Heta Sibehiya 1ê Sibatê 8,437 Malbat Li Bajarên Rojava û Helebê Ji Alîkariyan Sûdmend Bûn

Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di belavkirina alîkariyan li ser koçberên Rojavayê Kurdistanê de berdewam in û karwanê duyemîn ê alîkariyan jî li ser mexdûrên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd li bajarê Helebê têne belavkirin.
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di belavkirina alîkariyan li ser koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li bajarên (Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Amûdê û Dirbêsiyê) de berdewam in û karwanê duyemîn ê alîkariyan jî di 1ê Sibatê de li ser mexdûrên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd li bajarê Helebê têne belavkirin.
Heta sibehiya 01/02/2026, amara alîkariyên mirovî yên ji bo Rojavayê Kurdistanê û Helebê bi vî rengî bû:
307 barhilgirên alîkariyên xorekî, ne-xorekî, pizîşkî û sotemeniyê gihîştine Rojavayê Kurdistanê.
8,437 malbat ji alîkariyan sûdmend bûn. Ku li 201 dibistan û 15 mizgeftan hatine bicihkirin.
7,909 malbat ji 285,582 lître sotemeniyê sûdmend bûn ku li 209 dibistan û 12 mizgeftan hatine belavkirin.
43,226 xwarinên germ li 187 dibistan û 12 mizgeftan hatine belavkirin.
4,470 kes li 58 dibistanan çareseriya pizîşkî wergirtine.
564 derfetên kar hatine peydakirin.
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku ji zêdetirî 150 karmendên hemî nivîsîngehên dezgehê pêk tên, di warê xorekî, tenduristî, lojîstîkî û qadê de xizmetê didin welatiyên Rojavayê Kurdistanê.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji destpêka derketina şer û avabûna rewşeke aloz û nebaş û koçberbûna bi hezaran malbat li Rojavayê Kurdistanê ve, li ser fermana Cenabê Serok Barzanî, kampanyayeke berfireh ji bo komkirina alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin. Belavkirina alîkariyan jî ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve bi awayekî zêde û domdar berdewam in û rojane di warên cuda de xizmetguzarî û alîkarî ji koçberan re têne pêşkêşkirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, piştî hewldaneke zêde karîbû razîbûna Wezareta Derve ya Sûriyê ji bo gihandina alîkariyan bo bajarê Helebê werbigire û îro, 01/02/2026, karwanê duyemîn ê alîkariyan li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd li bajarê Helebê têne belavkirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bilî pêşkêşkirina alîkariyan, dibe pireke xurt di navbera xelkê Rojavayê Kurdistanê û rêxistinên navxweyî û navneteweyî de, da ku bi awayekî herî baş karibe li Rojavayê Kurdistanê xizmeta xelkê koçber û ziyanberketî bike.
Kampanyayên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi piştgiriya bexşîneran ji hemî beşên civakê, di asteke berfireh de hatin rêvebirin. Herwiha kampanyaya “Rencê Rûdaw” ku alîkariyeke mezin û berçav bû, radestî tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hat kirin û li ser xelkê koçber û ziyanberketiyên li Rojavayê Kurdistanê hate belavkirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest