Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Bi Dehan Beşdarên Kursên Pîşeyî Dike Xwedî Kar

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di meha Tebaxa 2025an de, li nivîsgehên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û li navendên nava kampên koçber û penaberan û li derveyî kampan 24 kursên (pîşeyî, perwerdeyî û hunerî) ji bo fêrxwazan vekiriye ku 341 kes jê sûdmend bûne:
2 kursên hunerî: 26 kes sûdmend
10 kursên perwerdeyî: 219 kes sûdmend
12 kursên pîşeyî: 96 kes sûdmend
Vekirina kursan li nava kampên koçber û penaberan bi hevkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Stirling (The Stirling Foundation) bûye.
Cureyên Kursan li Kampên Koçber û Penaberan û Hejmara Sûdmendan:
Kampa Basirme:
Kursên hunerî: Fêrbûna lêxistina amûra orgê – Hejmara sûdmend: 16 kes
Kursên pîşeyî: Fêrbûna nexşandina ser kup û qepan – Hejmara sûdmend: 15 kes
Kursên pîşeyî: Fêrbûna bingehên dirûtin û dîzayna cil û bergan – Hejmara sûdmend: 10 kes
Kursên pîşeyî: Fêrbûna bingehên komputerê – Bernameyên Office – Hejmara sûdmend: 11 kes
Kampa Kevirgosk:
Kursên perwerdeyî: Fêrbûna zimanê Almanî – Hejmara sûdmend: 14 kes
Kursên pîşeyî: Fêrbûna sertraşînê – Hejmara sûdmend: 18 kes
Kursên pîşeyî: Dirûtina cil û bergên jinan – Hejmara sûjdmend: 12 kes
Kampa Dîbeqe:
Kursên pîşeyî: Karê destan (çêkirina çenteyan) – Hejmara sûdmend: 10 kes
Kursên pîşeyî: Dirûtina cil û bergan ji bo jinan – Hejmara sûdmend: 20 kes
Kursên hunerî: Fotografî ji bo ciwanan – Hejmara sûdmend: 10 kes
Kursên perwerdeyî: Xurtkirina dersan ji bo xwendekarên asta bingehîn – Hejmara sûdmend: 12 kes
Kampa Qûştepe:
Kursên pîşeyî: Karê destan (çêkirina çenteyan) – Hejmara sûdmend: 10 kes
Kursên perwerdeyî: Zimanê Îngilîzî – Hejmara sûdmend: 10 kes
Kampa Dareşekran:
Kursên pîşeyî: Karê destan û aksesûwaran – Hejmara sûdmend: 12 kes
Kursên perwerdeyî: Zimanê Îngilîzî – Hejmara sûdmend: 34 kes (17 keç û 17 kur)
Vekirina Kursan li Nivîsgehên Dezgehê û li Derveyî Kampan:
Mûsil:
Kursên pîşeyî: Dirûtina cil û bergên mezûnên zanîngehan – Hejmara sûdmend: 16 kes
Kursên perwerdeyî: Zimanê Îngilîzî ji bo xwendekarên pola 12 – Hejmara sûdmend: 12 kes
Kursên perwerdeyî: Bîrkarî ji bo xwendekarên pola 12 – Hejmara sûdmend: 13 kes
Şîladizê:
Kursên pîşeyî: Komputer (bernameyên Word û Excel) – Hejmara sûdmend: 14 kes
Kursên pîşeyî: Dirûtina cil û bergên jinan – Hejmara sûdmend: 26 kes
Şingal:
Kursên pîşeyî: Karê destan – Hejmara sûdmend: 12 kes
Kursên pîşeyî: Dirûtina cil û bergan – Hejmara sûdmend: 13 kes
Kursên pîşeyî: Ciwankariya jinan – Hejmara sûdmend: 15 kes
Kursên pîşeyî: Karê destan – Hejmara sûdmend: 12 kes
Akrê:
Kursên rahênanê yên rahêneran (TOT) – Hejmara sûdmend: 36 kes
Kursên alîkariya destpêkê – Hejmara sûdmend: 42 kes
Hewlêr:
3 kursên perwerdeyî – Hejmara sûdmend: 90 zarokên azîz (Sêwî)
Ev Kursên Jêrîn jî Hatine Vekirin:
Kursên jêhatîbûna komputerê û semîner bi sernavê “Hevkariya di Navbera Teknolojî û Mirov de” ji bo xwendekarên perwerdehiya havînê li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê.
Kursên birêvebirina karîn, şiyan û kapasîteyên xwendekarên zanîngehan ber bi bazara kar ve li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê.
Sêyemîn atolyeya kampanyaya niştimanî ya rûbirûbûna madeyên hişbir taybet ji bo mamosteyên olî li Hewlêrê.
Kursên perwerdeyî: Bi hevkariya Akademiya Edwîna – Zimanê Îngilîzî ji bo zarokên şehîdên şerê DAIŞê li Hewlêrê.
Kursên taybet bi (nivîsandina CV, amadekirina ji bo hevpeyvîna kar û reftarên piştî wergirtina kar) ji bo xwendekaran li Mala Ezîzan.
Kursên zimanê Îngilîzî bi hevkariya Navenda Îngilîzî Time, ji bo zarokên azîz li Hewlêrê.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, giringiyeke tevahî daye vekirina kursan, bi hevkariya hevkarên xwe bi dehan beşdarên kursên pîşeyî (ji her du zayendan) kiriye xwedî kar û niha wan dahateke xwe ya taybet heye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest