Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Konsûlê Giştiyê Çînê çanta û perawgeh li ser xwendekaran da dabeş kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya Konsûlê Giştiyê Çîn li Hewlêrê 1200 çanta û perawgeh û pêdiviyên xwendinê li ser xwendekaran da dabeş kir.
Bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêr û Liu Jun Konsûlê Giştiyê Çîn li Hewlêrê û li çarçêweya projeya (Panda pak) û bi hevkariya (Alibaba Philanthropy – Dezgeha Xêrxwaziya Alibaba) û (China Foundation For Rural Development – Dezgeha Çînî ya ji bo Pêşxistina Gundan) û Konsûlê Çîn li Hewlêrê, roja 07.11.2023 li xwendingeha Bineretiya (Eleta) li wargeha Herşem ya li Hewlêrê, projeya (Panda Pak) ragihand. Proje ji dabeşkirina 1200 çanta û perawgehan li xwe digrê, li destpêka projeyê jî xwendekarên qonaxa yekem û duyema bineretî li wan xwendingehan diyarî têne pêşkêş kirin.
Destpêka rêwresmê û civîna rojnamevaniyê de, birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li daxuyaniyek da piştî bixêrhatina amadebûyan, gotî: “Xweşhalîn ku îro pêşwaziya hevkariyeke xweşika welatê Çînê dikîn ji bo xwendekarên xweşdivî, ev hevkarî ji aliyê me ve babetekî girînge, bi taybetî ku demeke hevkariyên navdewletî gelek kêm kiriye”. Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hêvî xwest, her çi zûtir xelkê xweşdiviyê koçber û penaberan li wargehan bi awayake dilxwazane bi warên xwe şad bibin, her wiha got: “Heta ew azîzan li vir bimînin, erkê me hemû aliyeke ku xizmeta wan bikîn, ev hevkariyane û hewlên berdewamî yên Hikumeta Herêma Kurdistanê, wiha dike baştir bikarîn xizmetê pêşkêşî wan bikîn”. Behsa ewe jî kir ku heta niha jî zêdetir 90 hezar koçber û penaber li 35 wargehên Herêma Kurdistanê nîştecihin, tekez jî li wê yekê kir ku hevkariyên wan li astekî baş da nîne, her li vî derbarî de got: “Li sala 2022 tenê 4 car paketên xorekê hatine dabeş kirin, lê belê li meha 10ê îsal ve (2023) Wezareta Koç û Koçberên Iraqê hewl dide, mehane ew hevkarî berdewam bê”. Daxwaz jî kir li gel hatina demsala sermayê sûtemenî ji bo nîştecihên wargehan û derveyê wargehan jî bê dabîn kirin.
Birêz (Liu Jun) Konsûlê Giştiyê Çînê li Hewlêr, di destpêkê de hevxemiya xwe ji bo koçber û penaberên bê mal derbirî û dergeh vekirina Herêma Kurdistanê jî ji bo koçber û penaberan bilind nirxand. Heman demê de behsa ewe kir ku welatê wan kar ji bo nehiştina hejariyê dike û li çend salên derbasbûyî jî nêzîkî 770 milyon kesan ji hejariyê rizgar kirine.

لە وەڵامی پرسیارێكی پەیامنێری میدیای دەزگای خێرخوازیی بارزانی، بەوەی كە ئایا لە هاوكارییەكانیان بەردەوام دەبن و چ پرۆژەیەكی دیكەی هاریكاریی مرۆییان لە هەرێمی كوردستان دەبێت؟ گوتی: “بە دڵنیاییەوە ئێمە هیوا دەخوازین لە هاوكارییەكان بەردەام بین، ئەمڕۆش كە یەكەم جارە سەردانی ئەم كەمپە بكەم، زۆر دڵخۆشم كە دەبینم، ئەو منداڵە ئازیزانە دڵخۆشن بە دیارییەكان، كە لە لایەن(پاندا پاك)ی چینی دابین كراون. وڵاتی چین توانیویەتی بەسەر چەندین دیاردەی هەژاریدا زاڵ بێت، خەڵكی زۆریشی لە هەژاری رزگار كردووە. بەڵام ئەمە بەس نییە، دەبێت لەگەڵ جیهاندا كاربكەین، بۆ ئەوەی هیچ نەتەوە و وڵاتێك جێ نەهێڵدرێت”، گوتیشی: هیوا دەخوازین لە داهاتوودا كەلوپەلی زیاترمان بە دەست بگات و لە رێگەی كونسووڵخانەكەمانەوە بەسەر خەڵكدا دابەشی بكەین”.
بەڕێز ئومێد خۆشناو پارێزگاری هەولێر، لە وتارەكەیدا دوای بەخێرهاتنی ئامادەبووان و دەربڕینی سوپاس پێزانینی بۆ دەزگای خێرخوازیی بارزانی و كونسووڵی چین، رایگەیاند، “دەزگای خێرخوازیی بارزانی لە ئاستی کەمپەکاندا خزمەتێکی زۆر كردووە و، دەزگای خێرخوازیی بارزانی ئێستا ناسنامەیەكی مرۆیی هەرێمی کوردستان بە هەموو جیهان نیشان دەدات”. وەك باسی كرد، مەبەست لە پێشکەشکردنی ئەو هاوکارییانە بۆ قوتابیان بەرەوپێشبردنی خوێندنە لەناو کەمپەکانی هەرێمی کوردستان و گوتیشی: “حکومەتی هەرێمی کوردستان، بە هیچ جۆرێک لەگەڵ گەڕانەوەی زۆرەملێی پەنابەر و ئاوارەکان بۆ سەر زێدی باب و باپیرانیان نییە. سەرەڕای دۆخی سەختی خۆمان، تا ئەو کاتەی ئاوارەکان لێرە بن، خزمەتگوزارییان پێشکەش دەکەین”.
هیواشی خواست “ئاوارەکانی دانیشتووی کەمپەکانی هەرێمی کوردستان بە شکۆمەندی بگەڕێنەوە زێدی خۆیان و، ئەو گرفت و ئاستەنگانەی بوونەتە هۆی ئاوارەبوونیان، چارەسەر ببن و بگەڕێنەوە”. گوتیشی، “ئێمە سوپاسی نەتەوە یەکگرتووەکان و هەموو نێردەیەکی دیپلۆماسی لە هەرێمی کوردستان دەکەین کە هاوکارییان کردووین. چاوەڕوانیمان لەوان هەیە، بە هۆی ئەو بڕیارەی حکومەتی عێراق داویەتی، پاڵپشتی و پشتگیریی کەمپەکان کەم بووەتەوە، بۆیە داوا لە نەتەوە یەکگرتووەکان دەکەین، هاوکارمان بن بۆ ئەوەی ئاستی خزمەتگوزاری لە کەمپەکان کەم نەبێتەوە”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest