Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya bernameyên xwe yên mirovî, civakî û şiyanbexşînê de, komek çalakiyên cur bi cur li kampên koçber û penaberan li sînorê parêzgehên Hewlêr û Dihokê birêve birin. Ev çalakî ji dabînkirina alîkariya xurek û alîkariya diravî ve, heta xulên pîşeyî û fêrkarî yên ziman û teknîk û hunerê dirêj dibin.
Di rojên 23 heta 27ê Tebaxa 2026an de, hejmarek ji çalakiyên mirovî, perwerdeyî û pîşeyî li çend kampan li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatin birêvebirin, ku her yek ji wan bi şêweyekî cuda pêdiviyên zarok, ciwan û malbatên koçberan dixe ber çavan.
Çalakiyên dilxweşker ji bo zarokên Kampa Behirke
Di 24/08/2026an de û bi hevkarî û hevahengiya bi Rêxistina Hand Of Help re, çalakiyeke dilxweşker û perwerdeyî ji bo zarokên Kampa Behirke 1 hat birêvebirin.
Di çarçoveya vê çalakiyê de, lîstok û pêdiviyên taybet ên zarokan hatin belavkirin û bi mebesta çêkirina demek tijî kêfxweşî ji bo zarokan komek çalakiyên dilxweşker û perwerdeyî hatin encamdan. 60 zarok ji vê çalakiyê sûdment bûn.
Ev cure çalakî roleke girîng di avakirina jîngeheke çalak û dilxweşker de ji bo zarokên kampan heye.
Fêrbûn û pêşxistina şiyanan li Kampa Quştepe
Di heman çarçoveyê de, Kampa Quştepe bûye cihê birêvebirina çendîn çalakiyên fêrkarî û perwerdeyî.
Di 23/08/2026an de, li Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Osman Sebrî, xuleke fêrkirina xwendin û nivîsîna zimanê kurdî bi tîpên latînî ji bo hejmarek ji xwedan pêdiviyên taybet dest pê kir.
Di xulê de 11 kes (6 keç û 5 kur) beşdar bûn. Ev xul di çarçoveya bernameyên piştgirî û pêşxistina şiyanên xwedan pêdiviyên taybet de tê birêvebirin.
Her di heman rojê de, xula fêrkirina mûzîkê li heman navendê dest pê kir. Beşdarên xulê li ser du koman hatin dabeşkirin; koma yekem ji bo zarokan û koma duyem ji bo ciwanan, 15 kes (10 keç û 5 kur) di wê xulê de beşdar bûn.
Herwiha di dîroka 23/08/2026an de, xula fêrkirina karên destan ji bo keçan li Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Osman Sebrî dest pê kir, ku 21 keç tê de beşdar bûn.
Ev xul û bername digel wê yekê ku derfeta fêrbûn û bikaranîna demê bi şêweyekî berhemdar ji bo beşdaran dabîn dikin, gavek in ji bo pêşxistina şiyanên wan û bihêzkirina baweriya bi xwe.
Berdewamiya alîkariyên mirovî li kampan
Di warê dabînkirina pêdiviyên mirovî de jî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam e li ser gihandina alîkariyê bo malbatên koçberan.
Di 27/08/2026an de, bi hevahengiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi bexşîna Rêxistina Mirovdostan, li Kampa Xazir M1 goştê mirîşkan hat belavkirin. Di çarçoveya vê alîkariyê de 128 malbat sûdment bûn.
Her di heman rojê de, çalakiyeke heman awayî li Kampa Hesen Şam U2 bi hevahengiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi bexşîna Rêxistina Mirovdostan hat birêvebirin û goştê mirîşkan li ser 81 malbatan hat belavkirin.
Xizmetkirina mirovahiyê; ji pêdiviyên seretayî ve heta şiyanbexşînê
Cûrbecûriya van çalakiyan nîşan dide ku karê mirovî tenê bi dabînkirina pêdiviyên seretayî bi dawî nabe; belku piştgiriya derûnî û civakî, fêrbûn, pêşxistina şiyanan û avakirina jîngeheke çalak ji bo zarok û ciwanan beşekî girîng ê xizmetkirina civakê ye.
Ji Kampa Behirke ve heta Quştepe, Xazir û Hesen Şamê, çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewlek in da ku pêdiviyên mirovî bi şêweyekî cûrbecûr û li gorî pêdiviyên her komekê werin bersivandin.
Bi vî awayî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di berdewamiya xizmet û alîkariyên xwe yên mirovî de, hewl dide bernameyên xwe ji gihandina alîkariyê derbas bike û ber bi avakirina derfetan, şiyankirin û bihêzkirina jiyana aware û penaberan ve gavan bavêje; bi taybetî ji bo wan zarok û ciwanên ku paşeroja civakê pêk tînin.




















