Şandeke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi serokatiya Îsmaîl Ebdulezîz Mistefa, endamê Desteya Kargêrî ya dezgehê, roja yekşemê 17.05.2026an, beşdarî di merasîma nîqaşkirina teza doktorayê de li Zanîngeha Tikrîtê kir, ku taybet bû bi karên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di warê geşepêdana berdewam (pêşketina domdar) de.
Teza doktorayê ji aliyê xwendekar (Selahedîn Teha Muhsin) ve hatibû pêşkêşkirin. Piştî nîqaşeke zanistî li ser naveroka tezê û mînaka serekî, ku kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di warê geşepêdana berdewam de bûn, ji aliyê komîsyona nîqaşê ve bi pileya “Bêhempa” (bi serkeftineke mezin) hat pejirandin.
Piştre şanda dezgehê serdana Enwer Faris Ebd Ezawî, Dekanê Koleja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Tikrîtê kir û ji aliyê dekan ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, Dekanê Kolejê bi girîngî behsa kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir û ragihand ku mirov û mirovahî, navenda karên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bûne.












