Îsal di demek da pêşwaziyê li roja cîhanî ya penaberan dikîn ku civaka mirovayetiyê rûbirûyê qonaxeke dijwar û pir metirsiyê bûye. Cengê nav dewletan û qeyrana aborî û darayî, hilkişana helawestin û kavilkarî û bêkarî û hejarî, beşeke zêdeyê nîştecihên welatên dinyayê neçar bûne ku koçber û derbeder bibin.
Li gor amara Komîsyariya Bilinda Neteweyên Yekgirtî ya ji bo karubarê penaberan, li sala 2024 jimareya penaberan li seranserê cîhanê 122 milyon kesan derbas kiriye.
Piştî êrîşên terorîstên Da’îş û ragihandina (Dewleta Îslamî li Iraq û Şam), pela hatina penaberên derveyê Iraqê û her wiha xelkê koçberên navxweya Iraqê jî ber bi Herêma Kurdistanê li sala 2013 destpêkir û nêzîkî du milyon kes rû li Herêma Kurdistanê kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di wê demê de wan himbêz kir û hemû karînên xwe yên ji bo xizmet kirina koçber û penaberan terxan kir û paşê îdareya 30 wargehên li Herêma Kurdistanê girt stuyên xwe.
Niha amara koçber û penaberên li nava wargehên li Herêma Kurdistanê û derveyê wargehan bi vî awayî ne:
Jimareya koçber û penaberên nîştecihê li parêzgehên (Dihok, Hewlêr, Germiyan, Nînowa) 186.877 kesin. Ji vê jimareyê 17.642 kes penaber û 21.759 kes koçberin ku li nava wargehan de dijîn. Li derveyê wargehan jî li parêzgehên (Dihok, Hewlêr, Silêmanî) 582.501 kes nîştecîh bûne û penaberên Kurdên Rojava jî li derveyê wargehan 169.447 kesin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, berdewam dakokiyê li vegerana bi dilxwaziya koçber û penaberan kiriye, her demek jî her jimareyek ji wan bi xwesta xwe ji bo warên xwe vegeriyane, bi hana wan ve çûye û hemû hêsankariyek ji bo wan kiriye. Li roja cîhanî ya penaberan da jî careke din, daxwaza piştevaniya civaka cîhanî û welatên alîkarîbexşên li koçber û penaberan dike.
















