Li roja cîhanî ya derûndirustiyê da semînerek li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hate pêşkêş kirin

Li roja cîhan derûndirustiyê da, semînerekî taybet bi derûndirustiyê li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) hate pêşkêş kirin û têda ziyanên maddî xistin rû ku li encama girift û kêşe û nexweşiyên derûniyan ve rû didin.
Samî Abdulrehman Birêveberê Projeya Perwerdeya Azîzan (Zarokên Sêwî) û Lêkolînerê Derûniyê, bi hemahengî li gel Çavkaniyên Miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li rêkefta 10.10.2023 li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), bi helkefta roja cîhanî ya derûndirustiyê ve semînerek pêşkêş kir.
Piştî demeke kurta derûndirustiyê Samî Abdulrehman balkişand li ser wan ziyanan ku li encama kêşeyên derûnî vc dirust dibin û got: “Tendirustî û derûndirustî mafekî seretayî ya mirove û xala serekî ya berev pêşveçûna tak û civakêye li rûyê aborî ve. Li gor amarên rêxistina tendirustiya cîhanî li 36 welatên pêşketiyên cîhanê da, ji ber kêşe û nexweşiyên derûniyan ve salane 925 milyar dolar ziyan bi wan digihe.”
Ewe jî xisterû ku “Li gor lêkolîn û hurgiliyan li hinek welatan yek li çarê xelkê bi sedemeke zêde tûşî kêşe û nexweşiyekî derûnî bûne, nêzîkî 300 milyon kes tûşî nexweşiyên peywist bi metirsiyê dibin bi heman ew rêje li gel nexweşiya xemokî da jiyanê bi ser dibin”.
Li gor amaran salane li cîhanê da 800.000 kes ji ber rewşa nexwestî û guvaş û nexweşiyên derûnî ve xwe dikujin.
Tekez li wê yekê jî kir ku “% 70ê nexweşiyên laşî wekî (qolon, zîbke, qijhilwerîn, lawaziya seksî, zêdebûna xaneyên şêrpenciyên memik, serêşî, giriftên xwarin û xewkirin, birînî gede, pêst, nexweşiyên taybet bi zarokdana jinan, yage û kêmbûna serinc û hwd…) sedemên serekiyên nearamî û nedirustiya derûniye û ji wan re nexweşiyên (derûn cesteyiyan Psychosomatic) tê gotin.
Ev lêkolîna derûnî, sedema serekiya (zerer û ziyanên kerta pîşesazî û aborî û paşketina welat jî li rûyê cûdahiyê ve) ji bo nexweşî û giriftên derûniyan vegerand û got: “Eve jî sedema serekiye ku welatên pêşketî salane pereyekî zêde ji bo warên derûndirustiyê terxan dikin.
Li gor wan amaran ku di semînerê da lêkolîner xisterû, welatên li ser asta cîhanê budceyeke zêde ji bo rûbirûbûn û çareserkirina kêşeyên derûniyan terxan kiriye.
Federasyona Cîhana derûndirustiyê li sala 1992 roja 10ê cotmehê wekî roja cîhaniya derûndirustiyê destnîşan kiriye. Salane li vê rojê da bi mebesta karkirina li ser çareserkirina hemû kêşeyên derûniyan, çalakiyên cûr bi cûr tê kirin û hewl didin, awayeke guncaw ji bo rûbirûbûna nexweşiyên derûniyan peyda bikin ku li encama guvaşên vê serdema jiyanê tûşî mirov dibin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest