Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şanda pê re, roja pênçşema rêkefta 10\7\2025 serdana Zanîngeha Soran kirin û ji aliyê PYD Şêrwan Şerîf Qurtas Serokê Zanîngeha Soran ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Mebesta vê serdanê, destnîşankirina rêkarek bû ji bo karê pêkveyî li warê jîngehê û guhertinên keşûhewa ku ji niha ve bûye mijareke giştgîr û li welatên cîhanê karên ciddî li ser dikin.
Her li vê hevdîtinê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, balkişand li ser pêgeha zanistî û destkeftên Zanîngeha Soran û ji bilî pîrozbahiyê, hêviyên serkeftinên zêdetir ji bo wan xwest. Tekez jî li wê yekê kir ku deriyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bo Zanîngeha Soranê berdewam vekiriye, ji bo lêkolîna xwendekaran li têza master û doktora û palpiştiya karên grûpa lêkolînerên zanîngehê dikin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serokê Zanîngeha Soran û amadebûyan, bi hurî rewşa guhertinên keş û hewayê gotûbêj kirin û egera wê yekê jî xistin ber behs ku ji ber sedema wan guhertinên keş û hewayê pêleke penaber û koçberan rû li Herêma Kurdistanê bikin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li mijareke dinê gotara xwe de, balkişand li ser danîna berdê binaxeya dirustkirina avahiya yekem ya Navenda Şiyandina Alûdebûyên Maddeyên Hişbir ya li Hewlêrê ku ji aliyê rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû vekirin. Ew e jî xisterû ku her li jêr çavdêriya birêz de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî helmeta niştimaniyê ya rûbirûbûna maddeyên hişbir ragihandiye. Xwazyar jî bû li wî warî da wan digel Zanîngeha Soran hemahengiyeke zêdetir û berdewam hebê.
Li dawî ya hevdîtinê de jî du peymanên girîng di derbarê jîngehê û guhertinên keş û hewa û rûbirûbûna maddeyên hişbir de li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Soran de hate wajo kirin.





















