Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji destpêka derketina şer û çêbûna rewşeke aloz û nebaş û koçberbûna bi hezaran malbatên li Rojavayê Kurdistanê, bi fermana Cenabê Serok Barzanî, kampanyayeke berfireh ji bo komkirina alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin. Belavkirina alîkariyan jî ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve bi awayekî berfireh didome û rojane di warên curbecur de xizmetguzarî û alîkarî ji koçberan re têne pêşkêşkirin.
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di belavkirina alîkariyan de li ser koçberên Rojava yên li bajarên (Qamişlo, Dêrîk, Girkê Legê, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê û Efrînê) didomin û heta berbanga 6ê Sibatê 2026 amarên alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê bi vî awayî bûn:
361 barhilgir alîkariyên xorekî û nexorekî, pizîşkî û sotemenî gihîştine Rojavayê Kurdistanê.
12.526 malbat ji alîkariyan sûdmend bûne.
325.582 lître sotemenî hatiye belavkirin û 8.908 malbat jê sûdmend bûne.
73.012 xwarinên germ hatine belavkirin.
7.919 kes hatine tedawî û çareseriyên bizîşkî wergirtine.
731 derfetên kar hatine peydakirin.
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku ji zêdetirê 150 karmendên hemû nivîsîngehên saziyê pêk tên, di warên xorekî, tenduristî, lojîstîk û meydanî de xizmetê ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê re dikin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bilî pêşkêşkirina alîkariyan, dibe pireke bihêz di navbera gelê Rojava û rêxistinên navxweyî û navneteweyî de, da ku bi awayekî herî baş karibe li Rojavayê Kurdistanê xizmetê ji gelê koçber û ziyanberketî re bike.



















