Bi amadebûna birêzan Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û çend berpirsên hikûmî û medyakaran û Rêveberiya Perwerdehiya Rewandizê, kevintirîn û mezintirîn baxçeyê zarokan li Rewandizê di 28ê Tebaxa 2025an de piştî nûjenkirina wê ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hate radestkirin.
Birêz Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di axaftineke xwe de ji medyakaran re, tekezî li ser wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê di xizmetkirina sektora perwerdeyê de berdewam be. Her di wê çarçoveyê de wî amaje bi pêşniyarek Cenabê Serok Barzanî kir, ku bi her awayî giringî bi kert û sektora perwerdeyê û dabînkirina pêdiviyên wê bê dayîn.
Wekî Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî diyar kir, lêçûna nûjenkirina wî baxçeyê zarokan 50 milyon dînar bûye û spasiya xwe ji hevkaran û tîmên nûjenkirinê re ragihand ku kar bi awayekî bedew û nûjen pêk anîne. Her wiha diyar kir ku ji destpêka avabûna Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve heta niha zêdetirî 20 milyon dolar ji bo kerta perwerdeyê hatiye terxankirin.











