Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bîranîna roja cîhanî ya çavkaniyên mirovî li hemû nivîsîngehên xwe rêwresmeke taybetî birêvebir.
20 ê Gulana hemû salekê wekî roja cîhanî ya çavkaniyên mirovî hatiye destnîşan kirin. Ev roj taybete bi pejirandin û bilind nirxandina rola wan kesên li çavkaniyên mirovî de kar dikin. Armanca bîranîna roja cîhanî ya çavkaniyên mirovî, derbirîna rûmetê ye ji bo karmendên çavkaniyên mirovî li ber bi pêşvebirina kûltûra cihê kar kirinê, pêşxistina karmendan û serkeftina rêxistinê. Her wiha bilind kirina asta hişyariya di derbarê girîngiya stratejiya çavkaniyên mirovî ya li warên (birêvebirina behreyên wan, selametî, giştgîrî, dahênanê). Handana wan ya peyrewkirina baştirîn siyasetê, wekî serkirdayetiyeke rewşt û ehlaqî, damezrandina dadperwerane û siyaseta “karmend navenda hêze”.
Ji bo îsal (2025) li jêr navnîşana “bi mirovîkirina zîrekiya destkird: pêşrewîkirina guhertinên bi pêkveyî” bîranîna roja cîhanî ya çavkaniyên mirovî hate kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bîranîna roja cîhanî ya çavkaniyên mirovî, li hemû nivîsîngehên xwe rêwresmeke taybetî birêvebir û komek çalakiyan encam dan. Hinek ji wan: Peyama pîrozbahiya Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemû karmendên dezgehê hate pêşkêş kirin. Li Serokayetiya Dezgehê û li nivîsîngehên Dihok, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Şingalê ahengê saz kirin. Rapora çavkaniyên miroviyên dezgehê bi awayeke workshop hate pêşkêş kirin. Hinek ji nivîsîngehan kêbirkêya çêkirina xwarinê hatin encam dan û kesên serketî hatin xelat kirin.























