Hêla Kar

Li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Çawayiya Wergirtina Karmendan

Pêvajoya damezrandinê li BCF wiha ye:
Dema projeyeke nû an jî posteke vala hebe, agahiya kar li ser malpera BCF tê weşandin. Kesên xwestî dikarin daxwaznameyên xwe bi awayê online pêşkêş bikin û CVya xwe bi formata PDF pêşkêş bikin.
Piştî pêşkêşkirina daxwaznameyê, hemî CVyên hatine wergirtin têne lêkolînkirin. Heşt (heya deh (10) berendam ji bo azmûna nivîskî têne hilbijartin û vexwendin. Ji nav wan berendamên ku bi serkeftî azmûnê derbas dikin, sê (3) berendamên sereke ji bo hevpeyvîna rûbirû têne vexwendin.
Li gorî encama dawîn (navînî ya pûana azmûnê û pûana hevpeyvînê), berendamê ku di rêza yekem de ye dê were damezrandin.

Têbînî:
Heger di nav sê (3) hefteyan de ji aliyê BCF ve têkilî bi tu daxwazkaran re neyê kirin, divê ew daxwaznameya xwe nehatî hilbijartin bihesibînin.
Ew kesên ku yek ji xalên jêrîn di wan de hebin, rasterast ji pêvajoya hilbijartinê têne derxistin û nikarin bi BCF re bixebitin:
Heger temenê wan ji 18 salî kêmtir be.
Heger şertên sereke yên ku di agahiyê de hatine gotin, di wan de nebin.
Heger xwendekar bin.
Heger karmendê hikûmetê an kadroyê partiyekê bin.
Heger xizmekî wan ê pileya yek, duyemîn an sêyemîn li BCF kar bike.

Available Vacancies