Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li sala 2016 an ve Endamê Encumena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekgirtî (ECOSOC) e. Salane beşdariya kor û konferans û civînên di derbarê bi mafên mirovan û rewşa mirovî û geşepêdana navdewletî, li Cenev û Newyork û Viyenayê dike. Li heman demê de jî Dezgeh wekî çavdêrek û Endamê Ecosoc mafê bilind kirina rapor û lêpirsînan li ser rewşa mirovî û mafên mirovan li navçeyê da heye.
Li çarçêweya erk û berpirsiyariyên li Endametiya Ecosoc, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, raporeke taybet di derbarê birîna qût û mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê dibe Neteweyên Yekgirtî.
Ev e jî naveroka wê raporê ye:
Rapora Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya Encumena Mafên Mirovan ya di derbarê bi bandora birîna mûçeyên fermanberan li ser rewşa mirovî ya li Herêma Kurdistanê.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, saziyeke mirovî ye li Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê de kar dike. Dilgiraniyeke xwe ya kûr di derbarê birîna mûçe û debara fermanberan ji aliyê Hikûmeta Federaliya Iraqê derdibire û hişyariyê jî dide rêxistin û navendên navdewletî yên taybet bi rewşa mirovî ku ev karê Hikûmeta Iraqê li dijî fermanberan kiriye, rewşa mirovî li Herêma Kurdistanê dixe ber metirsiyeke mezin ku sedema wê bikaranîna pirsa mûçeye wekî karteke siyasî.
Paşketin û birîna mûçeyan, bandoreke mezin li ser hemû malbateke herêmê heye, ligel ewe da jî jin û zarok zêdetirîn bandor li ser wan heye. Ew jî ji ber biryara birîn û ragirtina mûçeya karmendên xizmetguzariyên şaristanî û xanenişîn û karmendên kerta hikumî bi giştî ku zêdetirê wan welatiyên Herêma Kurdistanê ye, wiha bawerin hêceta vê biryarê, palnerê siyasî heye.
Di demek da rûne ku nakokiyên yasayî û destûrî berdewam li navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye û gelek ji maddeyên destûra Iraqê ku Iraqiyan deng li ser daye, nehatine bi cîh kirin. Zêdetirê deh sale debara jiyana xelkê asayî ya Herêma Kurdistanê wekî çekek ji aliyê Hikûmeta Federal ve ji bo bi destanîna xalên siyasî hatine bikaranîn. Ev şerê derûnî li dijî welatiyên medenî, gelek ji zarokan li hejariyê da bi cîh hiştiye. Rewşek dirûst kiriye ku malbat karîna dabîn kirina pêdiviyên seretayiyên rojane ji dest daye.
Di dawiya sala 2013 ve budce û mûçe û beşa Herêma Kurdistanê ji Bexda ve zêdetirîn girift ji bo wê hatiye dirust kirin. Di demek da navçeyên bin kontrola Hikûmeta Federalî hîç paşketineke wan li babeta darayî û birîna mûçeyan de nîne. Lê belê mixabin hê jî Herêma Kurdistanê kêşe ji bo pêdana mûçeyan bi awayeke asayî heye. Ji bo zêdetirê xelkê Herêma Kurdistanê ne piştrastbûna ji mûçeyan dilgiraniyeke ber bi çav dirust kiriye. Her wiha birîna budce yekek ji sedemên reşbînî û bêhêvî ya li nav xelkê da, ji bo gelek ji wan malbatên ku jin çavkaniya debara jiyana malbatê bi dest tînin, rewş li wê dijwartire ku tê hizir kirin. Metirsî kêşeyeke tendirustiya bilinde li nava welatiyên bi temen. Ji ber nebûna asayîşa darayî û muameleya xerap ya ji aliyê Hikûmeta Federal ve rewşa derûniyê li asteke metirsiyê daye.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî daxwazê ji Neteweyên Yekgirtî dike, gûvaşê bixe ser Hikûmeta Iraqa Federal, ji bikaranîna budce û mûçe wekî çekek li dijî fermanberan û welatiyan dûr bikevê. Her wiha nabê xelkê asayî bê bikaranîn ji bo ku bi sazîşkirina li ser mafên xwe yên rewa bêne pêdagir kirin. Heman demê de daxwazê ji Bexdayê dike, mafê hemû zarokek li hemû navçeyên Iraqê wekî yek li ber çav bê girtin û rewşeke wiha dirûst neke ku paşeroja zarokan ber bi tarîtî û bê hêviyê ve bibe.
Nûnerayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya Mafên Mirovan li Cenevê
06/06/2025