Serokê BCF: Tîmên dezgehê 50 demjimêran bê rawestan wek tîma hawarhatinê kar kirine

Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di konferanseke rojnamevaniyê de ku roja Çarşemê, rêkefta 11/11/2026an, li taxa Sêberdan li Hewlêrê hat lidarxistin, agahiyên tevahî derbarê çalakî û kampanyayên rizgarkirinê yên ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve ji bo lêqewimîyên lehiya Hewlêrê xistin holê.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di qonaxa duyem a çalakî û kampanyayên rizgarkirinê yên ji aliyê dezgehê ve, amaje bi wê yekê kir ku 15 tîmên dezgehê ji kêliya yekem a rûdana lehiyê li Hewlêrê, bi hevahengî û hevkariyê ligel tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hana zirarmendan ve çûn û tîmên dezgehê 50 demjimêran bê rawestan wek tîma hawarhatinê kar kirine.
Musa Ehmed, ew yek jî anî ziman ku zêdetir ji 1,447 cih hatine tomarkirin ku ji ber lehiyê zirar dîtine. Di vê qonaxê de, alîkarî pêşkêşî 541 malbatên zirarmend ên bajarê Hewlêrê tên kirin. Alîkarî ji bo 300 malbatên herdu taxên Sêberdan û Şêx Ehmed îro û sibe tên belavkirin, di çend rojên pêş de jî, 241 malbatên din dê werin alîkarîkirin. Alîkarî ji bo her malbatekê ji van pêk tên:
100 lître nefta spî, 1 sobe, 2 sebetên xwarinê, 4 doşek, 3 betanî, 1 pakêta cilûbergan, 2 mafûr (ferş) û şîr û pêdiviyên zarokan.
Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tekez li ser wê yekê kir ku ji destpêka bûyerê ve, li gor raspardiya Mesrûr Barzanî, Serokê Desteya Damezrînerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hatine raspardin ku alîkariya tîmên hikûmetê bikin û hemû şiyana xwe bixin xizmeta welatiyên zirar dîtine.
Her ji bo wê yekê bi lez Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi hevahengiya tevahî ligel Parêzgeha Hewlêrê û Navenda Hevbeş a Hevahengiya Krîzan (JCCC), li 10 cihên cuda û li ser sê mijarên sereke kar kirin.
Yekem: Paqijkirina kolan û cadeyan; bi hevkariya tîmên şaredariyê û hejmarek şîrketên kerta taybet, ku amêr û keresteyên xwe xistine xizmeta vê pêvajoyê, kar li ser paqijkirina rêya hatûçûnê, kolan û navmala welatiyan ji bermayiyên herî û lîtê hat kirin.
Duyem: Dabînkirina danên xwarina germ; bi armanca piştgiriya wan malbatên ku malên wan av tê ketibû û amêr û keresteyên jiyana rojane zirar dîtibûn, xwarina germ ji bo wan hat dabînkirin. Ev xizmetguzarî ji bo tîmên hikûmî û xwebexşên mijûl ên li qada kar jî hat pêşkêşkirin.
Sêyem: Serjimêrî û tomarkirina ziraran; tîmên dezgehê bi hevbeşî ligel Navenda Hevbeş a Hevahengiya Krîzan, serdana malên zirar dîtine kirin da ku qebareya ziraran bi awayekî rêkûpêk tomar bikin û di pêşeroja nêzîk de werin qerebûkirin.
Musa Ehmed, di berdewamiya axaftina xwe de, spasiya gelê Kurdistanê û bexşeran û hemû wan rêxistin û şîrketan kir ku ji destpêka bûyerê ve amadebûna xwe ji bo hevkariyê derbirîbûn. Her wiha sersaxî li malbata wan kesan kir ku di vê karesatê de canê xwe ji dest dane û piştrast kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dê berdewam be li xizmetkirina zirardîtiyan û dabînkirina pêdiviyên wan.
Ev pengav careke din, wê bingehê mirovî derdixin holê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser hatiye damezrandin; bingeheke ku di dema krîz û karesatan de, bi rêya hevkariya hevbeş û amadebûna meydanî, destê alîkariyê digihîne yên ku pêdiviya wan pê heye.
Li gor amarên fermî, ji ber lehiyê du kes li bajarê Hewlêrê canê xwe ji dest dan, ku yek ji wan Mistefayê temen pênc salî bû, yê din jî ciwanekî xwebexş ê temen 25 sal bû ku di dema erkekî pîroz de canê xwe di rêya rizgarkirina kesên din de gorî kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest