Nûjîn Jiyana Gelek Malbatan Bi Tevahî Diguherîne

Projeya Nûjîn, yek ji projeyên girîng ên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye. Ji sala 2021an ve heta niha 64 malbat jê sûd wergirtine, ku 12 malbatên wan yên îsal (2026) in. Di vê projeyê de, di jiyana wan de guhertinên bingehîn hatine kirin û plan heye ku proje piştî Remezanê jî berdewam be û malbatên hewcedar ên din jî dê jê sûd werbigirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di projeya Nûjîn de bala xwe dide wan malbatên ku rewşa wan a darayî pir xirab e û nikarin pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin. Proje bi hevbeşî bi Kanala Kurdistan 24 re her carê serdana malbatek feqîr dike û hewl dide ku hemî pêdiviyên wan dabîn bike û wan ji feqîriyê xilas bike.
Nûjîn, yek ji projeyên girîng ên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye û bi rêya beşa nirxandin û şopandinê ya serokatiya saziyê, her dem çavdêriya awayê cîbicîkirina projeyan û pabendbûna bi plana pejirandî dike.
Plana projeyê ew e ku xaniyekî hêja (bi kirîn an avakirin û bi hemî kelûpelên malê re) ji bo malbatek bêsîwan, qurbankirî, an bêxwedî bê dabînkirin. Herweha eger endamekî malbatê nexweşiyek hebe, hemî lêçûnên dermankirina nexweşiyê ji bo wî têne dabînkirin. Di heman demê de, heke zarokek di malbatê de ji ber kêmderametiyê ji xwendinê veqetiyabe, proje derfeta xwendinê ji bo wî çêdike û hemî lêçûnên wê jî li ser xwe digire.
Ev proje di sala 2021an de dest pê kiriye û hejmara sûdmendan di salên borî de bi vî awayî bûye:
9 malbat di sala 2022an de
13 malbat di sala 2023an de
15 malbat di sala 2024an de
15 malbat di sala 2025an de
12 malbat di sala 2026an de
Projeya Nûjîn, di sînorê hemî Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de li (Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan û Xaneqîn, rêveberiyên xweser ên Soran û Zaxo, herweha li parêzgeha Neynewa jî li sînorê Mûsilê) bê cûdahiya etnîkî, neteweyî, olî û girêdana partîtî, karîye jiyana bi dehan malbatên qurbankirî û bêsîwan bi tevahî biguhere û jiyaneke aram û hêja pêşkêşî wan bike.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest