Xwebexş
Hela bûna bi xwebexş li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Pênaseya xwebexş
Xwebexş ew kese ku bi dilxwazî û azadane bê beramber amadeye (behre – xizmetguzarî – dem)a xwe bibexşê ji bo berjewendiya giştî. Karê xwebexşî bi navê armanceke ku xwebexş bawerî pê heye û li gel peyam û dîtina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî diguncê.
Karê xwebexşiyê
Pêkhatiye ji wan şiyanên ku komek kes yan take kesek pêşkêş dike bi bê beramber wekî beşdarî kirina bi bihêzkirina bingehên ruh û giyanê hevkarî û mirovî ya civakê.
Xwebexşiya berdewam
Li rêya peymaneke 3 heta 6 mehan li navbera xwebexş û beşa çavkaniyên mirovî de, xwebexş li dezgehê (BCF) dest bi karkirinê dikin. Ev cûre xwebexş wekî karmendên fermî dewam dikin ku pênç roj li hefteyek û rojane heşt demjimêre, ji bo wê yekê bi heman proseya damezrandina karmendan re derbasdibin. Xwebexş berdewam mûçeya xwe ya mehane nîne, tenê ji bo xerciya hatin û çûnê li cihê nîştecîhbûnê li Baregeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mehane pereyeke diyarkirî ji bo wan tê xerc kirin ku salane li budceya salê tê pejirandin. Xwarin û vexwarin û mayîna wî di dema çalakiyê de bi heman awayê karmendan dibê. Piştî ku bê kêmasî (60) rojên kar derbaskir wê demê mafê wî heye bawernameya xwebexşiyê werbigre ku dezgeh li rêwresmek de pê dibexşê, piştî temam bûna dema girêbestê xwebexş ji bo cûreya xwebexşiya fêrbûyî û amade tê veguhestin.
Xwebexşên amade
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo bersîvdana qeyranan li hemû bajar û bajarokan tîmên xwebexşê fêrbûyî amade dike, li rahênanan ji bilî bingehên karê xwebexşiyê, rahênan bi wan tê kirin li warê bersîvdana qeyranan û çawayiya xweparastin û bi hanaveçûna xelkê, ew cûre xwebexşiye tenê di dema pêwîst û zêdebûna kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tê bang kirin. Ev cûre xwebexş li ser du beşên serekî têne dabeş kirin, beşa yekem ew kes dibin ku bi dest û bazû beşdarî karê xwebexşiyê dikin û beşê duyem ew kesin ku bi bîr û fikrê wan palpiştiya karan dikin û şîret û rawêjê pêşkêşî dezgehê dikin. Piştî encamdana rahênan û fêrbûnê xwebexşê amade, li nav tixûbê bajar yan parêzgehê çalaktirîn xwebexş jî tê destnîşankirin, grupeke 20 kesî li her bajarek tê amade kirin û li ser çawayiya gihandina alîkarî û hevkariyê, dezgeh di demên pêwîst de sûd ji şiyanên wan werdigrê, lê belê bi awayê diyarkirî dewamê fermî nakin. Ji bo her rojeke dewamkirinê 10،000 (deh hezar dînar) ji bo wan tê dabîn kirin wekî xerciya hatin û çûnê ji bilî li xwarin û vexwarinê ku heman mafê karmendan dibe. Beşa çavkaniyên mirovî bawernameya xwebexşiyê pêşkêşî wan kesan dike ku 30 sîh rojên karkirinê derbaskiribin.
Xwebexşiya derve
Dezgeh hevkar dibê li karê xwebexşiya li karkirina xelkê ya li derveyê Herêma Kurdistan û Iraqê. Bi pêşkêş kirina daxwaznameyên ji aliyê xwebexşên dezgehê ve nirxandin ji bo şiyan û ezmûn û mebesta xwebexşan dike, her wiha xwebexş pêwîste rapora (CBR) pêşkêşî dezgehê bike wê demê biryar li ser wergirtina xwebexş tê dayîn. Li hinek rewşan de eger dezgeh pêwîstî pê hebû têçûna ticket û bileta firokeyê û cihê mayîna şevane û têçûna vîze ji bo xwebexşên derveyê welat dabîn dike.
Xwebexşên xwendekar
Xwendekarên ku qonaxa dawiya xwendinê ne ku merc ji bo wan hatiye danîn, ji bo wergirtina bawernameyê divê rahênana havînê bikin wekî xwebexşê xwendekar têne hejmar kirin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hîç muçeyek yan hevkariyek nade wan bi tenê dikarin ji wan xwarin û vexwarinên ku ji bo karmendên dezgehê jî hatiye amadekirin bi bêberamber sûdmendbibin. Beşa çavkaniyên mirovî bawernameya xwebexşiyê nebexşê van cûre xwebexşan, lê belê belgenameya rahênana havînê ji bo wan pir dike ku li ciheke diyarkirî pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirine. Piştî wergirtina nivîsa fermî ya ji navenda xwendinê ya ji bo mafê beşa çavkaniyên mirovî ya dezgehê berî bersîvdana nivîsa qebulkirinê lêkolînê bike ji ehlaq û rewşta xwendekar ku li gel yasayên dezgehê biguncê.
Mercên bi xwebexşbûnê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
- Temenê yasayî temam kiribê
- Baweriyeke tevahî bi karê xwebexşî û dilsoziyê hebê.
- Nabê xwebexş hîç tawaneke kiribê yan ji ber bê rewştî û bê ehlaqî hatibe zîndanî kirin.
- Nabê bi bikaranîna maddeya hişbir yan alîgirê grupên tundrew û terorîstî hatibe tawanbar kirin.
- Rewşa deruniya wî temam bê û kesekê li ser xwe bê.
- Li gor yasayên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xwebexşê berdewam, nabê xizmên wî yên bi pile (1-2-3) li dezgehê hebê.
Mafên giştiyên xwebexş
Di dema erk da xwebexş hemû mafên karmendên fermî dibe.
- Mafê wî heye muhleta nexweşî werbigrê û li bîhnvedanên fermî de jî wekî karmendên fermî dewam neke.
- Mafê wî heye li çalakî û semîner û konferans û bernameyên karê dezgehê de beşdar bibe.
- Mafê wî heye li xûl û rahênan û workshop û fêrbûnên meydanî yên dezgehê de beşdar bibe.
- Di dema damezrandinê de ji bo posteke betal ya wekî karmendeke li dezgehê (5) nimreyên qonaxa hevdîtinê ji bo wan tê hejmar kirin.
- Xwebexşî (berdewam û amade) li gor bireke diyarkirî hevkariya maddî werdigrin.
- Mafê wergirtina bawernameyê heye li rêwresmek ku dezgeh li salek da (3) caran saz dike.