Li dirêjahiya projeyên xêrxwaziyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên bi navê dilxweşkirin û pêkanîna jiyaneke bextewer ya ji bo zarokên sêwî (Ezîzan), bi hevkariya kesayetiyekê xêrxwaz ciluberg û pêdiviyên cejnê ji bo hejmarek zarokên sêwî hate dabîn kirin.
Rêkefta 18.07.2021 li çarçêweya Projeya Çavdêriya Ezîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi helkefta cejna qurbana pîroz, li Hewlêrê li projeyekê din da bi navê dilxweşkirina zarokên sêwî (Ezîzan) yên li Herêma Kurdistanê, bi hevkariya kesayetiyên xêrxwaz (Karwan Mihemed Husên) Endamê li rêxistina (HilfsGruppe Eifel) ciluberg û pêdiviyên cejnê ji bo (65) zarokên sêwî ji Family Mall ya Hewlêrê hate dabîn kirin ku têda zarok bi dilê xwe ciluberg û pêdiviyên din hildibijêrin.