Bi amadebûna hejmareke berpirsên hikûmetê û kesayetiyên navçeyê û bexşeran, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi mebesta piştgirî û bihêzkirina warê perwerde û xwendinê, kevirê bingehîn ê projeya avakirina dibistaneke navîn li gundê Hacî Kalo, ser bi nahiya Bestore li sînorê qeza Pîrmamê danî.
Bi amadebûna Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Omêd Xoşnaw, parêzgarê Hewlêrê, qaymeqamê qeza Pîrmamê, rêveberê giştî yê perwerdeya Hewlêrê, rêveberê giştî yê şaredariyan û hejmareke berpirsên îdarî û kesayetiyên navçeyê û bexşeran, di rêwresmekê de, roja çarşemê di dîroka 23/9/2026an de kevirê bingehîn ê avakirina dibistaneke navîn li gundê Hacî Kalo, ser bi nahiya Bestore li sînorê qeza Pîrmamê hate danîn.
Perwerde; warê hevbeşiya hikûmet û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Omêd Xoşnaw, parêzgarê Hewlêrê, di beşa yekem a axaftina xwe de di rêwresma ragihandina projeyê de, destxweşî li hemû alî û kesên ku beşdarî pêşxistina proseya perwerde û xwendinê li Herêma Kurdistanê dikin kir.
Parêzgarê Hewlêrê, bal kişand li ser girîngiya projeyê, got: Kêfxweş in ku beşdarî danîna kevirê bingehîn ê dibistaneke şeş polî (navîn) li gundê Hacî Kalo dibin, tekez li ser wê yekê jî kir ku serokwezîr Mesrûr Barzanî, berdewam ji saziyên peywendîdar xwestiye, bi hemû hêza xwe ve ji bo baştirkirina kalîteya xwendin û perwerdê kar bikin.
Her wiha amaje bi rola bexşeran, xêrxwazan, rêxistinan û saziyên karê xêrxwaziyê kir û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wek hevbeşeke girîng a hikûmetê di warê xizmetguzariyên mirovî de, bi taybetî di warê perwerdê de, bi nav kir.
Di wê çarçoveyê de, bi navê Parêzgeha Hewlêrê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hemû bexşer û hevbeşên vê projeyê kir.
Mûsa Ehmed: Perwerde yek ji warên sereke yên karê dezgehê ye
Di beşa din a rêwresmê de, Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, spasiya bexşer û hevbeşên projeyê kir, bi taybetî spasiya Kak Tahir û Kak Şakir kir ku di vî karê pîroz de hevbeşê dezgehê bûn û di hejmareke war û projeyên din de jî piştevaniya dezgehê kirine. Amaje bi wê yekê jî kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di hemû ew proje û karên ku ji bo xizmeta xelkê encam dide, pişt bi evînî û bexşeriya xelkê Kurdistanê û hevkariya saziyên hikûmî û nehikûmî dibestê.
Serokê dezgehê, tekez li ser wê yekê kir ku warê perwerdê yek ji warên sereke yên karê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye û her ji destpêka damezrandina ve, bi girîngiyeke taybet ve kar ji bo piştgirî û pêşxistina vî warî hatiye kirin.
Her di vî warî de got: Mirov ligel pêdiviyên seretayî yên jiyanê, pêdiviya wî bi perwerde û fêrbûnê heye û lewma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di vî warî de plan û projeyên curbecur bicîh anîne.
42 projeyên perwerdeyî hatine encamdan
Mûsa Ehmed, di beşa din a axaftina xwe de, amaje bi berfirehiya kar û çalakiyên dezgehê di warê perwerdê de kir û zelal kir ku di dema karê dezgehê di vî warî de:
2,023 çalakiyên perwerdeyî li seranserê Herêma Kurdistanê hatine encamdan.
42 projeyên perwerdeyî hatine bicîhkirin.
Koya mesrefa proje û çalakiyan gihîştiye 19 milyar û 99 milyon û 747 hezar dînarê Iraqî.
Koya hejmara sûdmendan 486 hezar û 680 kes bûne.
Ji vê pereyê, 14 milyar û 325 milyon dînar ji aliyê rêxistin û hevbeşên derveyî Herêma Kurdistanê ve hatiye dabînkirin.
Ev amar nîşan didin ku piştevaniya perwerdeyî yek ji warên berdewam ên karê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye û hevkariya bexşer û hevbeşan jî roleke girîng di berdewamiya van projan de heye.
Proje ji bo 12 gundan
Projeya dibistana Hacî Kalo, tenê xizmetê nade yek gundî; lê bi temambûna wê, 12 gundên sînorê wê deverê ji xizmetguzariya perwerdeyî sûdmend dibin.
Bi vî awayî, danîna kevirê bingehîn ê vê dibistanê, digel ku destpêka projeyeke nû ya perwerdeyî ye, hêviyeke nû ye jî ji bo xwendekarên vê navçeyê û malbatên wan; ku hêviya avakirina jîngeheke guncawtir ji bo xwendin û pêşxistina paşeroja nifşê nû ye.
Hevbeşiya mirovî ji bo paşeroja xwendinê
Projeya avakirina dibistana navîn a Hacî Kalo, nimûneyek e ji hevkarî û hevbeşiya di navbera saziyên hikûmî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bexşerên dilfireh û destvekirî; hevbeşiyek ku armanca wê ya sereke dabînkirina jîngeheke baştir ji bo xwendin û perwerdê û hevahengkirina gavan ji bo xizmeta xwendekarên navçeyê ye.
Bi danîna kevirê bingehîn ê vê dibistanê, hêviya xwendekar û malbatên wan bi paşerojeke perwerdeyî ya baştir, diçe qonaxeke nû; qonaxek ku li ser bingeha hevkarî û bexşerî û hewla hevbeş ji bo xizmeta xwendin û perwerdê hatiye avakirin.
Xwendekar bi dilê tijî hêvî ve li benda dibistana nû ne
Avakirina vê dibistanê ji bo gundê Hacî Kalo û gundên derdorê, gaveke girîng e ji bo baştirkirina jîngeha xwendinê û binesaziyeke perwerdeyî ji bo xwendekarên navçeyê dabîn dike.
Xwendekarên navçeyê, bi çavê hêvî û dilekî tijî xwestek ve, li benda temambûna vê projeyê û destpêkirina xwendinê li dibistana nû ne; dibistanek ku dikare bibe bingeheke nû ji bo pêşxistina xwendin û perwerdê li navçeyê.
Her yek ji Yûsif Şemsedîn, Liya Kenan û Someye Muhsîn, xwendekarên pola nehem a bingehîn in û kêfxweşiya xwe anîn ziman ku avakirina dibistanê di nav salekê de temam dibe, wê demê neçar nabin ji bo berdewamiya xwendinê, gelek ji warê xwe dûr bikevin.
Bi germî û bi coş û keleke ve kêfxweşiya xwe ji bo bicîhkirina projeyê anîn ziman, di heman demê de ligel destxweşiya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, pesnê hevbeşên dezgehê û bexşeran dan, ku di avakirina dibistanê de bi dilfirehî û destvekirî hevkarî kirine.
Di dawiyê de pêwîst e bê gotin:
Dibistan li ser rûberekî 1000 metreyî çargoşe tê avakirin.
Nêzîkî 310 milyon dînar mesrefa wê ye.
Xwendekarên 12 gundên navçeyê jê sûdmend dibin.
Di nav salekê de temam dibe.
















