Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Di Meha Remezanê Ya Pîroz de Komek Alîkariyên Mirovî Pêşkêş Dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, wekî kevneşopiyeke salane, di hemû boneyên cuda yên olî yên pêkhateyên Kurdistanê de, xizmetguzariyên taybet pêşkêş dike. Meha Remezanê ya pîroz jî yek ji wan boneyên olî yên Misilmanan e, ku wekî meha xêr û bereket, alîkarîkirina feqîran û meha bexşîn û qenciyê tê nîşandan. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya bexşîneran di vê mehê de, komek alîkariyên mirovî pêşkêş dike.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, her sal di meha Remezanê de fitar û xwarinên germ amade dike. Îsal jî bi amadebûna Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Parêzgarê Hewlêrê, ji destpêka meha Remezanê ve, projeyek taybet bi hemahengiya ligel Grûba Şîrketên Gelîawa ragihand, ku pêşkêşkirina xwarina fitarê di Meha Remezanê ya Pîroz de ji bo hezar kesan e ku rojane li Baxê Şar li Hewlêrê tê pêşkêşkirin û heta dawiya Meha Remezanê jî dê berdewam be.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di bin dirûşma “Alîkarî û Biratî” de û di çarçoveya projeyên Meha Remezanê de, projeya pêşkêşkirina nanê belaş ji bo malbatên kêmderamet li sînorê parêzgeha Dihokê da destpêkirin. Proje li seranserê parêzgeha Dihokê li 13 nanpêjxaneyan (navenda Dihokê, Akrê, Berdereş, Şêxan û Amedî) tê cîbicîkirin.
Ev kampanyaya xêrxwaziyê dê ji bo dema 15 rojan di Meha Remezanê ya Pîroz de berdewam be û zêdetirî 27 hezar malbatên feqîr û kêmderamet dê jê sûd werbigirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi alîkariya rêxistina (Aghsan al-Karama), li kampa Mam Reşan li sînorê parêzgeha Dihokê, nanpêjxaneyek (firneya nan) vekir. Pênc kes di nanpêjxaneyê de kar dikin û ji bo şeş mehan rojane hezar nan belaş didin rûniştvanên kampê.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, tevî kêmbûna alîkariyên navneteweyî ji bo aware û penaberan li Herêma Kurdistanê, her dem di hewldanan de ye ku bi rêya hevkar û bexşîneran zêdetir alîkarîya wan bike û xizmetguzariyên cûrbecûr pêşkêş bike.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Heyva Sor a Îmaratî, di projeyeke hevbeş de, li kampa Xazir, li sînorê parêzgeha Hewlêrê, ji destpêka Meha Remezanê ya Pîroz ve rojane xwarina fitarê ji bo 750 kesan dabîn dikin. Ev proje dê heta dawiya Meha Remezanê ya Pîroz berdewam be.
Li Rojavayê Kurdistanê jî projeyên bi vî rengî hatine cîbicîkirin û di 11/2/2026an de, di civîneke çapemeniyê de, Karzan Nûrî, endamê Desteya Rêveber a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, cîbicîkirina projeyeke nû li Qamişlo ragihand, ku ji dabînkirina nanê germ pêk dihat. Di qonaxa yekem de rojane heft ton ard di sê nanpêjxaneyên hikûmî de û di qonaxa duyem de di heft nanpêjxaneyên sivîl de dibe nan û li ser xelkê Rojava tê belavkirin.
Bi saya bexşînên xelkê Herêma Kurdistanê û destvekirî û dilfirehiya bexşîneran, 200 ton ard ji bo nanpêjxaneyên Qamişlo hat dabînkirin, ku ev dibe 480 hezar reft nan, ango 3 milyon û 360 hezar nan, ku belaş li ser xelkê bajarê Qamişlo têne belavkirin.
Ezîzan (zarokên bêsîwan), ji bilî ku li Mala Ezîzan ser bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi hemû şêweyan, perwerdehî, alîkariya darayî, alîkariya xwarin û ne-xorekî û tenduristî, xizmetguzarî li wan tê kirin, di Meha Remezanê de jî cil û bergên nû ji bo pêşwazîkirina Cejnê ji wan re tê dabînkirin. Di heman çarçoveyê de, di atmosfereke tije dilovanî de, Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya li Dihokê, bi boneya nêzîkbûna Cejna Remezanê ya pîroz, di 1/3/2026an de çalakiyek taybet û dilxweşker ji bo 100 zarokên ezîz organîze kir.
Di wê çalakiyê de ku li “Family Mall” li Dihokê hate lidarxistin, ji bilî kirîna cil û bergan ji bo ezîzan, xwarina nîvro ji zarokên ezîz re hat pêşkêşkirin.
Çalakiyên bi vî rengî, hem ruhê alîkarî û jiyana hevbeş a civakî xurttir dikin, hem jî dilê zarokên ezîz di van rojên pîroz de şad dikin.
Herwiha Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya li Dihokê bi alîkariya xêrxwazekî, bi boneya amadekarî û pêşwazîkirina Cejna Remezanê, cil û bergên nû ji bo 30 zarokên ezîz dabîn kir.
Herweha ofîsa Germiyan a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi alîkariya xêrxwazan, di salvegera 47emîn a koçkirina Barzanîyê nemir de, herwiha ji bo amadekarî û pêşwazîkirina Cejna Remezanê ya pîroz, di 1/3/2026an de cil û berg û pêlav ji bo 47 zarokên ezîz li bajarokê Kela dabîn kir.
Li Kela Sebetên Xwarinê Li Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet Hatin Belavkirin
Nivîsîngeha Germiyan a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di 9/3/2026an de, sebetên xwarinê li ser kesên xwedî pêdiviyên taybet (kor) li Kela belav kir. Di wê çalakiyê de 114 malbat sûd wergirtin.
Li Kampa Şarya Alîkariyên Cûrbecûr Li Jinên Bêhevser Tên Pêşkêşkirin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi alîkariya rêxistina (Shelter Now), di 2/3/2026an de li kampa Şarya li sînorê parêzgeha Dihokê, alîkariyên xwarin û ne-xwarinê li ser 163 jinên bêhevser belav kir. Alîkarî ji (sebetên xwarinê, birinc û betanî) pêk dihatin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di cîbicîkirina projeyên xwe yên di xizmeta aware û penaberan û xelkê xwecîhî de berdewam e. Her di vê çarçoveyê de, her dem bi rêxistin û kesayetî û şîrketan re di têkiliyê de ye, ji bo dabînkirina alîkariyên cûrbecûr ji bo aware û penaberan û xelkê xwecîhî, bi taybetî di vê demê de ku alîkariyên ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî kêm bûne û nemane.
Projeya Nûjîn
Projeya Nûjîn, ku her sal di Meha Remezanê ya Pîroz de tê cîbicîkirin, yek ji projeyên girîng ên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye û ji sala 2021an heta niha 64 malbat jê sûd wergirtine, ku 12 malbatên wan ên îsal (2026) in. Di wê projeyê de, di jiyana wan de guhertinên bingehîn hatine kirin û plan heye ku proje piştî Remezanê jî berdewam be û malbatên hewcedar ên din jî dê jê sûd werbigirin.
Belavkirina sebetên xwarinê beşeke berçav e ji alîkariyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi taybetî di Meha Remezanê de li bajar û herêmên cuda ev alîkarî tên belavkirin.
Nivîsîngeha Germiyan a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di çarçoveya projeyên Meha Remezanê ya Pîroz de, di 2/3/2026an de sebetên xwarinê li ser 130 malbatên feqîr û kêmderamet li qezaya Kifrî belav kir.
Her di çarçoveya projeyên Meha Remezanê ya Pîroz de, di 3/3/2026an de sebetên xwarinê li ser 150 malbatên feqîr û kêmderamet li bajarokê Xaneqînê hatin belavkirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi hemahengîya ligel Rêveberîya Şehîdan û Enfalkiriyan li Hewlêrê, di 4/3/2026an de sebetên xwarinê û kartonên berhemên (Şîrketa Zom) li ser malbatên serbilind ên şehîdan belav kir.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi alîkariya rêxistina (Şûa el-Emel), di 25/2/2026an de li kampa Hesen Şam U3 li sînorê parêzgeha Hewlêrê, deynên 20 malbatan li marketên kampê jêbirin.
Her di Meha Remezanê de, Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya li Dihokê, komek alîkariyên cûrbecûr li Mala Kal û Pîran a li Dihokê pêşkêş kir. Alîkarî ji (doşek, betanî, balîf, kartonên tenduristî û paqijiyê û pêdiviyên kal û pîran) pêk dihatin.
Mala Kal û Pîran a li Dihokê, 25 kal û pîran di xwe de dihewîne, ku 13 ji wan jin in û 12 ji wan mêr in.
Kal û pîr û kesên xwedî pêdiviyên taybet, ew çîn û tebeqeyên rêzdar in ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tu carî wan ji bîr nekiriye û xizmetguzariyên cûrbecûr ji wan re pêşkêş dike.
Li Rojavayê Kurdistanê jî her di vê mehê de xizmetguzariyên cûrbecûr hatine pêşkêşkirin.
Di Meha Remezanê ya Pîroz de xwarina fitarê li ser 1200 kesan hat belavkirin, ku di nav dibistanên Qamişlo de rûdinin. Herweha xwarinên germ li ser 420 kesên aware li dibistan û mizgeftên Dêrikê hatin belavkirin.
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di berdewamiya belavkirina alîkariyan li Rojavayê Kurdistanê de, li kampa Newroz a li Dêrikê, sebetên xwarinê li ser 1,240 malbatan belav kirin.
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di berdewamiya alîkariyên xwe yên ji bo Rojavayê Kurdistanê de, di roja yekemîn a Meha Remezanê ya Pîroz (18/2/2026) de li Qamişlo alîkariyên cûrbecûr pêşkêşî 955 malbatan kirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi planek pêşwext û tîmeke bi tevahî amade û bi tecrûbe û sîstemeke lojîstîk, di kêmtirî 24 saetan de sînor derbas kirin û yek ji rûpelên herî geş ên karê mirovî yê Kurdistanê tomar kirin, ku gihiştina karwanên mezin ên alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bû. Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî heta niha 433 barkêşên mezin ên alîkariyên Herêma Kurdistanê gihandiye Rojava, 394 hezar û 475 lître sotemenî hatiye belavkirin, zêdetirî yek milyon nanê belaş hatiye belavkirin û proje berdewam e. 9 hezar û 335 kesî tedawiya bijîşkî ji wan re hatiye pêşkêşkirin. Hezar û 858 derfetên kar jî hatine çêkirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di Meha Remezanê ya Pîroz de di pêşkêşkirina alîkariyan de berdewam e ku hundir û derveyî Herêma Kurdistanê jî di xwe de dihewîne.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest