“Çake” Piştî Remezanê jî Didome

Îsmaîl Abdulazîz, endamê Desteya Rêvebir ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, qala projeyeke dezgehê bi navê “Çake” dike, ku tê de alîkariyên cûrbecûr pêşkêşî kesên feqîr û lêqewimiyan dike.
Îsmaîl Abdulazîz, endamê Desteya Rêvebir ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ku di heman demê de serperiştyarê alîkariyan e li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, roja Duşemê, 23/2/2026, di axaftineke xwe de ji bo medyaya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, qala projeyeke saziya xêrxwazî ya Barzanî bi navê “Çake” kir, ku tê de alîkariyên cûrbecûr pêşkêşî kesên feqîr û lêqewimiyan dikin.
Wekî ku got, proje gelek sal berê dest pê kiriye û di wê demê de, wan alîkariyên cûrbecûr pêşkêşî kesên bêderfet û kêm-dahat kirine, da ku bibin xwedî kar û dahateke baştir ji bo xwe û malbatên xwe. Derbarê vê de, wî got: “Proje ne ewqas mezin e ku mîna Nûjîn bi temamî jiyana malbatekê biguherîne, lê ji bo kesên bêderfet gelek hêsankariyê dike, ji ber vê yekê em wê pêşdixînin, da ku bêtir kes jê sûd werbigirin. Îsal jî me dest bi dabînkirina lêçûnên neştergeriyê ji bo wan zarokan kiriye, yên ku lêçûnên dermankirina wan ji derveyî şiyana malbatên wan e.”
Herwiha destnîşan kir ku ew hemî karên qenciyê bi piştgiriya xwedêdayî û bexşkar û xêrxwazan pêk tînin. Wî got: “Bi piştgiriya Xwedayê dilovan û hewldana bexşkaran, proje dê piştî meha pîroz a Remezanê jî bidome.”

Hin çalakiyên projeya “Çake” di van lînkan de hatine weşandin:
https://www.youtube.com/watch?v=zgH9J2brm7U

https://www.youtube.com/watch?v=nt3nmXKSOM0

https://www.youtube.com/watch?v=zgH9J2brm7U

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bilî gelek projeyên taybet ên ku li cîh û herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê, Iraqê û welatan pêk anîne, di heman demê de di 10 sektorên cûrbecûr de wek (xorek û ne-xorek, av û avdanî û pêşxistina pakî û paqijiyê, stargeh, perwerde û pêşketin, zindîbûn, alîkariya diravî, parastin, tenduristî û rêveberiya hevrêziya kampan) de xebatên mirovî kiriye.
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest