Festivala Hêviyê, Enerjî û Hêviyê Dide Zarokên Koçber û Penaberên Nav Kampan

Bi amadebûna Şêwirmendê Birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Werzişê, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê, Ragirê (Dekanê) Kolêja Perwerdehiya Fîzîkî û Zanistên Werzîşê û Rayedarê Fermî yê Şîrketa Zêr û Cîgirê Wezîrê Çand û Ciwanan û Serokê Yekîtiya Werzişê ya Hewlêrê û çend kesayetên hikûmî, medenî û werzîşî, merasîma bidawîhatina “Festivala Hêviyê ji bo Lîstikên Qadan” li hola Kolêja Perwerdehiya Fîzîkî û Zanistên Werzîşê li Hewlêrê pêk hat, di dawiya merasîmê de xelat li ser keç û xortên serketî yên rêza yekem heta sêyem hatin belavkirin.
Bi amadebûna birêzan Bextiyar Ferîq (Şêwirmendê Birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Werzişê), Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Omêd Xoşnaw Parêzgarê Hewlêrê, Dr. Ehmed Koçer Dekanê Kolêja Perwerdehiya Fîzîkî û Zanistên Werzîşê û Diyar Dilpak Rayedarê Fermî yê Şîrketa Zêr û Cîgirê Wezîrê Çand û Ciwanan û Serokê Yekîtiya Werzişê ya Hewlêrê û çend kesayetên hikûmî, medenî û werzîşî, roja Sêşemiyê 26ê Tebaxa 2025an li hola Kolêja Perwerdehiya Fîzîkî û Zanistên Werzîşê li Hewlêrê, merasîma bidawîhatina “Festivala Hêviyê ji bo Lîstikên Meydanî” pêk hat.
Di destpêkê de birêz Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ligel xêrhatina amadebûyan, spasiya xwe ji rêxistinkerên festîvalê re ragihand. Paşê wiha got ku cihê şanaziyê ye ku bi pêşniyara Cenabê Serok Barzanî û Serokê Desteya Damezrînerên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Birêz Mesrûr Barzanî, ji roja yekemîn a hatina koçber û penaberan bo Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karîbûye alîkariya wan bike û xizmeta wan bike. Di derbarê festîvalê de jî, hêvî kir ku bibe destpêka qonaxeke werzîşî ya bedew ji bo beşdaran û di paşerojê de di cihên bilind ên werzîşî de bêne dîtin.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand ser wê yekê ku hîn jî gelek koçber û penaber li kampan mane, bi taybetî koçber û welatiyên Iraqê, ku pêwîst e hikûmeta Iraqê çawa li parêzgehên din ên Iraqê xizmeta welatiyên xwe dike, xizmeta koçberên di nav kampan de jî bike. Her di wê çarçoveyê de wî tekezî li ser wê yekê kir, eger tenê behsa îsal bê kirin, ji destpêka salê ve heta niha (26ê Tebaxê) Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, bi tenê kîloyek xwarin jî bi taybetî li kampên Dihokê de belav nekiriye, û vê paşguhkirinê jî wekî “binpêkirina mafên mirovan” binav kir, ku hikûmeta Iraqê erka xwe li hember wan welatiyan bicîh neaniye.
Paşê birêz Aryan Selahedîn Cîgirê Wezîrê Çand û Ciwanan, di gotara xwe de amaje bi wê yekê kir ku rêxistinkirina vê festîvala werzîşî stratejiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nîşan dide, ku ev dezgeh ne tenê di çarçoveya alîkariyê de di demên zehmetî û qeyranan de ji bo mexdûran maye. Wî her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di warê gihandina xizmetguzariyê de ji bo hewcedaran hemû sînor derbas kiriye û ti rengek jî cuda nekiriye, û got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di warê raman û armancan de jî sînorên xwe di xizmetê de derbas kiriye û stratejiyên wan ên mezin hene, ji ber vê yekê em hemû bi karên mezin ên mirovî û neteweyî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî şanaziyê dikin û eger em wekî kadroyek dilxwaz ê wê dezgehê qebûl bikin, ti sînorek me ji bo xizmetkirina bi wan re nîne.” Di dawiya axaftina xwe de ligel pîrozkirina rêxistinkerên festîvalê û hêviya serketinê ji bo beşdarên festîvalê got: “Wekî Wezareta Çand û Ciwanan, em bi hemû dezgehên xwe ve amade ne ku di xizmeta armancên dezgehê de bin, çi di werzîşê de, çi di warê çandî de, çi di warê xizmeta ciwanan de û hemû warên ku Wezareta Çandî dikare bi we re be.”
Paşê birêz Bextiyar Ferîq, Şêwirmendê Birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Werzişê û Endamê Komîteya Olîmpiyadê ya Iraqê, di gotara xwe de spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ji bo pêkanîna vê çalakiya werzîşî û piştgirîkirina Komîteya Olîmpiyadê ya Iraqê jî ji bo pêkanîna vê festîvala werzîşî wekî cihê şanaziyê binav kir.
Festîval bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û sirûda neteweyî ya Iraqê dest pê kir, paşê tîma kampan hatin hundir û pêşandanên tîmên govendê û pêşbazî hatin lidarxistin û di dawiyê de hakem û lîstikvanên rêza yekem, duyem û sêyem li ser asta keç û xortan hatin xelatkirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest