Bi amadebûna berpirsên hizbî, hikûmî, îdarî û hejmarek ji rojnamevan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Kerkûkê, hevdîtina salane ya Nivîsîngeha Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Kerkûkê hate lidarxistin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xelatên rêzlênanê pêşkêşî hejmarek ji xêrxwazên (bexşerên) bajêr kir û rola kanal û saziyên ragihandinê di rûmalkirina çalakiyên xêrxwaziyê de bi bilindî nirxand.
Bi amadebûna Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî; Hîwa Ehmed Mistefa, Serokê Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûkê; Dr. Şaxewan Ebdullah, Serokê Fraksiyona Partî li Encumena Nûnerên Iraqê; Mihemed Kemal, Berpirsê Liqa 3 ya Partî; Dr. Mihemed Xurşîd, Berpirsê Liqa 12 ya Helebce ya Partî; Sîrwan Asî, Berpirsê Liqa 25 ya Derdorên Kerkûkê û berpirsên hizbî û îdarî li Kerkûkê; roja sêşemê, rêkeftî 19/05/2026an, hevdîtina salane ya ofîsa Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêve çû.
Di hevdîtinê de, bal kişandin li ser amar û daneyên taybet bi bexşîn, proje û karên Nivîsîngeha Kerkûkê bi hevkarî û piştgiriya berdewam a bexşerên bajêr, ku qadeke mezin di karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de girtiye.
Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di gotarekê de ragihand: “Kerkûk xwedî pêgeheke girîng e û em her tim di wê xemê de ne ku zêdetirîn harîkarî û projeyên mirovî di vê parêzgehê de encam bidin.”
Musa Ehmed di gotara xwe de, peyamek pêşkêşî xêrxwazên amadebûyî kir û got: “Cihê şanazî û serbilindiyê ye ku bi piştgirî û bexşîna we, projeyên mirovî yên girîng hatine pêkanîn; wek dabînkirina xaniyan di çarçoveya projeya ‘Nûjîn’ de, çavdêriya azîzan (sêwiyan), dabeşkirina paketên xwarinê, projeya goştê qurbanê, dabînkirina cilûberg, çente û pêdiviyên xwendinê û bi dehan projeyên din.”
Karê xêrxwazî û felsefeya bexşînê
Di çarçoveya hevdîtina salane ya Nivîsîngeha Kerkûkê de, paneleke taybet li ser karê xêrxwazî û felsefeya bexşînê bi beşdariya Karzan Nûrî, Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dr. Hesen Şêxanî, Mamosteyê Zanîngehê, birêve çû. Tê de bi hûrgulî bal hate kişandin ser girîngiya bexşîn û karê mirovî.
Herwiha beşdaran tekez kirin ku bexşîn ne tenê harîkariya darayî ye, lê belê karekî mirovî û civakî yê dualî ye; ji ber ku hem dibe sedema aramiya derûnî ya bexşer, hem jî pêdiviyên çîn û beşên hewcedar dabîn dike. Her du beşdarên panelê hemfikr bûn ku bexşîn, çi kêm be çi zêde, girîngiyeke mezin ji bo civakê heye û bi hemû ol û bîrûbaweran re yekdigre; bi rêya wê dadperweriya civakî pêk tê û civakê dike yek.
Rêzlênan li bexşeran.. Dînamoya karê xêrxwaziyê
Di berdewamiya merasîmê de, xelatên rêzlênanê pêşkêşî hejmarek ji xêrxwazên bajêr hatin kirin.
Di vê derbarê de, Musa Ehmed peyameke taybet arasteyî xêrxwazan kir û ragihand ku bi saya piştgirî û bexşîna wan, wan karibûye projeyên mirovî yên girîng bi cih bînin. Wî bal kişand ser wan projeyên ku di çarçoveya harîkariyan de hatine kirin, wek: dabînkirina xaniyan, çavdêriya sêwiyan, dabeşkirina selikên xwarinê û pêdiviyên xwendinê.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez kir ku harîkarî û bexşîna xelkê Kerkûkê roleke bibandor di serkeftina projeyên mirovî û xêrxwaziyê de hebûye.
Gihandina peyama mirovî.. Handan bo bexşînê
Di çarçoveya hevdîtinê de, rola kanal û saziyên ragihandinê di rûmalkirina çalakiyên xêrxwaziyê de bi bilindî hate nirxandin û spasname û rêzlênanên taybet pêşkêşî hejmarek ji nûnerên medyayê hatin kirin; ji ber hewl û mandûbûna wan di veguhastina çalakî û projeyên mirovî de û herwiha handana xelkê bo bexşîn û beşdarîkirina di karên xêrxwaziyê de.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dupat kir ku medya hevbeşeke sereke ya serkeftina karên xêrxwaziyê ye û roleke girîng di gihandina peyama mirovî û handana civakê de dibîne.



















