Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di 38emîn Beşa Bazneya Gotûbêjan de: “Dema ku xelkê qurbankirî Cenabê Serok Barzanî rasterast çavdêrî û pêşniyarên şandina alîkariyan dike dibînin, hestek kûr a piştgiriyê li cem wan çêdibe.”

38emîn beşa çembera gotûbêjê bi sernavê “Bandora Yekîtiya Kurdan di Nav Guhertinên Rojhilata Navîn de”, di 3/3/2026an de li hola Beşa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê hate lidarxistin.
Ji bo vê gotûbêjê, raporeke meydanî ji hemû parêzgeh û îdareyên xweser ên Herêma Kurdistanê hatibû amadekirin, tê de komek elît, nêrînên xwe li ser bandora yekîtiya Kurdan di nav vê veguhêzîna xeternak a Rojhilata Navîn de anîbûn ziman. Piştî ku ev rapor li ser ekranê hat nîşandan, van rêzdaran “Mûsa Ehmed, Bapîr Kamela, Hajê Silêman, Ziya Petros, Resûl Reûf, Dr. Hîwa Mecîd, Nîhad Îlxanî, Dr. Nayîf Kurdistanî û herweha Şêx Murşîd Xeznewî, Fuad Onan bi “Skype”, herweha endamên çembera gotûbêjê (Şivan Hemdî, Prof. Dr. Nezaket Huseyn, Dr. Celal Ehmed, Ferhad Mihemed) bi eşkereyî li ser vê mijarê gotûbêj kirin. Kurteya vê gotûbêjê di 9ê Adara 2026an de di kovara Gulan de hate weşandin.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, yek ji panelîstên vê beşa “Çembera Gotûbêjê” bû. Ev jî gotinên wî ne ku di kovara Gulan de hatine weşandin û paşê dê di du pirtûkan de bi her du zimanên Kurdî û Erebî bên weşandin.
Mûsa Ehmed, Serokê “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî” ye û zêdetirî bîst salan e li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê, xizmeta mirovahiyê dike û jiyana xwe ji bo alîkariya mirovî terxan kiriye. Di gotûbêja vê carê ya “Çembera Gotûbêjê” de (Yekîtiya Kurdan di nav guhertinên Rojhilata Navîn de) bi vî awayî dîtin û pêşniyarên xwe anî ziman:
Destpêkê em gelek spasiya çembera gotûbêjê ya Beşa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê dikin ku li ser vê mijara girîng “yekîtiya Kurdan” ev gotûbêja bilind organîze kiriye. Herweha spasiya wan rêzdaran dikim ku di vê gotûbêjê de pesnê karên “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî” dan.
Nasnameya Neteweyî
Di vê çarçoveyê de, dema ku em behsa nasnameya neteweyî û çandî ya gelê Kurdistanê dikin, gelek caran aliyên siyasî û dîrokî serdest dibin, lê di kûrahiya vê civakê de, dewlemendiyeke manewî û mirovî ya pir mezin heye ku kêm caran wekî “sîstem” hatiye dîtin, ew jî çanda bexşîn û destgirtina kesên qurbankirî ye. Ev taybetmendî ku ji dîroka vê neteweyê derketiye, di demên teng û qeyranan de wekî sermayeya herî mezin a civakî derdikeve holê. Kurdistan xwedî çandeke mirovî û bexşînê ya dewlemend e ku dibe ku li kêm welatên cîhanê wekî wê hebe. Lê pirsa bingehîn ji vir dest pê dike: Çawa ev hesta xwezayî û ev perwerdeya resen veguherîye hêzeke rêxistinkirî û bibandor ku sînorên neteweyî derbas bike?
Mixabin, yek ji pirsgirêkên dîrokî yên ku civaka me pê re rû bi rû maye, pirsa ne-rêxistinkirina enerjî û şiyanan bûye. Piştî serhildana mezin a sala 1991ê û damezrandina qewareya Herêma Kurdistanê, hêvî ew bûn ku hemû qadên jiyanê ber bi rêxistinkirin û damezrandinê ve biçin. Xêrxwazî û karên mirovî jî yek ji wan qadan bû ku pêwîstiya wan bi guhertinên radîkal hebû. Ji bo demeke dirêj, bexşîn li cem me tenê di çarçoveya “hesta kesane” an “xêrxwaziyeke demkî” de mabû, ku ev jî nikarîbû wekî pêwîst bersivê bide qeyranên mezin.
Parastina Kevneşopiya Baxşînê
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wekî bersiveke stratejîk ji bo vê valahiyê derket holê. Yek ji armancên herî pêşîn ew bû ku ispat bike ku “çand” û “kevneşopiya bexşînê” dikare bibe “zanist û rêveberî”. Ji vir e ku têgeha damezrandinê dibe xala veguhêzînê. Dema ku karekî mirovî ji asta takekesî derbasî asta damezrandinê dibe, êdî ne tenê bandora wê çend qat zêde dibe, lê di heman demê de dibe sedema baweriya civaka navneteweyî jî.
Gelek caran di civakên pirsgirêkdar de, sazî tên tawanbarkirin ku ser bi aliyekî diyar in, an jî di herêmeke taybet de asê mane. Ev kêşeyeke mezin e ku karê mirovî pê re rû bi rû dimîne. Lê serpêhatiya serkeftî ew e ku bikaribe ji wê derbas bibe û bibe malê giştî û çavkaniyek ji bo hemûyan. Li vir divê em destnîşan bikin ku herçiqas gelek sazî dibe ku ji aliyê aliyekî siyasî ve bên piştgirîkirin, an jî çavkaniya wan ji wir be, lê gava dibin sazî bi wateya pîşeyî, êdî dibin nasnameya neteweyekê.
Van mînakên serkeftî yên li Kurdistanê, karîbûn ji wan tawanbaran xilas bibin û bibin nûnerê wijdanê zindî yê xelkê Kurdistanê. Ev ne tenê ne hêsan e, lê di heman demê de pêwîstiya wê bi dîtineke neteweyî ya kûr heye. Girîngiya hebûna van saziyên mirovî ew e ku di demên teng de, cudahiyên siyasî û herêmî winda dibin û tenê wekî saziyek dimîne ku ji bo xizmeta mirovahiyê kar dike.
Pêgeha Navneteweyî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî
Ew pêgeha ku niha karê mirovî yê Kurdistanê di asta cîhanî de heye, berhema karekî bêwestan û meydanî ye. Endambûna Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di Encûmena Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC) de nîşana wê yekê ye ku standardên cîhanî di vê saziyê de tên cîbicîkirin. Ev ne tenê nav û sernav e, lê berpirsyariyeke mezin e. Wekî ku em dibînin, saziyeke wekî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî niha li zêdetirî deh welatên cûda amade ye. Ev tê çi wateyê? Ev tê wateya ku Kurdistan ne tenê wergirek alîkariyê ye, lê bûye bexşînkareke çalak di nexşeya mirovî ya cîhanê de.
Ev veguhêzîn ji “neteweyeke aware” ber bi neteweyeke ku awareyan diparêze û alîkariya dewletên derdorê jî dike, destkeftiya herî mezin a manewî ye. Dema ku em behsa “sermayeya mirovî” dikin, mebesta me ew şiyan e ku dikare di dema erdhej, lehiyê, an jî şeran de, beriya saziyên welatên mezin bigihêje cihê bûyerê. Ev lezbûn û ev dilsozî, tevliheviyeke ecêb e di navbera “teknîk û rêxistinkirina nûjen” û “ruhê fedakariya Kurdî” de.
Dem wek Faktora Rizgarkirina Jiyanê
Di felsefeya karê mirovî de, “dem” ne tenê hejmarek e, lê xeteke zirav e di navbera jiyan û mirinê de. Gava felaketek sirûştî wek erdhej çêdibe, yekemîn çirke diyarkerê çarenûsa bi hezaran mirovan in. Li vir e ku cudahiya di navbera “xêrxwaziya klasîk” û “xêrxwaziya sazûmanî ya nûjen” de derdikeve holê. Sazûmanîbûn tê wateya danîna planeke pêşwext, tîmeke amade û sîstemeke lojîstîk ku dikare di kêmtirî 24 saetan de sînoran derbas bike û bigihêje navenda felaketê.
Tecrûbeya Herêma Kurdistanê di erdheja mezin a Tirkiye û Sûriyê de, veguhêzîneke dîrokî bû. Gihîştina tîmên rizgarkirinê yên Kurdistanê bo herêmên zirardar ên Tirkiyê, heta beriya saziyên navxweyî yên wî welatî jî, ne tenê nîşana wêrektiyê bû, lê di heman demê de belgeya veguhêzîna karê mirovî bo sîstemeke karîger bû. Ev encama hebûna sazîyê ye, ji ber ku tenê saziyek rêxistinkirî dikare di wê dema kurt de mekanîzmayên tevgerê çalak bike û astengiyên îdarî û siyasî derbas bike ji bo gihandina alîkariyê.
Yek ji rûpelên herî geş ên karê mirovî yê Kurdistanê, gihîştina karwanên mezin ên alîkariyê bû bo Rojavayê Kurdistanê di demên herî tarî de. Dema ku em behsa gihîştina zêdetirî 100 otomobîl û tîmeke 150 kesî ya pispor dikin bo nav Qamişlo û bajarên din ên Kurdistanê yên Rojava, em ne tenê behsa xwarin û derman dikin. Li vir aliyekî din ê karê mirovî derdikeve holê ku ew jî “piştgiriya derûnî û neteweyî” ye.
Hêvî ji Bo Rojava
Di wê gavê de ku xelkê Rojava di asta herî bilind a bêhêvîtiyê de bûn û amadekariya terka mal û milkên xwe û koçberiyeke din a girseyî dikirin, dîtina alaya Kurdistanê û saziyên mirovî yên Herêmê di navenda bajarên wan de, wekî mûcîzeyeke derûnî kar kir. Ev ew xala bingehîn e ku gelek caran rêxistinên navneteweyî nikarin wê çêbikin. Amadebûna meydanî ya saziyeke neteweyî di wê demê de, rê li ber felaketek din a koçberiyê girt. Dema ku mirov hîs dike “mercî”ek heye, serokek heye ku xema wî ye û saziyek heye ku dikare di nîvê şevê de sînoran derbas bike û pêdiviyên xelkê qurbankirî dabîn bike, êdî îradeya wan a manê bihêztir dibe.
Ji bo ku em mezinahiya wê karê ku hatiye kirin fêm bikin, divê em berhevdanê bikin. Gelek caran di medyaya cîhanî de ev mînak tê anîn ku çend welatên dewlemend û xwedî artêşên mezin, di demeke diyarkirî de nikarîbûn ew qas alîkariya ku pêwîst e bigihînin herêmeke dorpêçkirî wek Xezeyê, an jî cihên din. Lê Herêma Kurdistanê, bi wan îmkanên sînordar ên ku hene û di bin ew qas zextên siyasî û aborî de, karî karwanek wisa mezin ê alîkariyan bigihîne Rojavayê Kurdistanê ku cîhan matmayî hiştiye.
Hemleya Mirovî ya Mezin
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî heta niha 433 barhilgirên mezin ên alîkariyên Herêma Kurdistanê gihandiye Rojava. 394 hezar û 475 lître sotemenî hatiye belavkirin, zêdetirî yek milyon nanê belaş hatiye belavkirin û proje berdewam e. 9 hezar û 335 kesî tedawiya bijîşkî ji wan re hatiye pêşkêşkirin. Hezar û 858 derfetên kar jî hatine çêkirin.
Ev îspat dike ku serkeftina karê mirovî ne tenê girêdayî “pere” ye, lê girêdayî “bawerî” û “rêxistinkirina sazî” ye. Dema ku sîstemeke bibandor hebe, bi kêmtirîn îmkanan dikare bandora herî mezin bê çêkirin. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li vir ne tenê wekî rêxistinek derket holê, lê wekî nûnerê wijdanê neteweyekê û wekî “dergehek” ji bo gihandina hesta biratiya Başûr ji hemû parçeyên din ên Kurdistanê û Diyasporayê re bû.
Îro kar bi Neteweyên Yekbûyî (NY) û ajansên navneteweyî re pêwîstiya wê bi zimanek hevbeş heye. Saziyên mirovî yên Kurdistanê karîbûn wî zimanî bibînin. Rûniştin û gotûbêjkirin bi NY re ji bo veguhestina alîkariyan bo herêmên aloz ên wek Rojavayê Kurdistanê, an jî heta amadekarî ji bo alîkariyê di dema qeyranên Îranê de, nîşana geşbûna “dîplomasiya mirovî” ya Herêma Kurdistanê ye.
Sazî Wekî Aktorek Berpirsiyar
Em niha di qonaxekê de ne ku cîhan wekî “aktorek berpirsiyar” li sazîyên mirovî yên Kurdistanê dinêre. Ev bawerî sermayeyeke siyasî û dîplomasî ya mezin e ji bo Herêma Kurdistanê. Dema ku saziyeke navxweyî dibe endamê ECOSOC, êdî gotinên wê di civîn û kombûnên navneteweyî de giraniya qanûnî û mirovî digirin. Ev dibe sedem ku em bikarin pêşî li pêlên awarebûnê bigirin, ne bi girtina sînoran, lê bi gihandina jiyan û alîkariyê ji bo nav malên qurbankiriyan ji aliyê din ê sînoran ve.
Yek ji wan rastiyên ku nayên înkarkirin ku divê em kûr lê binihêrin, ew e ku ti karekî mirovî yê mezin û domdar di valahiyê de çênabe. Ew destkeftiyên mirovî yên ku me di beşên berê de behsa wan kirin, hemû di bin sîbera qewareyeke siyasî û destûrî de ku navê wê Herêma Kurdistanê ye, pêşketine. Li vir divê em eşkere bibin, eger Herêma Kurdistanê wek qeware tune bûya, me nedikarî bibûna ew dergeh û penageh ku ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû qurbankiriyên herêmê bûye hêviyek mezin. Parastina vê herêmê ne tenê erşekî siyasî ye, lê erşekî bilind ê mirovî ye, ji ber ku lawazbûna vê qewareyê tê wateya ziwabûna wan çavkaniyên mirovî yên ku di dema tengasiyê de digihîjin hawara qurbankiriyan.
Rola Mercîyetê û Rêhendên Derûnî yên Alîkariyê
Di dema felaketan de, mirov ne tenê pêwîstiya wî bi nan û avê heye, lê pêwîstiya wî bi “ewlehîyê” jî heye. Tecrûbeya gihîştina saziyên mirovî yên Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê, an jî herêmên din ên ku rastî felaketan hatine, aliyekî din ê girîng hebû, ku bi rola “mercîyetê” ve girêdayî bû. Dema ku xelkê qurbankirî dibînin ku Cenabê Serok Barzanî wekî rêberekî, rasterast çavdêrî û pêşniyarên şandina alîkariyan dike, hestek kûr a “piştgiriyê” li cem wan çêdibe.
Ev ew xal e ku di zanista derûnî ya civakî de jê re tê gotin “aramîya derûnî bi rêya mercîyetê”. Xelkê Rojavayê Kurdistanê dema karwanên alîkariyan dîtin, ne tenê wekî xwarinê lê wekî peyamek siyasî û neteweyî dîtin ku ji wan re dibêje: “Hûn ne bi tenê ne û herêmeke bihêz heye ku li pişt we ye.” Ev hest bû sedem ku xelk ji biryara koçkirin û terka welatê xwe poşman bibin. Ji ber vê yekê karê mirovî li vir dibe faktoreke sereke ji bo parastina demografyayê û pêşîlêgirtina felaketên mezin ên civakî.
Digel van hemûyan, her dem di dema damezrandina saziyeke bihêz de, hin deng tên bihîstin ku hewl didin wan karan di çarçoveyeke teng de nîşan bidin, an jî bi aliyekî siyasî û herêmeke diyar ve girê bidin. Lê rastiya meydanî û bernameya saziyên mirovî yên Kurdistanê ew tawanbarî bi pratîkî red kirin. Dema saziyek dibe “çavkanî” ji bo tevahiya civakê û sînoran derbas dike, êdî ew sazî ji sînorê partî û herêmê derdikeve û dibe malê neteweyê.
Sermayeya Neteweyî
Rast e ku piştgiriya siyasî û hikûmî ji bo avakirina van saziyan hebûye, lê ev xala hêzê ye, ne kêmasî ye. Li hemû cîhanê, dewlet û serok piştgiriyê didin damezrandinê. Girîng ew e ku van saziyan karîbûn bibin “sermayeyeke mezin a neteweyî” ku her Kurdek li her derê cîhanê pê serbilind be. Veguherandina “hesta mirovî” bo “sîstema mirovî” bersiva herî mezin e ji bo wan kesên ku dixwazin karê mirovî di nav nakokiyên siyasî de biçûk bikin.
Em niha li herêmekê dijîn ku her dem di navenda guhertin û qeyranan de ye. Ji rewşa niha ya Rojhilata Navîn bigire heya egera pêleke din a awarebûnê li herêmên cuda, hemû jî nîşana wê yekê ne ku pêwîstiya me bi saziyekê heye ku her dem gavekê li pêş bûyeran be. Stratejiya niha ya saziyên me yên mirovî ew e ku em çawa alîkariyan veguhezînin nav ax û herêmên aliyê ku rastî qeyranê hatiye, ne ku em li benda awareyan bisekinin heta ku berê xwe bidin Herêmê.
Qewareya Herêma Kurdistanê
Mijara herî girîng di vê qonaxa hesas de, parastina vê qewareya Herêma Kurdistanê ye. Em di serdemekê de ne ku herêm di nav deryayek ji guhertin û qeyranan re derbas dibe. Li şûna ku em li wê yekê binerin ka em çawa parçeke din a Kurdistanê rizgar bikin, divê em pêşî fêr bibin ka em çawa vê parçeya ku me heye biparêzin. Parastina Herêmê tê wateya parastina wî modela dewlemend a mirovperwerî, tê wateya parastina wan destên dilovan ku di dema felaketan de digihîjin Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Ev ne tenê erşekî siyasî ye, lê berpirsyariya herî mezin a mirovî û exlaqî ya her takekî Kurd e.
Ev modela ku li Rojavayê Kurdistanê hat ceribandin û serkeftineke mezin bi dest xist, divê ji bo danûstandina bi her qeyraneke din re li herêmê bibe bingehek. Ev nîşana wê yekê ye ku Kurdistan gihîştiye qonaxekê ji gihîştina sazîbûnê ku dikare “aramiyê” ji derdora xwe re hinarde bike.
Di Encamê de…
Di encamê de, em digihîjin wê encamê ku gelê Kurdistanê xwedî sermayeyeke mezin a mirovî ye ku koka wê di çandeke resen a bexşînê de ye. Tişta ku di van çend salên dawî de qewimî, guhertina vê çandê bû bo “saziyeke profesyonel” ku cîhan hesab jê re dike. Ev tecrûbeya dewlemend, bi hemû kêmasî û astengiyên xwe, baştirîn belge ye li ser şiyana takekesê Kurd ji bo avakirina saziyên nûjen.
Bila em hemû bi hev re, bi dilsozî û dîtineke neteweyî, ji bo bihêzkirina saziyên xwe û parastina qewareya herêma xwe bixebitin, ji ber ku tenê bi vê rêyê em dikarin rûmeta mirov û rûmeta neteweya xwe di vê cîhana tijî guhertin de biparêzin.
*Li vir tevahiya gotinên Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di wê panelê de bi dawî hat. Xalên girîng ên ku wî zêdetir bal kişand ser ev bûn:
Kurdistan xwedî çandeke mirovî û bexşînê ya dewlemend e ku nayê vegotin, ku dibe ku li kêm welatên cîhanê wekî wê hebe.
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî niha li zêdetirî deh welatên cûda amade ne.
Kurdistan ne tenê wergirek alîkariyê ye, lê bûye bexşînkareke çalak di nexşeya mirovî ya cîhanê de.
Tenê saziyek rêxistinkirî dikare di wê dema kurt de mekanîzmayên tevgerê çalak bike û astengiyên îdarî û siyasî derbas bike ji bo gihandina alîkariyê.
Dema ku mirov hîs dike “mercî”ek heye, serokek heye ku xema wî ye û saziyek heye ku dikare di nîvê şevê de sînoran derbas bike û pêdiviyên xelkê qurbankirî dabîn bike, êdî îradeya wan a manê bihêztir dibe.
Herêma Kurdistanê, bi wan îmkanên sînordar ên ku hene û di bin ew qas zextên siyasî û aborî de, karî karwanek wisa mezin ê alîkariyan bigihîne Rojavayê Kurdistanê ku cîhan matmayî hiştiye.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî heta niha 433 barhilgirên mezin ên alîkariyên Herêma Kurdistanê gihandiye Rojava.
Amadekarî ji bo alîkariyê di dema qeyranên Îranê de, nîşana geşbûna “dîplomasiya mirovî” ya Herêma Kurdistanê ye.
Dema ku saziyeke navxweyî dibe endamê ECOSOC, êdî gotinên wê di civîn û kombûnên navneteweyî de giraniya qanûnî û mirovî digirin.
Dema saziyek dibe “çavkanî” ji bo tevahiya civakê û sînoran derbas dike, êdî ew sazî ji sînorê partî û herêmê derdikeve û dibe malê neteweyê.
Veguherandina “hesta mirovî” bo “sîstema mirovî” bersiva herî mezin e ji bo wan kesên ku dixwazin karê mirovî di nav nakokiyên siyasî de biçûk bikin.
Li şûna ku em li wê yekê binerin ka em çawa parçeke din a Kurdistanê rizgar bikin, divê em pêşî fêr bibin ka em çawa vê parçeya ku me heye biparêzin.
Ev modela ku li Rojavayê Kurdistanê hat ceribandin û serkeftineke mezin bi dest xist, divê ji bo danûstandina bi her qeyraneke din re li herêmê bibe bingehek.
Kurdistan gihîştiye qonaxekê ji gihîştina sazîbûnê ku dikare “aramiyê” ji derdora xwe re hinarde bike.
Gelê Kurdistanê xwedî sermayeyeke mezin a mirovî ye ku koka wê di çandeke resen a bexşînê de ye.
Bila em hemû bi hev re, bi dilsozî û dîtineke neteweyî, ji bo bihêzkirina saziyên xwe û parastina qewareya herêma xwe bixebitin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest