Bi amadebûna Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja pênçşema rêkefta 22\05\2025 li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê, yekîneya azîzan û bêhevjînan li nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ahengek ji bo 25 zarokên azîz (sêwî) û malbatên wan saz kir. Heman demê de bi piştevaniya xêrxwazek 5.000.000 dînar li ser wan da hate dabeş kirin û her azîzek 200.000 dînaran wergirt.
Her li vê ahengê da, zarokên azîz bi muzîk û stranan hatin dilxweş kirin û her yek ji wan selikek pêlîstokên zarokan wergirtin. Li dawiya ahengê de jî paketeke xurekê pêşkêşî wan hate kirin û li wê hevkariyê jî 25 malbat (129) kes sûdmend bûn.


