Karzan Nûrî li hevpeyvîneke bi kanala asmanî ya Kurdistan 24: Projeya dabînkirina kareba bi rêya uzeya rojê ku ji bo xwendingehan hatiye berfirehtir kirin û 25 xwendingehên din li xwe digre

Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li hevpeyvîneke bi kanala asmaniya Kurdistan 24 behsa projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kertên perwerdeyê de dike û tekez jî li wê yekê dike ku sîstema nû ya cîhanê bi wê aliyê ve dibe ku sûd ji uze û enerjiya pak û xwezayê bibîne. Ewe jî dixerû ku Hikûmeta Iraqê li dirustkirin û nûjenkirina navendên xwendinê li Herêma Kurdistanê de kêmasî nekiriye.

Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li hevpeyvînek de bi kanala asmaniya Kurdistan 24 ku li rêkefta 28\07\2025 û piştî ragihandina projeya dabînkirina kareba (Li rêya uzeya rojê) ji bo xwendingehên li tixûbê parêzgeha Dihokê encam da. Di derbarê heman proje û li bersîva pirsiyarên pêşkêşkarên bernameyê de, balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, herdem hewl daye li kerta perwerde de roleke bi bandor bibîne, ji bo bar sivikkirina Wezareta Perwerde û li heman demê da sûdgihandina bi xwendekarên xweşdivî. Li vî warî da plana kurt maye û plana xwe ya demdirêj heye.
Di derbarê projeya dabînkirina kareba (Li rêya uzeya roj) ji bo xwendingehan jî ku ew proje Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî bi dezgehên (LDS) ya Amerîkî û (The Stirling Foundation) ya Amerîkî bi cîh dike û got: “Ew proje dû ra û regên xwe heye. Regeke wê perwerdeye û rehendeke din jî jîngeyî ye û peywendî bi uzeya paqij ve heye. Sîstema nû ya cîhanê jî bi wî aliyî ve dibe ku sûd ji uzeya paqij û xwezayê dibîne”.
Karzan Nûrî tekez li wê yekê kir ku keşuhewaya Herêma Kurdistanê gelek guncayî ye ji bo dabînkirina kareba (li rêya uzeya rojê), Ji bo wê yekê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi rêxistinên navdewletî gelek bi ciddî kar li ser kirine û li paşerojê de jî berdewam dibîn. Ewe jî xiste rû ku li sala derbasbûyî ”Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, sala par (2024) li yekem destpêşxeriyê da, 10 xwendingehên li Herêma Kurdistanê kir. Li dabînkirina kareba li rêya ûzeya rojê ve sûdmend kiriye. Îsal jî (2025) proje hatiye berfirehtir kirin û 25 xwendingehên din li xwe digre. Ewe jî cihê dilxweşiyê bi nav kir ku li gor amareke Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê heta niha 120 xwendingehên kareba li rêya ûzeya rojê ve hatiye dabîn kirin. Tekez li wê yekê jî kir ku “Hikûmeta Iraqê li dirustkirin û nûjenkirina navendên xwendinê li Herêma Kurdistanê kêmterxem bûye. Lê belê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tenê li sala 2023 kariye 203 xwendingehan nûjen bike. Li sala 2024 jî 50 xwendingehên din jî li Herêma Kurdistanê nûjen kiriye”. Di derbarê dirustkirina avahiyên xwendingehan jî got: “Li Sidekan dû xwendingeh û li Helebçe xwendingehek û li Kevnegurg ya li devera Mêrgesor jî xwendingeheke din me ava kiriye”. Ewe jî dûpat kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sala 2023 li ser daxwaza Wezîrê Perwerde û piştî hemahengiyeke tevahî bi Wezareta Perwerde projeya zêdekirina polan ji bo xwendingehan bi cîh kir. Ewe jî roleke mezin li nehiştina sê dewamî ya xwendingehan de hebûye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest