Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser vexwendina sazî û damezraweya mafên mirovan beşdariyê li Korbenda Oslo ya mafên mirovan kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser vexwendina damezraweya mafên mirovan (HRF), li rêkefta 26.05.2025 beşdariya korbenda Oslo ya mafên mirovan kir. Awat Mistefa Berpirsê Peywendiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Ewrûpa, bi nûnerayetiya Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (Musa Ehmed, li vê korbendê de beşdariya çend panelan kir. Herwiha civîneke raste rast ligel çendîn kesayetiyên navdar yên li warê parastina mafên mirovan encam da. Yên wekî: Mesîh Elînejad, Vîkter Kara Mîrza, Nacî Mikîto Nûnerê Yekîtiya Efrîqa ya ji bo dûvdaçûna li mafên mirovan, Patrîk Elot Şêwirmendê Bilindê Wezareta Derveya Amerîka li Nivîsîngeha Serokê Amerîka yê Rewşa Dîlgirtiyan.
Bi giştî panel û civînên berpirsê peywendiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Ewrûpa, li vê korbendê de, guhertin û rewşa mirovan li Herêma Kurdistanê cihê balkêşî û xweşhaliya lêkolîner û yasanasên warê mafên mirovan bû. Herwiha pêgeh û hewlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo girîngîdan û parastina mafên mirovan, bi taybetî siyaseta cûre û karkirina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gor yasayên navdewletî yê karubarên mirovî (International Humanitarian Law) bilind hate nirxandin.
Ev korbend salane bi amadebûna hejmareke ber bi çavê çalakan û rêxistinên warê mafên mirovan li Oslo heta sê rojan tê encam dan. Wiha biryare salên bê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li semînereke taybet bi parastina mafên penaxwazan di dema koçberiyê de beşdar be.









