Birêveberê Nivîsîngeha BCF li Şingalê: Kêmbûna hevkariya rêkxistinên biyanî ji bo Şingalê erkê BCF girantir kiriye

Pîr Şêro Birêveberê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li Şingalê li hevdîtineke bi kanala Asmanî ya Kurdistan TV re, behsa proje û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li tixûbê Şingalê kir, tekez jî li wê yekê kir ku “meh bi meh hejmara rêxistinên navdewletî û alîkarbexşên li Kurdistanê kêmtir dibin û kêmbûna hevkariya rêxistinên biyanî jî erkê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî girantir kiriye”.

Pîr Şêro Birêveberê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Şingalê, li rêkefta 29.06.2025 li hevdîtinek da bi kanala asmaniya Kurdistan TV re ragihand: “Li piştî karesata sala 2014 ku çekdarên Da’îş beranber bi Êzdiyan tawana komkujiyê encam dan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî yekem dezgeh û rêxistina alîkarbexş li rêya Helikopterê ve hevkariyê gihand Çiyayê Şingalê ku hejmareke zêdeyê Kurdên Êzdî bi jin û zarok û bi salçûyî hêviya xwe bi wir biribûn.

Pîr Şêro eve jî xisterû ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sala 2015 Nivîsîngehek li ser çiyayê Şingalê vekiriye. Ji ber ku xelkê koçber li çiyayê Şingalê pêwîstiya wan bi ava vexwarin û xwarin û ciluberg û konan.

Wekî ku behs kir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di demek da ku Şingal nehatibû rizgar kirin, ji bo wê yekê her li çiyayê Şingalê xwendingehek ava kir, kehreba û bîra avê jî li wir dabîn kir. Her wiha got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, piştî rizgar kirina Şingalê jî li gelek waran da kar û çalakî û projeyên xwe hebûye”.

Birêveberê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Şingalê, tekez li wê yekê kir ku yek ji girîngtirîn projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya azîzane, wate ew zarokên ku sêwî ne ku bav yan (dayik û bavên) xwe ji dest dane, destê hevkariyê bi wan gihandiye ku nêzîkî 300 zarokên azîzin û hewl hatiye dayîn ku bi tu awayekê ji xwendinê neyên veqetandin.

Di derbarê kerta perwerdeyê da jî got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî girîngiyeke baş li xwendingeh û perwerdeyê daye. Salane wekî nerîteke dezgehê li hemû Kurdistan û li Şingalê jî pêdiviyên xweningehan (çanta û perawgeh) ji bo xwendekaran hatiye dabîn kirin. Pêdiviyên xwendingehan jî wekî kelupelên kargêrî û nûjenkirina xwendingehan hatine encam dan. Her wiha ew xwendekarên ku salane têne parêzgeha Dihokê ji bo taqîkirina dawî ya salê, me hevkariya wan kiriye.

Pîr Şêro, eve jî dûpat kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gelek waran de hevkariya xelkê niyazmend kiriye û heta niha jî berdewam e. Rola alîkariya bexşeran jî li navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê bilind nirxand. Lê belê heman demê de pêdagiriyê li ser ewe kir ku “Ji bilî wê yekê baweriyeke mezin li navbera bexşeran û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ava bûye, lê belê kêmbûna hevkariya rêxistinên biyanî, erkê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî girantir kiriye, meh bi meh jî hejmara rêxistinên navdewletî û alîkarîbexşên li Kurdistanê kêmtir dibin”.

Di derbarê kerta tendirustiyê jî got: “Li devera Şingalê me du nexweşxane heye, yek li navenda Şingalê û yek jî li Sinunê ye.
Bi hevkariya welatê Fransa jî nexweşxaneyeke din tê ava kirin ku hê jî karên wê temam nebûye. Li hemû gundên devera Şingalê jî binkeya tendirustiyê heye”. Heman demê de gazinde ji Hikûmeta Iraqa Federal kir ku “ heta niha hewl nedaye, pizîşkên pîspor ji bo nexweşxaneyan dabîn bike”. Got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gelek car derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo navendên tendirustiya li deverê dabîn kiriye. Herwiha me hevkariyê li xwediyê pêdiviyên taybet kiriye”.

Di derbarê sedema wê yekê jî ku hejmareke zêdeyê Êzdî heta niha jî li nava wargehan dijîn û ne amade ne vegerin warên xwe, got: “Gelek ji wan mal û xaniyên wan wêran bûye, herwiha ji ber nebûna derfeta kar neçar bûne li wargehan de bimînin”.

Bi vî awayî jî projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li tixûbê Şingalê destnîşan kir ku bi hevkarî û hevbeşiya bexşeran hatine encam dan û gelek ji wan berdewamin:
• Projeya vegerana jiyanê ji bo xelkê Şingalê – ku xanî ji bo wan malbatan bêne ava kirin ku bi serpereştiya wan malbatan jiyan nemaye.
• Navenda Şingalê ji bo xulên perwerdeyî û pîşeyî – ku nêzîkî du hezar kes têda beşdariyê kirine û projeyên biçûk ji bo wan ava kirine. Wekî du xanimên beşdarbûyê xulan, cihê kar û amêr û têçûya yek salê kirêya cihê kar û bi nirxa kareba û avê ve jî dabîn kiriye.
• Projeya mala girnijîn – ku li sala 2021 ve li Şêxan, Amêdî, Şingalê berdewame û taybete bi zarokên xwediyê pêdiviyên taybet û otîzm û hewl hatiye dayîn bi sîstemeke zanistî cîhanî rahênana wan bê kirin, bo ku bikarin tevlî bi zarokên asayî bibin.
• Projeya navenda xulên pîşeyî bi hevkariya rêxistina (IGFM) ya Almanî – ku ji bo şeş mehan berdewam bûye û 30 kes (14 keç û 16 kur) beşdar bûne, bo ku fêrî pîşeyek bibin. Li dawî ya xulê de jî her yek ji wan kelupelên pêwîst bi wan hatiye dayîn, çi li nava wargehê û çi ewên çûne nava Şingalê, karîne projeyeke biçûk ji bo xwe vekin.
• Projeya ava kirina 20 xaniyan ji bo wan kesên ji destê Da’îşê rizgar bûne, me girîngiyê bi wan daye, herwiha hevkariya tendirustiyê ji bo wan tê desteber kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest