Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Piştgirî Dide Qurbaniyên Terorê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di warê gihîştina hewara qurbaniyên terorê de xwedî dîrokeke geş e. Mînakeke berbiçav a vê yekê jî ew e ku piştî karesata sala 2014an dema ku çekdarên DAIŞê li dijî Êzidiyan tawanên komkujiyê kirin, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek yekem dezgeh û rêxistina alîkarîbexş bi rêya helîkopteran alîkariyên xwe gihandin Çiyayê Şingalê, ku hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî, jin û zarok û kal, hêviya xwe biribûn wir.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di sala 2015an de li ser Çiyayê Şingalê nivîsîngehek vekir. Ji ber ku gelê koçber ê li Çiyayê Şingalê pêwîstî bi ava vexwarinê, xwarin, cil û berg û konan hebû. Di demekê de ku Şingal nehatibû rizgarkirin, li ser Çiyayê Şingalê dibistan çêkir, elektrîk û bîrên avê jî ji bo wan dabîn kir. Heta niha jî nêzîkî 300 zarokên ezîz û delal (sêwî) li sînorê Şingalê têne alîkarîkirin, da ku bi ti awayî ji xwendinê qut nebin.
Projeyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Şingalê:
– Projeya Vegerandina Jiyanê ji bo Gelê Şingalê – ku xanî ji bo wan malbatên ku serperiştiyên wan ên malbatê nemane tên çêkirin.
– Navenda Şingalê ji bo kursên Perwerdehiyê û Pîşeyî – ku nêzîkî du hezar kes beşdar bûne û projeyên biçûk ji bo wan hatine vekirin.
– Projeya Mala Girnijîn – ku ji sala 2021an ve li Şêxan, Amêdî, Şingalê berdewam e û taybet bi zarokên xwedî pêwîstiyên taybet û otîzmê ye.
– Projeya Navenda Kursên Pîşeyî bi Hevkariya Rêxistina (IGFM) ya Almanî – ku ji bo şeş mehan berdewam kiriye û 30 kes (14 keç û 16 kur) beşdar bûne.
– Projeya Çêkirina 20 Xanî ji bo yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.
– Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di Roja Cîhanî ya Bîranîna Qurbaniyên Terorê de, piştevaniya xwe ji bo qurbaniyên terorê dubare dike.
– Neteweyên Yekbûyî di sala 2017an de ji bo piştgirî û rêzgirtina ji qurbaniyên terorê û yên ku ji teror û terorîstan rizgar bûne, her wiha ji bo dabînkirina azadî û xweşguzeraniyê ji bo wan, bi biryara hejmar 165/72 roja 21ê Tebaxê wekî “Roja Cîhanî ya Bîranîna Qurbaniyên Terorê” û rêzgirtin li wan û parastina wan destnîşan kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest