Şivan Perwer, hunermendê mezin û navdar ê Kurd, di vîdeoyekê de ku di tora civakî ya YouTube de belav kiriye, bi straneke muzîkê bi tembûra xwe û bi dengê xwe yê zelal, pesnê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dide.
Ew hunermendê dewlemend û biqîmet, daxwazê ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dike ku “xizmeteke bilindtir” bike û amaje bi wê jî dike ku “ev bîst sal in Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yê nemir û karmendên wê û rêberê wan, ne tenê li Kurdistanê, lê belê li ser asta welatên cîhanê xizmeta mirovahiyê dikin.” Her wiha “spasiyek mezin û pîrozbahiyek” bîstemîn salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dike, ronahiyê dixe ser xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê di dema karesatên xwezayî yên erdhejê de û xizmetkirina koçber û penaberên di nava kampan, wê yekê jî dubare dike ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ne tenê ji bo miletê Kurd, lê belê bê cûdakariya neteweyî, ji bo her neteweyek ku hewcedariya wan bi alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hebe, amade bûne ji bo gihandina alîkariyên cûrbicûr û roj bi roj kar û çalakiyên xwe yên mirovî û xizmetguzariyên xwe berfirehtir dikin.
Hûn dikarin bi vê videoya xwarê berhema hunermendê mezin Şivan Perwer bibînin.
