SÊYEMÎN WARGEHA PÊŞXISTINA MIROVÎ JI BO RÊXISTINÊN KURDISTANÊ

Wargeha pêşxistina mirovî ya rêxistinan ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha Rewange û li bin çavdêriya fermangeha rêxistinên nehikumî bi beşdariya 16 rêxistin û 60 xwendekar li rêkefta 30.04.2019 destpêkir û piştî şeş rojan li rêkefta 06.05.2019 li rêwresmeke hêja da bi dawî hat.

Beşdarbûyên li vê wargehê de 6 roj li xwezaya Kurdistanê da û li bin konan de jiyanê bi ser dibirin û rojane li gor yasayên wargehê muameleyê dikirin. Li rojên wargehê de 3 waneyên taybet ji aliyê çendîn rahênerên xwedî şiyan ve dihate gotin û çend geştên zanistî jî ji bo beşdarbûyên wargehê hate rêkxistin.

Armanca birêvebirina vê wargehê dirûstkirina tora peywendî li navbera endamên rêxistinan û bilind kirina şiyana miroviyan û aşnakirina beşdarbûyan bi jîngeh û xwezaya Kurdistane.

Her yek ji rêxistinên (Rêxistina Pêşxistina Medenî(CDO), tora rêxistinên Helebçe, Alîkar, Tora Gencên Niştîman (NYN), rêxistina Hawar Hatina Netewî (PAO), Qendîl, REACH, Desteya Karubarê Mirovî Dihok, Peymangeha Aborî bi hejmare, rêxistina Binyad, rêxistina Dakokîkirina li Mafê Ajalan, Rêxistina Roşnaya Tendirûstî, Rêxistina Kurds, Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebçe, Heyva Sora Iraqî Hewlêr, Navenda Hemahengiya Qeyranan) li beşdarbûyên sêyemîn wargeha pêşxistina mirovî ya rêxistinan bûn ku ji aliyê DXB û Dezgeha Rewange li bin çavdêriya Fermangeha Rêxistinên Nehikumiyan birêveçû.

Li vê wargehê de ji bilî beşdarbûyan rojane sê waneyên taybet ji aliyê rahênerên xwedî şiyan û şareza ve hatin pêşkêş kirin, jiyanekî nû jî ezmûn dikin li nav dijwarî û nexweşî û xweşiyên xwezayê da, mebesta vê cûre jiyanê zêdetir hest kirine bi wan êş û azarên ku lêqewimî di dema karesatên xwezayî miroviyan da tûşî dibin.

Ew waneyên li wargehê de têne pêşkêş kirin bi vî awayî bûn (Hawar Hatina destpêkî, Se’adula Tahîr, Qonaxên Birêvebirina Proje, Nizar Elî, Zimanê Laş û Ceste Dr Fazil Caf, Çavdêrî û Dûvdaçûn Hogir Çeto, Girîngiya lêkolînê li qonaxên piştî qeyranan Awat Ehmed, Plandanana Stratejî Dr. Şêrko Cewdet, Komkirin Ferhad Samî, Peywendî û Dîplomasiyet Hêmin Hewramî, mînaka îdareya serkeftî ji bo rêxistinên qazanc nexwest Dr Hêja Sindî, Mafên Mirov û Mafê Koçberan Dr. Kirmanc Osman, Serkirdayetî kirin Abdulselam Medenî, Karkirina bi tîm Karzan Nûrî).

Di dema birêveçûna sêyemîn wargeha pêşxistina mirovî ya rêxistinan, beşdarbûyan serdana çendîn navçe û cihên girîngên dîrokî yên Kurdistanê kirin. Ew navçeyên ku serdan kirin li rojên wargehê de pêkhatibûn ji (Mizgefta Kevnar ya Barzan – Mezarê Enfalkiriyên Barzan – Mezarê Mistefa Barzanî, Şikefta Şaneder û gundê Bêdyal ya mesihiyên Barzan).

Ji bo zêdetir rûnkirina şêwazê jiyana li nav wargehê de birêz Rewac Hacî Birêveberê Sêyemîn wargeha pêşxistina mirovî ya rêxistinan li vî derbarî de got: “Li rojên wargehê de pêwîste hemû beşdarbûyan di demjimêrekî diyarkirî da ji xew şiyar bibin û piştî xwe amadekirinê demjimêrek werzîşa sibehî encam bidin, demên xwarin û xweşûştin û cil şûştin hatiye diyar kirin û rojane her grûpek li beşdarbûyên wargehê yek ji erkên pêkanîna karubarê nav wargehê pê rasipartin, rojane di dema diyarkirî da wane destpêdikin û piştî dawî hatina hemû çalakiyan li nav wargehê pêwîste hemû beşdarbû di dema diyarkirî da bixewin ji bo roja paştir ji nû ve bi heman bernameyê amadeyê çalakiyan bibin”.

Di derbarê armanca wargehê de jî got: ” Li vir da armanc komkirina wê hejmara rêxistinan pêkve bi mebesta dirûstkirina peywendiyekî zêdetir û bihêzkirina karê hevbeş li navbera rêxistinan da û girîngtirîn armanc jî bilindkirina asta şiyana miroviya rêxistinane û ezmûnkirina jiyanekî nû ji bo gişt beşdarbûyan û rûheyeta karê bi grûp û hevkarî kirina zêdetir û dirûstkirina pira peywendiya li navbera endamên rêxistinane”.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dû wargehên dinê pêşxistina mirovî ji bo karmendên xwe birêvebiriye û li sêyemîn wargehê de bi hevbeşî li gel Rewange û bi çavdêriya Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî kariye beşdarî hejmareke ber bi çav ya rêxistinên din bike, heta pêkve bikarin danustandina ezmûnên karkirinê bikin. Li gor gotina Serokê DXB û Birêveberê Bicîhkarê Dezgeha Rewange, wargeh heman awayî li salên pêş da bi awayeke berfirehtir ji bo rêxistinan berdewam dibe.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest