Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya şanda du Dezgehên Xêrxwaziyên Amerîkî kir

Şanda Dezgehên Xêrxwaziya (LDS) û (The Stirling Foundation), roja 21.01.2024 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ya li Hewlêrê kirin û ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de ku birêzan Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Pîr Roland Cey Bak û Boys Fîtzgêrald ji Dezgehên Xêrxwaziya (LDS) û birêz Brîtnî Stêrlîng, Berpirsa Dezgeha (The Stirling Foundation) li Ewrupa û Rojhilata Navîn, amade bûn, guftûgoya projeyên hevbeş û hemahengiya zêdetir yên ji bo paşerojê hatin kirin.
Birêz Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li daxuyaniyeke taybet da ji bo medya (BCF) di derbarê wê hevdîtinê got: “Dezgeha Xêrxwaziya (LDS) ya Amerîkî li sala 2014 ve heta niha bi berdewamî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevbeş û hevkar bûn û çendîn projeyên hevbeşên mirovî li seranserê Herêma Kurdistanê û li kertên cûda de hebu, ew proje bandoreke zêde li ser jiyana xelkê hebû. Projeyên berdewam û demkurt jî têda hebuye, li kerta perwerde jî wekî nûjenkirina xwendingehan û dirustkirina polên zêdetir ji bo navendên xwendinê û dabînkirina pêdiviyên xwendinê ji bo xwendekaran beşdar bûn, her wiha pêdiviyên pizîşkî û dermanan ji bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê dabîn kiriye û çendîn projeyên hevbeşê hawarçûnê hebûne, xizmeta ber bi çav jî bi xwediyê pêdiviyên taybet kirine. Bi giştî yek ji hevbeşên ber bi çavê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûn. Her wiha Dezgeha (The Stirling Foundation) li du salên derbasbûyî da me çend projeyên hevbeş pêkve hebûne. Ev dezgeh jî hevbeşiya projeyên demdirêjên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dibin”.
Her wiha got: “Piştî hatina şanda bilinda wan du dezgehan û hevdîtina wan ya li gel Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tekez li wê yekê hate kirin ku li paşerojeke nêzîk da me projeyên zêdetirê hevbeş dibin ku bandoreke demdirêj li ser civaka Kurdî û Iraqî dibe”.
Hêjayî gotinê ye her du şand û her li heman dem û rêkeftê serdana (Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzm) li Hewlêrê kir, birêz Dr Rewişt Reşîd semînerekî zanistî li ser Otîzmê pêşkêş kir û paşê her du şandan serdana hemû beşên navendê kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest