Ji bo Rûbirûbûna Maddeyên Hişbir, Memorandûma Têgihîştinê bi Wezareta Pêşmerge re Tê Îmzekirin

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Wezareta Pêşmerge, ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir, memorandûma têgihîştinê îmze dikin, da ku tîmeke perwerdekirî di nav wezaretê de, wê erkê pîroz pêk bînin.
Dr. Reza Îsmaîl, Rêveberê Giştî yê Karûbarên Bijîşkî yên Leşkerî li Wezareta Pêşmerge û şanda pê re, roja Sêşemiyê, 24/2/2026 serdana (Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî) li Hewlêrê kirin û ji aliyê Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve, bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di heman serdanê de, memorandûma têgihîştinê ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir, di navbera Dr. Rewşt Reşîd, Serperişyarê Kampa Niştimanî ya Rûbirûbûna Maddeyên Hişbir, û Dr. Reza Îsmaîl, Rêveberê Giştî yê Karûbarên Bijîşkî yên Leşkerî yê Wezareta Pêşmerge de, hate îmzekirin.
Li gorî memorandûmê, karmendên pispor ên Kampa Niştimanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir di Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de, dê perwerdehiya nû û pêwîst bidin karmendên Wezareta Pêşmerge, da ku ew jî bi her awayî beşdarî Kampanya Niştimanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir bibin û agahdarî û hişyariya têr li ser vê mijarê bidin hêzên Pêşmerge, da ku çawa erka pîroz a ax û welat li ser wan e, bi heman awayî xwe û welatiyên xwe ji bela kujer a madeyên hişbir biparêzin.
Kampanya Niştimanî ya Rûbirûbûna Maddeyên Hişbir, yek ji projeyên girîng ên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye, di çarçoveya vê kampanya niştimanî de, qursên perwerdehî û hişyarkirinê ji bo mamostayên dînî û perwerdehiyê û li zanîngeh û dibistanan û di kampên koçber û penaberan de jî hatine vekirin û ew çalakî jî dê bidomin.
Rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrîneran a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di 26ê Mijdara 2024an de, kevirê bingehîn ê avakirina yekem navenda rehabîlîtasyonê ji bo kesên girêdayî madeyên hişbir li Hewlêrê danî.
Her di bin çavdêriya wî rêzdarî de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di forûmekê de ku roja Pêncşemiyê, 29/5/2025 bi dirûşma “Bi hev re ber bi civakeke bihêz û saxlem ve”, li Otêla Divan li Hewlêrê hate lidarxistin, Kampanya Niştimanî ya ji bo Rûbirûbûna Maddeyên Hişbir ragihand.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest