Li jêr çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li korbendek da ku roja pênçşema rêkefta 29.05.2024 li Hotela Dîvan ya li Hewlêrê bi diruşma “Bi hev re ber bi civakeke bihêz û saxlem”, birêveçû, helmeta niştimaniya rûbirûbûna maddeyên hişbir ragihand.
Di destpêkê de vîdeoyek di derbarê bandor û metirsiyên maddeyên hişbir û şêwazên wê yên rûbirûbûna wê hate nîşandan. Paşê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li gotareda ji bilî bixêrhatina amadebûyan, (helmeta rûbirûbûna maddeyên hişbir) ku bi çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê encam dan, bi “rojeke dîrokî li têkoşîna mirovî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî” bi nav kir. Ew e jî xisterû ku “bi piştevaniya wezaret û deste û navendên peywendîdarên li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên pîşeyî, welatî û sermayedarên Kurdistan û derve, mînakeke xweşik û bingeheke bi hêz ji bo rûbirûbûna maddeyên hişbir dadirêjin”. Balkişand li ser wê yekê ku li 26ê tişrîna duyema 2024, rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdê bingeha dirust kirina avahiya yekem navenda şiyandina alûdebûyên maddeyên hişbir li Hewlêrê hatiye danîn ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha (LDS) ya Amerîkî tê ava kirin.
Paşê Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi nûnerayetiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir û tekez li ser wê yekê kir ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gelek waran de destpêşxer bûye û ev e jî yek ji wan warên herî girîng û hestiyarane ku destê xwe ji bo wê birine ku em piştrastîn têda serkeftî dibin. Li gihandina peyama mirovayetî û hişyar kirina civakê ji metirsiyên vê diyardeya kuşinde”. Herwiha got: “Maddeyên hişbir yek ji kêşeyên herî tirsnak ku rastî civaka mirovayetiyê girtiye, kêşe li hemû cîhanê da, reg û rîşeyeke xwe ya dîrokî heye û gef li ser asayîşa neteweyî ya hemû welatan dixwe. Maddeyên hişbir li Herêma Kurdistanê gefeke ciddî ye û bandora wê ji terorê kêmtir nîne, şerê me yê îro her ligel her teror û terorîstan. Belkû heman demê de cengeke din jî heye ku rûbirûbûna bikaranîna maddeyên hişbirane.”
Wezîrê Navxo balkişand li ser wê yekê “Li gor rapora rêxistina (UNODC) nêzîkî 275 milyon kes li sala 2022, li navçeyên cûr bi cûrên cîhanê da maddeyên hişbir bikaranîne. Rêxistina tendirustiya cîhanê jî balkişand li ser wê yekê ku salane nêzîkî 500 hezar kes ji ber bikaranîna maddeyên hişbir ve canê xwe ji dest didin û bi dehan hezar kesê din jî tûşî nexweşî û gîr û giriftên derûnî û laşî dibin”. Ew e jî dûpat kir ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li çarçêweya planeke stratejî û bernameyeke têr û tije de, karên ciddî li ser nehiştin û hişk kirina çavkaniyên maddeyên hişbir kiriye. Wezaretên taybet û encumena asayîşê, hemahengî û karên baş encam dane. Ji bo rûbirûbûna wan metirsiyan, lê belê hê jî pêwîstî bi karên zêdetir heye. Li vî warî de hemahengiyeke baş û operasyoneke hevbeş, li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal da heye. Eve ji bilî wê yekê ku ligel civaka navdewletî jî peywendî, hemahengî û operasyonên me yên hevbeş heye.”
Piştî axaftina Wezîrê Navxwo, serpereştiya helmeta niştimaniya rûbirûbûna maddeyên hişbir (Dr. Rewşt Reşîd) li workshopek da bi awayeke zanistî û akademî de behsa hûrgilî û amarên metirsîdar yên alûdebûna bi maddeyên hişbir kir û rûbirûbûna wê diyardeya metirsîdar jî bi erkê ser milê hemû rêxistineke hikûmî û nehikûmî û kesayetiyên olî û medyakaran da zanîn. Her wiha tekez li wê yekê kir ku li dawiya sala yekema wê helmeta ku ji bo wê heye bê dirêj kirin, li zanîngeheke bawerpêkirî konferanseke taybetî ji bo wê tê saz kirin.
Paşê li panelan da ku Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêvebir, Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerde, Saman Berzencî, Wezîrê Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Beşîr Xelîl Hedad Serokê Desteya Gotarbêjan, Dr. Cotyar Adil Serokê Fermangeya Medya û Zanyarî û Dr. Dîndar Zêbarî Rêxistina Raspardeyên Navdewletî, her yek ji nêrînên xwe ve balkişandin li ser naverokê û çawayi ya rûbirûbûna maddeyên hişbir ya ji bo wê yekê ber bi civakeke bihêz û saxlem hengavan bavêjin.





















