Rêxistina AHAD mertalê rêzgirtinê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja Pêncşemê rêkefta 12/11/2026an li serokatiya dezgehê li Hewlêrê, pêşwaziya şandeya Rêxistina Jiyan bo Efrîqayê AHAD kir, ku ji Dr. Ehmed Bozkurt, Berpirsê rêxistinê û Endezyar Ehmed Nizal, Rêveberê Beşa Bernameya Rêxistina Jiyan bo Efrîqayê pêk hatibû.
Armanca wê serdanê, ji nêzîk ve zêdetir nasîna bi kar û çalakiyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû, di heman demê de şandeya mêvan mertalê rêzgirtina rêxistina xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez li ser berdewamî û pêşxistina têkiliyan û berfirehkirina asoyên hevkariyên mirovî kir, bi taybetî di proje û bernameyan de ku armanca wan hêvîdayîn, bihêzkirina kesên hewcedar û bi hanaçûna lêqewimîyan e. Şandeya mêvan jî xwest ku di pêşerojê de ligel dezgehê karê hevbeş bikin.
Di vê hevdîtinê de, bi girîngî behsa rola hevkarî û hevbeşiya di navbera saziyên mirovî de hat kirin û herdu aliyan amadebûna xwe ji bo berdewamî û pêşxistina têkiliyên xwe derbirî, da ku di pêşerojê de projeyên zêdetir û bibandortir ên mirovî bi hevbeşî werin cîbicîkirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest