Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Silêmaniyê Xelat û Rêzgirtinê Pêşkêşî Xwendekarên Serkeftî Dike

Bi amadebûna Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hejmarek ji berpirsên hikûmî, çalakvanên medenî û rojnamevanan, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Silêmaniyê xelat û rêzgirtinê pêşkêşî xwendekarên serkeftî kir.
Bi amadebûna birêzan Dr. Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hejmarek ji berpirsên hikûmî, çalakvanên medenî û rojnamevanan, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di merasîmekê de ku di 24.08.2025an de li Silêmaniyê hate lidarxistin, xelat û rêzgirtinê pêşkêşî 37 xwendekarên serkeftî kir, ku bi alîkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî qonaxên xwendina xwe bi serkeftî qedandine.
Dr. Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ligel xêrhatina amadebûyan, destnîşan kir ku “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî her dem bi xizmeta mirovahiyê bi giştî şerefdar bûye û hewl daye ku derî û paceyekê bibîne û xizmeta Silêmaniyê û vê herêma pîroz jî bike”, wî her wiha got: “Di vê bîranîna pîroz de em xelat û rêzgirtinê didin wan xwendekaran ku di dema xwendina xwe û berî xwendina xwe de jî ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di heman malê de me bi hev re xebatê kirine û me xizmeta pêvajoya xwendinê kiriye.
Cîgirê Serokê Saziya Xêrxwazî ya Barzanî, di berdewamiya axaftina xwe de, tekez kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xwe xizmetkarê Kurdistanê dizane û di derbarê wan xwendekarên ku hatin xelatkirin de got: “Ev xwendekarên hêja dikarin di nav Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de kar û projeyên xwe yên ramanî bixin holê û bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku mala wan e, xizmeta mirovahî û civaka xwe bikin”. Wî her wiha got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bilî projeya Mala Ezîzan, salane gelek projeyên girîng hene ku xizmetê didin gelê Kurdistanê û herêmê. Em kêfxweş dibin ku em di salên pêş de jî deriyekî wiha vekin û bi rêya bexşerên xwe bi şanazî û şerefê ve xizmeta bajarê Silêmaniyê di warê perwerdeyî, tenduristî, jiyanevaniyê de, xizmeta wan kesan bikin ku pêwîstiya wan bi alîkariya me heye”.
Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî her wiha tekez kir ku “gelê şerefdar ê Silêmaniyê û derdora wê her dem piştgirî û alîkarê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bûne” û daxwaz kir ku ew di wan piştgiriyan de berdewam bin, da ku bi hev re ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wê valahî û kêmasiyan dagirin û bikarin bêtir xizmeta mirovahî û kesên hewcedar bikin. Wî her wiha eşkere kir ku bexşer û xêrxwazan bi taybetî di projeya (Mala Ezîzan) a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de roleke mezin û berbiçav lîstine û niha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî zêdetirî 16 hezar zarokên ezîz (sêwî) hembêz kiriye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest