Husên Ferîq Mizûrî, Serokê Komeleya Otîzmê ya Kurdistanê û şandeya pê re, roja duşemê di 18.05.2026an de serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê kirin û ji aliyê Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtineke dostane de, behsa kar û xebatên dezgehê di nava du dehsalên borî de û bi taybetî xizmetên wê ji bo zarokên spektruma otîzmê hate kirin. Şandeya mêvan ew xizmetguzarî pir bilind nirxandin û mertalê rêzlêgirtinê û spasnameyeke fermî ya (Komeleya Otîzmê ya Kurdistanê) pêşkêşî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kirin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, spasiya vê serdanê kir û bi girîngî ronahî xiste ser projeyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo xizmetkirina zarokên spektruma otîzmê. Her wiha hêviya serkeftinê ji Komeleya Otîzmê ya Kurdistanê re xwest û tekez kir ku dezgeh dê her dem bi wan re hemaheng û hevkar be.
Ev e naveroka spasnameya Komeleya Otîzmê ya Kurdistanê ye:
Spasî û Rûmet
Ji bo Birêz/ Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî
Em spasiya xwe pêşkêşî dezgeha we ya birêz dikin ji bo wê xizmeta ku bi berdewamî ji bo nexweşên otîzmê û malbatên wan dikin, bi vekirina çendîn navendên taybet bi otîzmê li çendîn bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê.
Em hêvî dikin ku hûn di hemû warên xizmetguzariyê de, bi taybetî ji bo kesên bi otîzmê re, her dem serkeftî bin.
Her bijîn ji bo gel û nîştiman.
Komeleya Otîzmê ya Kurdistanê / Desteya Bilind
Husên Ferîq Mizûrî
Serokê Komeleya Otîzmê ya Kurdistanê
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di sala 2025an de raporek weşandiye û tê de diyar dike ku ji her 127 kesan, kesek bi otîzmê re heye. Li welatên Kendavê ev rêje zêdetir e û ji 60 zarokan yek bi otîzmê re heye.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hest bi vê metirsiyê kir, lewra pênc sal berê yekemîn navenda taybet bi xizmetkirina zarokên otîzmê li Hewlêrê vekir û karmendên wê jî ji aliyê rahênerên navdewletî ve di xulên zanistî û taybet de hatin perwerdekirin.
Dr. Rewşt Reşîd, Şêwirmendê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, tekez dike ku berê li Kurdistanê ti navendek ji bo destnîşankirina otîzmê tune bû, lê ev yek li Hewlêrê hate dabînkirin û niha li Zaxoyê jî tê çêkirin û êdî pêwîst nake ji bo vê yekê serdana welatên din bikin. Her wiha da zanîn ku piştî serkeftina navenda otîzmê li Hewlêrê ku 311 zarokên otîstîk bi serkeftî rahênan dîtin, 81 ji wan vegeriyan ser xwendina asayî; wate ji her çar zarokan yek vegeriya xwendina asayî.
Her wiha diyar kir ku di sala 2023an de li ser ferman û raspardeya Serok Barzanî, wan ew ezmûn veguhastiye Soranê û li wir jî 73 zarok li navenda otîzmê ya li Kompleksa Dayikê sûdmend bûne. Got jî: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî navendên otîzmê kiriye kompleks û peymangeha perwerdekirina kadroyên taybet di warê otîzmê de. Me 55 rahêner perwerde kirine ku li Soranê xizmetê dikin û 30 rahêner jî ji bo navenda Zaxoyê hatine amadekirin, ku hemû ev rahêner dikarin di vekirina navendên din de roleke bibandor bilîzin.”














