ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî li Kurdistanê, li her kûdera cîhanê ku pêwîst kiribe û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî karîbe hevkariyê bigihîne, tîmên wê li wir amade bûne.
Anjezë Gonxhe Bojaxhiu (1910 – 1997), naskirî bi (Dayika Teresa), li Skopje ya paytexta komara Makedonya ji malbateke krîstiyanê katolîkî û olî bi eslê xwe Albanî ji dayik bûye. Reben û perestarekî Amerîkî bûye, paşê bûye bi mamosta û xwendingeheke giştî ya li hawar hatinê ya Amerîkî damezrand. Ji bo zêdetirê 45 salan komeleya dayika Teresa yarmetiya hejaran û nexweş û bêserpereştan kir.
Dayika Teresa, girîngiyeke zêde bi zarokên derbeder û bi salaçûyan dida, li temena 75 salî da çû Etyopya bi mebesta yarmetîdana lêqewimiyan piştî belavbûna birçîtiya li welatê wan da ku bi wê sedemê hezaran kes derbeder bûn. Pêşewaya karê xêrxwaziyê bû li cîhanê da, her ji bo wê yekê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li sala 2012 wekî bîranîneke salane, salvegera koça dawî ya Dayika Teresa (5ê Eylûl)ê wekî roja cîhanî ya ji bo karên xêrxwaziyê destnîşan kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest