Bi helkefta Roja Cîhanî ya Penaberan merasîmeke taybet li Hewlêrê birêve çû

Mûsa Ehmed: Piştî kêmkirina alîkariyên ajans û rêxistinan, niha barê giran ketiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî.
Bi amadebûna hejmarek ji berpirsên hikûmî, nûnerên rêxistinên navdewletî û kesayetiyên navdar, bi helkefta Roja Cîhanî ya Penaberan merasîmeke taybet ji bo penaberan birêve çû; tê de karên hunerî û berhemên destan ên penaberan hatin nîşandan.
Her sal di 20ê Hezîranê de, wek Roja Cîhanî ya Penaberan, li piraniya welatan merasîmên taybet tên lidarxistin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevahengiya digel Fermangeha Peywendiyên Derve û Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), û bi amadebûna Wezîrê Navxwe, Parêzgarê Hewlêrê û Rêveberê Navenda Hevbeş a Hevahengiya Qeyranan (JCC), di vê rojê de merasîmeke taybet birêve bir.

Di destpêka merasîmê de, Toby Harward, Nûnerê UNHCR li Iraqê, tevî bi xêrhatina amadebûan û pîrozkirina Roja Cîhanî ya Penaberan, pesna pola girîng a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo wan xizmetguzariyên mirovî yên cûrbecûr ku salên dirêj e pêşkêşî penaberan dikin û bûne piştgirekî bihêz ji bo baştirkirina jiyana wan. Got jî: “Roja Cîhanî ya Penaberan di vê salê de peyameke bihêz û yekgirtî hildigire: ‘Em sonda parastinê bi cih tînin heta ku her kes di ewlehiyê de be.’”
Toby Harward behsa wê yekê jî kir ku 57 sal berê, piştî bidawîbûna Cenga Cîhanî ya Duyem, cîhanê sozeke girîng da ku xêra wê ji bo her kesî hebû; ew kesên ku neçar dibin ji mal û cihên xwe birevin, mafê wan heye daxwaza penahî û ewlehiyê bikin û di jiyaneke silamet de bijîn. Ev soz qet ji bo hejmareke kêm nebû; belku ji bo me hemûyan bû.
Herwiha got: “Li Iraqê, penaber bi dilfirehî, lêborînî, hevxemî, rêz û mêvanperweriyê tên pêşwazîkirin. Her wiha derfet ji wan re tê dayîn ku bibin xwedî şiyana pişta xwe bi xwe girêdanê û beşdarî geşepêdana civakên mêvandar bibin.
Ev rastî li tu derê wek Herêma Kurdistana Iraqê diyar nabe; herêmek ku zêdetirî deh salan e mêvandariya nêzîkî 300 hezar penaberan kiriye.”

Li Iraqê, soza parastinê di siyaset û rênimayan de reng vedaye ku ji aliyê hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên cîbicîkirin. Ev siyaset çarçoveyeke zelal ji bo pêvajoya daxwazkirina penahiyê û parastina mafên penaberan dabîn dikin, her wiha hevsengiyê digel berjewendiyên yasayî, kargêrî û ewlehiyê yên welat diparêzin.
Li Herêma Kurdistanê, ev soz di rêya têkelkirina penaberan di nav jiyana civakî û xizmetguzariyên giştî de tê cîbicîkirin. Di salên borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya hevparên me yên navdewletî, hejmarek siyasetên pêşkeftî cîbicî kirine ku rê li ber penaberan vekiriye ji bo gihîştina bi xwendin, tenduristî û parastina civakî. Herêma Kurdistanê di cîhanê de yek ji pêşeng û afirînerên vê fikrê bûye, her çend barekî darayî yê mezin xistiye ser aboriya xwe.
Nûnerê Komîsyona Bilind a Karûbarên Penaberan got: “Li Iraqê em di UNHCRê de, her wiha bi dehan hezar kesên koçber û penaber ên ku sûd ji van siyasetan wergirtine, deyndarê spasiyeke mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.”
Pêşhatên nû li Sûriyê hêviyeke nû ji bo van rêyan afirandiye. Tevî astengiyên berdewam, hejmarek ji penaber û koçberên navxweyî dest bi vegera bo mal û herêmên xwe kirine.
Digel guherîna rewşan, pêwîst e em her tiştê ku di şiyana me de hebe bikin ji bo piştgirîkirina wan penaberên sûrî yên ku daxwaza vegerê dikin; bi wê şertê ku ew veger bi zanyariya tam, bi xwesteka wan bi xwe, û di bin garantiya ewlehî û rûmetê de pêk were.
Her çend îro bala me li ser penaberan be jî, nabe em koçberên navxweyî yên Iraqî ji bîr bikin. Gelek kes, bi taybetî qurbaniyên şerên sala 2014an, hîn jî di kampan de mane û nikarin vegerin herêmên xwe yan jî çareseriyeke mayînde bibînin.
Hewleke rastîn û berdewam ji bo çareserkirina koçberbûna navxweyî li Iraqê pêwîst e, daku têkelbûna berdewam, aramiya demdirêj û jiyaneke silamet û bi rûmet ji bo her kesî were dabînkirin.
Toby Harward bi van gotin û dirûşman dawî bi gotara xwe anî: “Di dawiyê de, ez careke din spasiya xwe ya kûr pêşkêşî hevparên hikûmî, rêxistinên neteweyî û navdewletî, penaber û civakên mêvandar dikim ku her roj çavkaniya teşwîq û îlhama me ne.
Heta ku her kes di ewlehiyê de be, pêwîst e em di kiryarên xwe de berdewam bin.
Heta ku her kes di ewlehiyê de be, pêwîst e em mil bi milê hev rawestin.”

Pişt re Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tevî bi xêrhatina mêvanan, ronahî xist ser çîroka serkeftina rûniştvanên kampan û ew wek serkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xelkê Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di îdarekirina kampan de bi nav kir.
Behsa wê yekê jî kir ku di salên 2013 û 2014an de pêleke berfireh a koçber û penaberan berê xwe da Herêma Kurdistanê, ku erkê pir giran xiste ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka Kurdistanê bi giştî û rêxistinên mirovî yên wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî; lê belê Serok Barzanî ferman kir: “Ew mêvanên me ne.”
Mûsa Ehmed tekez kir ku Roja Cîhanî ya Penaberan (20ê Hezîranê) ji bo Kurdistaniyan xwedî wateyeke taybet e, bi taybetî ku di xizmetkirina koçber û penaberan de mînakeke wusa nîşan dane ku cîhana mirovahiyê pê serbilind e. Got jî: “Di roja yekem a çêbûna kampan de, xelkê me wek xwişk û birayên xwe pêşvazî li wan kirin û bi hawara koçber û penaberan ve çûn. Zêdetirî 40 roj derbas bûn heta ku ajans û rêxistinên navdewletî gihîştin; di wê heyamê de pêşmerge, xelkê sivîl, mamoste û xwendekaran pêşwazî li wan xelkî kir. Ew koçber bûbûn û tu tiştek bi xwe re neanîbûn.”
Her wiha piştrast kir ku di demeke pir kurt de, rêjeya rûniştvanên Kurdistanê bi rêjeya %33 zêde bû, ew jî erkê hikûmeta herêmê pir giran kir, bi taybetî ku şerê DAIŞê û qeyranên cûrbecûr berê xwe dabûn hikûmetê. Got jî: “Rewşa kampan mixabin ne rewşeke guncaw e. Piştî kêmkirina alîkariyên ajans û rêxistinan, niha barê giran ketiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî.”
Mûsa Ehmed bi germî pîrozbahî li hemû penaberan bi giştî kir û Roja Cîhanî ya Penaberan jî wek rêzgirtinekê ji bo wan mîlyonan kesan hesiband, ku ji ber şer, tundûtûjî yan jî binpêkirina mafên mirovan neçar mane welat, mal û warê xwe biterikînin.
Ev roj derfetek e ji bo bîranîna êş û nexweşiyên penaberan û her wiha ji bo piştgirîkirina mafên wan ên bingehîn, wek mafê jiyanê, ewlehî, xwendin û dermankirina tenduristiyê. Penaber tenê hejmar nîn in; her yek ji wan xwedî çîrokeke taybet, xewn, hêvî û paşerojekê ye ku pêdivî bi derfet û piştgiriyê heye.
Di cîhanekê de ku hejmara koçber û penaberan her ku diçe zêde dibe, girîng e hemû civak û dewlet hevkarî û hevxemiyeke zêdetir nîşan bidin û ji bo dabînkirina jiyaneke şayiste û aram ji bo wan kar bikin. Di vê bîranînê de, tekezî li ser girîngiya piştgirî û dabînkirina jiyaneke birûmet ji bo penaberan tê kirin, wek erkê mirovî û navdewletî.

Pişt re Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di gotara xwe de behsa wê kir ku Roja Cîhanî ya Penaberan, roja bîranîn û rêzgirtina li wan mirovan e ku neçar bûne warê xwe biterikînin. Got jî: “Penabertî ne tiştekî hêsan e, û gelek ji xelkê Kurdistanê bi xwe, yan bav û kalên wan tam û tehlî koçberî û jiyana dûrî niştimanê tam kirine.”
Wek ku behs kir: “Dema bi mîlyonan penaber û koçber berê xwe dan Herêma Kurdistanê, hejmara rûniştvanên herêmê bi şêweyekî berçav zêde bû. Ev di demekê de rû da ku herêm bi qeyrana aborî re rûbirû bûbû û di heman demê de şerê li dijî DAIŞê dikir. Lê belê, biryara serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ew bû ku derî û dilên xwe ji penaber û koçberan re vekirî bihêlin, ew jî bi kiryar hat cîbicîkirin. Herêma Kurdistanê ne tenê siyaseta hewandina penaberan girt ber xwe, belku gelek ji wan bûn beşek ji civakê; di warê aborî, perwerde û jiyana giştî de beşdar bûn û behre û şiyanên wan bûn sedema pêşketina civakê.”
Her wiha got: “Ew zarok û ciwanên ku li kampan mezin bûne, tenê mêvan nîn in, belku beşek in ji civaka me. Em berî her tiştî wek mirov li wan dinêrin. Deriyên Herêma Kurdistanê li ber hemû pêkhateyên Iraqê vekirî bûne; Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Keldanî, Mesîhî, Misulman, Êzidî, Şîe û Sunne, hemûyan di dema tirs û metirsiyê de li vir aramî dîtine.”
Vegera bo warê bingehîn mafê her kesî ye, lê divê ew veger di bin rewşeke aram, ewlehî, xizmetguzarî û jiyaneke şayiste de be. Herêma Kurdistanê tu carî siyaseta vegerandina bi zorê nemeşandiye û biryar di destê xelkê bi xwe de ye; yên ku dixwazin li Herêma Kurdistanê bimînin, bi dilxweşî pêşwaziya wan tê kirin, û yên ku dixwazin vegerin malên xwe jî, divê ew derfet û merc ji wan re werin dabînkirin.
Mixabin, hîn jî gelek ji xelkê Şingal û Deşta Nînewayê nikarin bi şêweyekî mayînde vegerin malên xwe. Çareseriya vê kêşeyê ne di koçberî û terkkirina niştiman de ye, belku di dabînkirina rûmet û jiyaneke şayiste de ye ji bo xelkê li warê wan bi xwe.

Paşê Rêber Ehmed, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî bi xêrhatina amadebûyan û pîrozkirina Roja Cîhanî ya Penaberan, ragihand: “Di Roja Cîhanî ya Penaberan de, em tenê li hejmar û amaran nanêrin, belku em bîranîna wêrekiya wan mîlyonan dikin ku ji ber şer, tundûtûjî û çewsandinê neçar mane ji warê xwe dûr bikevin û tenê bi hêviya jiyaneke aram berê xwe dane paşerojê.”
Herêma Kurdistanê ji bo çendîn salan, ne tenê cihê parastinê bûye, belku ji bo hezaran malbatan bûye penageheke rastîn; cihek ku tê de ewlehî, rûmeta mirov û hesta hevbeşiyê dîtine.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku: “Ev çanda mirovî bi zanyarî û mîhrîbaniya cenabê Serok Mesûd Barzanî hat avakirin, dema ku biryara dîrokî hat dayîn ku her kesê daxwaza parastinê bike, neyê redkirin. Di bin vê dîtinê de, Herêma Kurdistanê bi serbilindî pêşwazî li zêdetirî du mîlyon û nîv penaber û koçberên navxweyî kir.”
Her wiha diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr [wê demê] Nêçîrvan Barzanî, bi bikaranîna hemû şiyan û saziyên xwe, karî bersiveke bi bandor bide wê rewşa mirovî.
Got jî: “Ev rêbaza mirovî heta niha berdewam e û di bin siha serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji qonaxa hawarçûna demkî derbas bûye bo qonaxa parastina rûmetê û dabînkirina çareseriyên mayînde. Tevî rewşên herî dijwar ên aborî jî, xizmetguzariyên xwendin, tenduristî û jiyana aram ji bo penaber û koçberan berdewam bûne.”
Wek ku behs kir: “Bi hevbeşiya nêzîk a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û UNHCRê de, pêngavên girîng hatine avêtin ji bo dabînkirina parastina yasayî û mafên navdewletî yên daxwazkarên penahiyê. Di nav vê sîstema mirovî de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roleke bingehîn heye û bi şêweyekî pîşeyî û berdewam, berpirsiyariya birêvebirin û hevahengiya kampên penaber û koçberan girtiye ser milê xwe. Ev model jî bûye sedema bidestxistina nasnameyeke navdewletî ji bo Herêma Kurdistanê.”
Got jî: “Pêwîst e em bi rastgoyî amaje bi wê yekê bikin ku Herêma Kurdistanê hîn jî barekî giran ê mirovî hildigire û nêzîkî mîlyonek penaber û koçberên navxweyî dihewîne. Ev berpirsiyarî bandoreke mezin li ser dibistan, sektora tenduristiyê, xizmetguzariyên giştî û jêrxana herêmê dike, bi taybetî di demekê de ku piştgiriya navdewletî her ku diçe kêm dibe. Berpirsiyariya mirovî, berpirsiyariyeke hevbeş e û nabe tenê li ser milê civakên mêvandar bimîne.”
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de diyar kir ku wan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku çareseriya bingehîn ji kêşeya koçberan re bibînin û got: “Di heman demê de, daxwazê ji hikûmeta nû ya Iraqê dikin ku çareserkirina kêşeya koçberbûnê bixe nav herî pêşîn (ewlewiyet)ên xwe yên niştimanî. Piştî derbasbûna gelek salan bi ser trajediya Şingalê de, hîn jî bi hezaran hemwelatiyên Iraqî ji mal û warên xwe dûr in û li benda wê rojê ne ku bi aramî, rûmet û ewlehiyê vegerin. Wext hatiye ku pêngavên cidî werin avêtin û Rêkeftina Şingalê bi temamî were cîbicîkirin, ji ber ku xelkê Şingalê û hemû awareyên Iraqê, berî her tiştî pêdiviya wan bi çareserî û encaman heye, ne tenê bi sozan.”

Di heman demê de daxwaz ji civaka navdewletî kir û got: “Her wiha em daxwazê ji civaka navdewletî û ajansên Neteweyên Yekbûyî dikin ku di piştgiriya xwe de berdewam bin û veberhênanê (sermayeguzarî) di jêrxan û berxwedana civakan de bikin, ji ber ku ev dem pêdivî bi hevkarî û hevbeşiya zêdetir heye.”

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest