Hewlêr… Ragihandina projeya pêşbaziya lêkolînên bêhempa

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevbeşiya Zanîngeha Lubnanî – Fransî, rêkefta 04\09\2023 li rêwresmek da “Projeya Pêşbaziya lêkolînên bêhempa” ragihand.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li destpêka rêwresmê da gotarekî pêşkêş kir û piştî bixêrhatina amadebuyên birêz, li beşekê axaftina xwe de got: “Em li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, plana xwe ya salane dadirêjîn, ji bilî li projeyên xêrxwazî û hevkariyan ku bi palpiştiya xêrxwazan û rêxistinên navxweyî û navdewletî bi cîh dikîn, dixwazîn li projeyên zanistî da jî piştevan bîn û bi beşê şiyana xwe hevkar bîn”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tekez li wê yekê kir ku valahiyek li warê lêkolînên zanistî li Herêma Kurdistanê heye, lêkolîn gelek kêm û lawazin, ji bo wê yekê me bi pêwîst zanî bi hevbeşî li gel Zanîngeha Lubnanî – Fransî “Projeya pêşbaziya lêkolînên bêhempa” rabigihînin.
Heman demê de got: “Me hîç merc û rêkar ji bo babetên lêkolînê nîne, belkû tenê hevkarîn, ewe zanîngeh û mamostayên zanîngehê ne ku divê mercên zanistî dabinên û çavdêriya lêkolînan bikin, lê belê divê ewe bizanin ku li Kurdistanê gelek babetên nehatine lêkolîn kirin hene ku pêwîste kar li ser bênekirin. Em li paşerojê jî bi hemû şiyanek ve hewl didîn palpiştiya wan cûre projeyan bikîn”.
Paşê birêz Profesorê Yarîdeder Dr Emîn Salih gotarekî pêşkêş kir û têda behsa wê yekê kir ku “Lêkolîn dinamoya pêşketina her welatekîne”, di derbarê bi lêkolînan jî li Herêma Kurdistanê got: “Hejmara lêkolînên me li salên derbasbûyî ve gelek buye, lê belê gelek li warên din hene ku pêwîste karên ciddîtir li ser bêne kirin”, heman demê de rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vê projeyên hevbeş da gelek bilind nirxand û bi germî spasî kedkarên dezgehê û kedkarên zanîngeha xwe kir, daxwaz ji xwendekaran û mamostayên birêz jî kir hemû şiyana xwe ve girîngiyeke zêde bi lêkolînan bidin.
Li xalekî dinê vê rêwresmê da, birêz Profesor Abdulfetah Abdulrezaq Birîkarê Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî gotarekî pêşkêş kir û ji bilî destxweşî û spas û pêzanîna ji bo projeyên hevbeşa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Lubnanî – Fransî, balkişand li ser wê yekê ku bijarên “bêhempa” ji bo projeyê, bi xwe tiştekî bêhempaye û paşê tîşk xiste li ser kar û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û tekez li wê yekê kir ku ev dezgeh “tixûbên hizbayetî, olî, taîfî û neteweyî derbasbûye û li navbera hîç ji wan aliyan da cûdahî nekiriye û daxwaz jî kir, lêkolînên xwe ber bi pêşketinê de biguherin.
Li beşa dawî ya rêwresma ragihandina projeya pêşbaziya lêkolînên bêhempa, birêz Dr Ebas Burhan Qeredaxî li hevdîtinekê de behsa ewe kir, ji bilî 54 xulên berê vekirine, bingeha wan ji bo lêkolînan dariştiye, heman demê de dilgiraniya xwe ji wê yekê derbirî ku lêkolînên li Herêma Kurdistanê zêdetir ji bo bilindkirina pileya zanistiyê bune. Ruhiyeta karkirina tîmî û berdewambûna li ser lêkolînan kêm buye.
Plana lêkolînên bêhempa ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Lubnanî – Fransî li ser rêk ketine, pêkhatine ji zanistên mirovî, tendirustî, aborî, teknelojiya, kargêrî û jîngehî, lêkolînên serkeftî jî dû milyon dînaran werdigrin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest